Li hemberî biryara Peymana Stenbolê bertek: Em ji zextan natirsin 2023-01-13 09:04:29     Rojda Aydin    AMED - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Amedê Yasemîn Uçer, diyar kir ku daraz ji ber ku bûye parçeyeke siyasî derbarê Peymana Stenbolê de ev biryar derket holê û got: "Lê em ê heta dawiyê xwedî li destkeftiyên jinan derkevin û sedsala 21'emîn bikin sedsala jinê. Em ji zextan natirsin."   Peymana Stenbolê di 20’ê adara 2021’ê de di nîvê şevê de de ji aliyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve hat feshkirin. Piştî vê biryara di 1’ê tîrmeha 2021’ê de di rojnameya fermî de hatibû weşandin. Piştî vê gelek jinan û rêxistinên jinan ji bo betalkirina biryarê serî li Şûreya Dewletê dabûn. 10’emîn Daîreya Şûraya Dewletê hinek serlêdanên ji bo betalkirina biryarê red kir û dozên bi daxwaza betalkirina biryarê bi rûniştinê dît. Dozgerê Şûraya Dewletê her çiqas biryara betalkirina biryarê bide jî 10’emîn Daîreya Şûraya Dewletê biryara serokomkariyê di cih de dît û biryara redê da dozê. Lijneya Daîreyên Doza Îdarî ya Şûraya Dewletê  jî di rojên borî de bi pir dengî biryara red a 10’emîn Daîreya Şûraya Dewletê erê kir û got biryar li gorî hiqûqê ye.   Li dijî vê biryarê bertekên jinên Kurdistan û Tirkiyeyî her ku diçe mezin dibe. Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Yasemîn Uçer, jî bertek nîşan da û got ew ê heta dawiyê xwedî destkeftiyên xwe derbikevin.     ‘Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala jinê’   Yasemîn, anî ziman ku ji dîrokê heta îro jin têkoşînek mezin dane û destkeftiyên mezin bi destxistiye û wiha got: “Ev îktîdar li ber xwe vê Peymana Stenbolê îmze nekir, ev hezar sal in zext, zilm û tundiya li ser jinê berdewam dike û neguheriye. Di demên dawî de têkoşîna jinê gihaştiye asta herî jor. Em dibêjin sedsala 21’emîn dê bibe sedsala jinê. Ev gotina me ne îdîaye. Jinan ji bo Peymana Stenbolê berxwedanekî mezin da û hîn jî dide. Kesên ku têkoşînê da yek jî jinên kurd e. Elbet em têkoşîna jinên dinê jî tune nabînin. Ji ber vê yekê Peymana Stenbolê bi têkoşîna jinê hat destxistin. Bi şevekî ji aliyê yek mêrî ve ev peyman ji holê nayê rakirin. Ji ber ku jinan tu carî dev ji mafê xwe bernedan. Ev peyman jî ji bo me destkeftiyek mezin e. Ji ber vê yekê em ê bi hêsanî dev ji vê peymanê bernedin. Her wiha ev tişt nîşanê me da ku daraz bûye parçeyek amûra siyasetê. Bi şevekî peyman bi destê darazê hat rakirin. Îktîdar tên û derbas dibin. Ev îktîdar jî dê biçe ser sergohên dîrokê. Lê belê têkoşîna jinê heqîqete. Jin bi heqîqeta xwe bedelên pêwîst dide û dê sedsala 21’êmîn bike sedsala jinê. Dema mirov têkoşîna dirôka jinê dinêre têkoşînekî gelek bi kok û xûrt heye. Ev dîrok bi serkeft û destkeftiyan ve tijî ye. Destkeftiyên ku ji destên me hatine girtin em ê carekedin şûnde bigirin û têkoşîna xwe mezintir bikin.”   ‘Heta ku jin azad nebe civak jî azad nabe’   Yasemîn, destnîşan kir ku Peymana Stenbolê yek ji destkeftiyên jinan bû û ji ber vê yekê îktîdarê hedef girt û wiha domand: “Îktîdar ger ku jinê bixe dê civakê jî bixe. Heta ku jin azad nebe civak jî azad nabe. Ji ber ku herdû jî bi hev re girêdayîne. Îktîdara ku dixwaze şert û mercên faşîzmê ava bike di destpêkê de jinê hedef digire. Di dîrokê de jî dema mirov lê dinêre hertim destpêkê de jin hedef tên girtin. Faşîzm xwe bi ser jinê hewl dide ava bike. Ger ev îktîdar aliyê demokrasi û aliyê mafê bûya dê ji bo Peymana Stenbolê jî madeyên cuda yên baş jî bianiya. Lê belê îktîdar bi vê tevgera xwe rihê xwe jî da nîşandan. Ji ber vê yekê em nêzîkatiya îktîdarê ya li dijî peymanê re matmayî neman.”   ‘Dawiya wan jî dê wek dawiya Saddam be’   Yasemîn, bi lêv kir ku ev îktîdar gelek baş dizane ku dê biçe û wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê îktîdar bi darazê dixwaze emrê xwe dirêj bike. Bi darazê dixwaze di serî de jin û hemû kesên mûhalîf bêdeng bihêlin û bitirsînin. Dixwazin tirsê belav bikin. Naxwazin ku tu kes dakeve qadan û mafê xwe bigere. Bi biryara betalkirin peymanê xwestin bingeha polîtîkaya bêcezabûnê jî ava bikin. Dema mirov îro lê dinêre li her derê tundiya mêr a li hemberî jinê heye. Her wiha bi destên pergala serdest îro tundiya li dijî zarokan gihîştiye asta herî jor. Daraz bi polîtîkaya bêcezabûnê pêşiya tundî û komkujiya li dijî jinan û destdirêjiya li dijî zarokan vekir. Îktîdar demên xwe yên dawiyê de bi awayek hov êriş dike. Dawiya wan jî dê wek dawiya Saddam be. Ew ê bi zagonên ku derxistine ve bi xwe jî bên darizandin.”     ‘Em ji zextên wan natirsin'    Yasemîn, bi lêv kir ku di nava salekî de bi sedan jin hatin qetilkirin û kiryarên wan jî diyar in. Yasemîn, got ligel vê yekê kujer û kiryarên wan nayên cezakirin û wiha axivî: “Kesên ku vê kaosê ava kirine kiryarên wê jî ew in. Kesên ku Peymana Stenbolê betal kirin kiryarên kujerên jinan e. Kesên ku gotin 'Bi carekê tişt nabe û destûra zarok hebû' îro ew pergal di nava civakê de ye. Wan jî xwestin ku vê tiştê di nava civakê de ava bikin. Kiryarên jin û zarokan diyar in û em nikarin bêjin ku kiryar nediyar in. Bi betalkirina Peymana Stenbolê xwestin vê tiştê biafirînin. Ji ber vê yekê Peymana Stenbolê betal kirin. Peymana Stenbolê çi diparast, diyar bû. Bi qetilkirina jinê xwestin civakê bînin asta ku dixwazin. Bi betalkirina peymanê re ew gelek baş dizanibin ku di nava civakê de rewş çawa bidin avakirin. Bingeha vê jî bi polîtîkayên bêcezabûnê ava kirin. Lê belê em ê destûrê nedin vê. Dê jin li vî welatî demokrasiyê mafê jin û zarokan jî ava bike. Em ji zextên wan natirsin. Ji operasyonên demên dawiyê, Komkujiya Parîsê û Sileymaniyê û gelek siyasetmedarên hatine girtin bigire hemû aliyan de êriş dikin. Hevalên me tu carî gav paşve neavêtin. Têkoşîna me dê berdewam bike.”   ‘Em tu carî dev ji destkeftiyên xwe bernadin’   Yasemîn, bal kişand ser biryara Lijneya Daîreyên Dozên Îdarî ya Dadgeha Bilind ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê li gorî hiqûqê ye û wiha dawî li axaftina xwe anîn: “Daraz ji ber ku bûye parçeyek siyasî em ne li bende bûn ku biryarek cuda derbikeve. Ji ber ku hemû biryar ji devê yek mêrî de derdikeve. Têkoşîna jina kurd rojên zor û zehmet jiya û derbas kir. Lê li qad û kolanan her têkoşîna xwe bilind kirin û bi ser ketin. Em ê sedsala 21'ê bikin sedsala jinê. Em ê tu carî dev ji destkeftiyên xwe û Peymana Stenbolê bernadin. Jin dê bi ser kevin.”