Leyla Îbrahim: Hîn aqubeta bi hezaran êzidiyan nayê zanîn 2023-01-13 09:02:30   Medya Uren   AMED - Hevseroka Mala Êzidiyan a Rojavayê Kurdistanê Leyla Îbrahim di nirxandinên xwe yên li ser aqubeta jinên êzidî yên hatine revandin de wiha got: “Dema mijar germ bû gelek pêkhate û welatan soz dan me. Lê kesî soza xwe negirt. Bi qasî 6 hezar û 400 kes hatin revandin. Bi hezaran malbat wenda ne. Van welatana ger bixwazin ji bo wan dîtina van kesan hêsan e. Em nêzîkatiya Tirkiye û hemû pêkhateyên soza xwe negirtine, şermezar dikin.”   Di 3'yê Tebaxa 2014’an de fermana 74’emîn bi ser civaka êzidî de hat. Komkujiya li pêş çavên cîhanê pêk hat heta roja îro jî bi êrişên didomin re berdewam e. Di komkujiyê de li gorî hinek daneyên fermî 5 hezar Êzidî hatin qetilkirin û 10 hezar Êzidî jî dîl hatin girtin. Zêdetirî 500 hezar kes jî neçarî koçberiyê bûn. Heta niha jî di derbarê aqubeta kesên winda de lêpirsînek bi bandor nehatiye destpêkirin.    Hinek welatan ev ferman wekî jenosîd erê kirin. Naskirina jenosîdê di aliyê erênî de gavek be jî civaka êzidî di warê ku ferman berdewam dike de hemfikir e. Hukumeta Iraqê jî ji bo aqubeta êzidiyan lêpirsînek neda destpêkirin. Ji ber vê sedemê jî di serî de li Şengal, Rojava û heyanî Ewropayê sîwana Civaka Êzidî hate avakirin. Di bin sîwanê de li Rojavayê Kurdsitanê ji bo lêkolîn û berpirsiyariya aqubeta êzidiyan di sala 2019’an de Mala Êzidiyan hate vekirin.   Hevseroka Mala Êzidiyan Leyla Îbrahim têkildarî fermana ku hîna li pêş çavên cîhanê berdewam dike, nirxandinên xwe bi ajansa me re parve kir.   Lêpirsînek bandorker nehat destpêkirin   Leylayê di serî de fermana 74’emîn a dawî bi bîr anî û got: “Civaka êzîdî di gelek fermanan re derbas bû û ya herî dawî jî êrişên DAIŞ’ê yên sala 2014’an de ferman pêk hat. Li pêş çavên cîhanê pêk hat û herkesî şahidiya vê kir. Vê jî nîşan da ku çawa herkes ji qirkirina civaka êzîdî re ker û lal e. Bi taybetî hikûmeta Hewlêr û ya Bexdayê destê xwe ji Şengalê vekişandibûn. Wekî pariyekî nanek bi hêsanî xistin devê guran. Vê yekê bi taybetî bandor li me hemûyan kir. Ev ne fermana yekem bû nebû ya dawî jî. Heta niha jî em bandorên wê fermanê û êrişên ku berdewam in dibînin. Bi hezaran welatî neçarî koçberiyê bûn. Ev 8 sal in hîna gelê me di çadiran de, di qempan de dimînin. Di nava şert û mercên zehmet de pirsgirêkên mezin û giran dijîn. Heta niha xwedîderketinek bi hêz pêk nehatiye. Mînaka herî berbiçav ev e ku li aqubeta bi hezaran jin û zarokên êzidî yên ku nayên zanîn li ku ne, nayê pirsîn û lêpirsînek bandorker nehate destpêkirin."   Bi taybetî jin hedef hat girtin   Leylayê bi lêv kir ku ya herî zêde ji van bûyeran û pêvajoyê bi bandor bûye jî jin bûn. Leylayê wiha berdewam kir: “Çanda civaka êzidî çanda herî qedîm a kurdan û axa Mezopotamyayê ye. Ruxmê bi dehan fermanan wan hebûna ol û çanda xwe parastin. Bi taybetî di êrişên xwe de, yên qirker bi ser jinan de tên. Dixwazin bi dîlgirtin û qirkirina jinan re çanda me û hebûna me tune bikin. Yek ji cihên herî zêde bi bandor bûye bê guman Şengal bû. Li Şengalê serjimara êzidiyan nêzî 5 hezarî bû. Di dema fermanê de 3 hezar û 548 jê jin, 2 hezarû 869 kes mêr, bi giştî zêdetirî 6 hezarû 400 kes bi taybetî jin, zarok û mêr hatin revandin. 100 hezar êzidî jî neçarî koçberiyê bûn. Zêdetir li Kurdistanê belav bûn û yên derfet dîtin jî koçî welatên din bûn. Ji kesên hatine revandin û aqubeta wan ne diyar in jimarek gelek hindik hatin xelaskirin. Hezar û 207 jin, hezar û 50 zarokên keç, 957 zarokên kur,  339 mêr, bi giştî 3 hezarû 553 kes hatin xelaskirin.”   Aqubeta bi hezaran malbatan nayê zanîn   Leylayê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku wan wekî Mala Êzidiyan jî li pey aqubeta kesên winda bûne hewl dane û li ser mijarê wiha axivî: “Me hewl da ku em xwe bigihîninîn wan jinan. Bi rastî jî her ku mirov li jinan guhdar dike bêhtir şahîditiyê ji pirsgirêkan re dike. Ji texrîbatên fîzîkî heta texrîbatên derûnî bû birînek mezin. Bi awayekî sîstematîk êriş pêk hat loma komkirina ser hev gelek zehmet  bû. Mixabin em negihiştin hemû malbatan. Aqubeta bi hezaran malbatan çiye em nizanin. Çûne dewletên xariç, li Tirkiye, li Kurdistanê li ku derê ne ne diyar e. Di dema komkujiyê de em dikarin bêjin bêhtir mêr hatin qetilkirin. Mêrên li ser 15 salî re qetil dikirin û yên zarok bûn direvandin. Yên jin jî hemû dibirin.”   ‘Kesî soza xwe negirt’   Leylayê di berdewamiyê de bal kişand ser welatên ku soza sekinandina li ser qirkirin û windakirina êzidiyan û got: “Di wê pêvajoyê de gelek pêkhate û bi taybetî welatên Ewropayê soz dabûn. Ji bo jinên wenda werin dîtin û ji bo aqubeta wan malbatan were zanîn wê xebat û proje hatiban pêşxistin. Ger ku gavek biçûk jî hatiba avêtin me yê îro bikarîba qala jimarek girîng a kesên hatine xilaskirin kiriba. Em dibînin hîna malbatên me bi gef û zextan re rû bi rû ne. Ger ku dilê wan bixwaze ew ê bikaribin bigihêhjin aqubeta van kesan. Daxwaza me ji serî de ew bû, pêwîst bû ku her kes hesas nêz bûba. Bi sedan, hezaran zarokên me wenda ne. Em jî dayik in, yên me jî zarok in û em jî dikarin aciz bibin. Em jî mirov in. Ma revandina jineke êzidî ewqas ji we re hêsan tê? Ez bi rastî dixwazim vê pirsê bipirsim êdî. Me gelekan bi derfetên xwe yên zehmet xwe rizgar kir. Her kesên me didît şaş diman, bawer nedikirin. Piştî hatine xilaskirin jî kesî alîkariyek neda wan. Pêwîstiya wan hemûyan jî bi alîkariyek derûnî heye. Mixabin binê sozên wan vala derketin. Kesî soza xwe negirt."   Mala Êzidiyan bi derfetên xwe 416 jin rizgar kir   Leylayê ji ber ku soza xwe negirtin, bertek nîşanî pêkhateyên mafên mirovan ên Ewropayê da û wiha qala xebatên ku bi derfetên xwe dane maşandin, kir: “Ji sala 2019’an ve me weke mala êzidiyan komîteyek amade kir. Em ji wê rojê ve bêhtir bi awayekî çalak û rêxistinkirî xebitîn. Bi taybetî bi piştgiriya Rêveberiya Xweser em bernameyên berfireh û bi hêz didin birêvebirin. Bi rêya ajansa we em spasiyên xwe ji rêveberiyê re parve dikin. Me hewl da, bi derfetên xwe em jin û zarokên xwe xilas bikin. Bi rêya Mala Êzidiyan heta niha 416 jin hatin rizgarkirin. Ji derveyî rizgarkirinê jî me hewl da em di aliyê aborî, derûnî û tendirustiyê de bibin alîkar. Heta di aliyê tendirustiyê de ew digihiştin astekê, piştre me ew dişand gel malbata wan.”   ‘Qempa Holê pirsgirêka me teva ye’   Yek ji pirsgirêkên sereke yên piştî fermanê ku berdewam dike Qempa Holê ye. Leylayê qala vê pirsgirêkê kir û atmosfera heyî nirxand: “Di sala 2019’an de dema DAIŞ şikest şûnde nêzî 80 hezar malbat anîn li Qempa Roj û Holê bi cih kirin. Berpirsyariya qempê mixabin gelek giran e. Ev ne erka Rojava tenê ya hemû gelan e. Gelek kes jê niştecihên welatên Ewropayê ne û ew jî nayên girtin. Ew qemp wisa hatine hiştin. DAIŞ jî di van qempan de xwe bi rêxisitin dikin. Bi qasî di ragihandinê de xuya dike em bigirin dest jî em ê giraniya rewşê fêm bikin. Di navxweyî de gelek bûyer diqewimin. Gelek jin hatin qetilkirin. Li gel wê jî êrişên li ser asayîşê pêk tên. Heta niha jî gelek jin û zarokên me yên êzidî li wir hene. Ji tirsan ev kes nikarin xwe bidin naskirin. Herî dawî gelek kesên me rizgar kirine ev bi me re parve kirin. Gotin ‘Em newêrin tiştekî bêjin. Em nikarin derkevin derveyî qempê. Em nikarin bi kesekî re jî biaxivin.’ Her cihê wan jî bi pateyên reş girtî ne. Di Qempa Roj de weke êzidî kes nemaye lê belê di Qempa Holê de mixabin rewş ev e. Rêveberiya Xweser bi tenê hatiye hiştin.”   ‘Êrişên niha ji fermanê ne dûr in’   Leylayê diyar kir ku destê dewleta tirk di nava van êriş û bernameyan de heye. Leylayê wiha êrişên Tirkiyeyê nirxand: “Em nikarin van êrişan ji fermanê qut bigirin dest. Wekî me di serî de anî ziman jî ev ferman berdewam dike. Herkes jî ker û lal e. Çawa ku rêz ji me re nayê girtin ji mezelên me re jî nayên girtin. Di êrişên dawî de cihên di bin dagirkeriya çeteyên girêdayî Tirkiyeyê de ne gorên me hatin xirakirin. Ev nêzîkatî sekin û qirêjiya wan dide eşkerekirin. Di dema cejnê de em diçin serdana mezelên xwe. Nêzî cejnê gorên me tev xira kiribûn. Ev cihê şermezariyê ye. Gundên êzidiyan ên li Serêkaniyê ne nemane. Hemû ji ber êrişan hatine valakirin. Di serî de li wir goristanên me xira kirin, niha jî li Efrînê. Ew bi van êrişên qirker re dixwazin koka êzidatiyê biqelînin.”   ‘Çareserî rêxistinbûyîn e’   Leylayê herî dawî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Kesî soza xwe negirt û kes ji kurdan re nebû. Lewra li dijî van qirkirin û bernameyên tunekirinê tenê rêyek heye ew jî rêya rêxistinbûyînê ye. Di salên dawî de ev yek çiqasî me komî serhev kir xuyaye jixwe. Di vê mijarê de û di hemû mijarên ku pêş ketine de bê guman bandora herî mezin fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan e. Li gel wê gerîlayên azadiyê destê xwe dirêjî civaka êzidî kir û heya roja îro li pişta me hêzeke herî mezin in. Em jî bi hebûna wan serbilind in. Pêwîst e sereke ji hemû geşedanan em spasiyên xwe bînin ziman. Li vir yekîtî û rêxistinbûyîn serwer bû. Ev hêz bi me dan naskirin û fêrkirin. Ji bo em pêşî li fermanan bigirin jî pêwîst e em vê rêxistinbûyîna xwe xurtir bikin.”