Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay: HDP rih û fikriyat e 2023-01-11 09:08:44   Gulîstan Dursun   STENBOL - Berdevka HDP’ê Ebru Gunay derbarê ku Dadgeha Destûra Bingehîn hesabên xezîneyê yên partiya wan bloqe kiriye de axivî û diyar kir ku ev biryar ne rewaye û wiha got: “Wê gel xeta parastinê  li kolanan pêş bixînin. HDP rih e, HDP fikriyat e. Ev rih li hemû civakê belav bûye. Ji ber vê jî heta em nebêjin qedyaye, tiştek naqede.”    Serdozgerê Komarê yên Dadgeriyê Bekîr Şahîn, di îdianameya bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatiye vekirin de, daxwaz kiribû ku biryara blokekirina hesabên bankayêyên alîkariya xezîneyê heye, bê dayîn. Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) ji ber tu hincet nehatibû pêşkêşkirin, ev daxwaz red kir. Serdozger Bekîr Şahîn ji nû ve di 19’ê kanûnê de daxwaza blokekirina hesabên bankayê yên alîkariya dewletê ji bo partiyê tê kirin, dubare kir. DDB’ê di 6’ê çile de ev daxwaz qebûl kir û hesabên ku alîkariya xezîneyên ji bo partiyê hebû bloke kir. Ev biryar ji aliyê gelek aliyan ve bi bertek hat pêşwazkirin û bi taybet û xwedîderketinek li HDP’ê hat dîtin.   Berdevka HDP’ê Ebru Gunay biryara ku hatiye dayîn ji ajansa me re nirxand.   ‘DDB tevli lîstika hilbijartinê ya AKP’ê bû’   Ebruyê daxuyakirin ku AKP-MHP û aliyên netewperest demek dirêje ji bo dest bidin ser alîkariya xezîna ji bo partiya wan û partiya wan bê girtin bang dike û got ev kampanyayek siyasiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Biryara hatiye dayîn ne hiqûqî ye. Biryarek siyasî ye. Ji dema doza girtinê hatiye vekirin heta niha dozger du caran daxwaz red kir. Di vê pêvajoya ku hilbijartin tên nîqaşkirin de amadekariya hilbijartinê tê kirin de û her wiha HDP ya ku hêzek girîng e ji bo Tiriyeyê, ev biryara hatiye dayîn li dijî esas û usulê ye. Dadgeha Destura Bingehîn jî tevli lîstikên AKP’ê bûye.”   Xeleka dijhiqûqiyan   Ebruyê nerazîbûnên xwe wiha domand: “Di pêvajoya dozê de DDB dikare du biryaran bide. Ya hunê bêjin ‘partî wê bê girtin’  yan jî ‘şertên girtina wê partiyê nehatiye avakirin’ û hunê biryara der barê alîkariya xezîneyê de bidin. DDB’ê biryarek da û îmze avêt bin biryarek pir bi şaîbe.”   ‘Destnedan tune tê hesibandin   Ebruyê got biryar wê wek lekeyek reş derbasî dîrokê bibe û got di nava hincetên biryarê de axaftinên parlamenteren yên li parlamentoyê hene û wiha dirêjî dayê: “Serdozgeriya Komarê ya Dadgeriyê bi vî awayî meclîs, destnendana kursiyê û îradeya Tirkiyeyê tune hesibandin. Dema ev destnedan hatin rakirin me got ku ev êriş ne tenê li hember me ye, li hember destura bingehîne û muxalefetê ye. Di asta ku em niha tê de ne, her tişt baş tê dîtin.”   ‘Dixwazin muxalefetê ji dervê siyasetê bigirin’   Ebruyê daxuyakirin ku pêvajoya îtîrazkirina biryarê hatiye destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “AKP-MHP ji bo faşîzma xwe mayînde bike ji bo muxalefetê derxe dervê siyasetê û krîzmînalîze û terorîze bike her tim daraz bikaranîn. Ligel têkoşîna hiqûqî, emê bi gelan, jinan, ciwan û hemû kesên demokrasiyê dixwazin re xeta parastinê pêş bixînin. HDP rih û fikriyat e. Bi dîwarên avahiyê sînor nîne. Ev rih êdî li civakê belav bûye. Ji ber vê em ê xeta xwe li kolanê, li her derê bi têkoşînê pêk bînin. Em ê bi hev re biguherin. Niha dem dema qezenckirinê ye.”   ‘Em ê bi namzetên xwe biçin’   Ebuyê wiha dawî lê anî: “Em wek HDP wê bi namzetên xwe biçin hilbijartinê. Mijar ne mijara ku bi navan biçin hilbijartinê ye, mijar mijara demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Ji ber vê jî biryarbûna me ya ku em bi xeta têkoşîna xwe biçin, heye. Me her tim got. Saziyên me yên xebata xwe dimeşînin hene. Kengê dem û cihê wê bê em ê her tiştî bi rayagiştî re parve bikin.”