‘Fatma Tokmak tevî hemû nexweşiyan li ber xwe dide’ 2023-01-09 09:06:25   STENBOL - Rêvebera GOÇÎZDER’ê Songul Kose diyar kir ku 18 sal berê bi Fatma Tokmak re 4 salan li girtîgeha Gebzeyê girtî maye û got piştî 18 salan şûnde ew dîsa dîtiye lê êdî nikare bi derencekan hilkişe û tevî hemû nexweşiyan Fatma dest ji berxwedana xwe bernedaye.    Fatma Tokmak a di 1996'an de li Kocaeliyê hat binçavkirin û 20 rojî bi zarokê xwe yê du sal û nîvî yê bi navê Azad re bi îşkenceyê rû bi rû ma ev 22 sal in li girtîgehê tê girtin. Fatmayê bi nexweşiya dil a giran e, ji ber xwîn naçe dilê wê loma divê ji hefteyê carekê xwîna wê bê guhertin, her wiha bi nexweşiya şekir e û di warê girtina hilmê de zehmetiyê dibîne. Fatmayê di bin şertên giran de tê hiştin û bi binpêkirina mafan rû bi rû tê hiştin.    Îdareyê asansor girt!    Fatmayê ji ber nexweşiya xwe di meşê de zehmetiyan dikişîne. Ji ber vî hawî asansor bi kar dianî lê belê asansora li girtîgehê ji aliyê îdareya girtîgehê ve hat girtin. Ji ber nêzî 5 meh berê asansor hat girtin Fatmayê gelek zehmetiyan dibîne.    Bi zorê Fatmayê ji dirênceken hildikişe     Ji ber asansor hat girtin Fatmayê nikare derenceyan hilkişe. Parêzerên çûn Fatmayê dîtin diyar kirin ku gelekî bi zorê Fatmayê ji dirênceken hildikişe, nikare biçe revîrê. Fatmayê her çiqas serî li Wezareta Dadê dabe jî hîn bersiv jê re nehatiye. Her wiha di vî warî de ew ê hewldanên parêzeran ên di aliyê hiqûqê de bidomin.    Rêvebera Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) Songul Kose 18 sal berê bi Fatmayê re li girtîgeha Gebzeyê maye. Songul ku ji ber faliyetên komeleyê hat girtin û 6 meh şûnde di 15’ê Kanûna 2022’an de hat tahliyekirin, der barê 4 salên ku bi Fatmayê re derbas kiriye û her wiha hevdîtina dawî ji ajansa me re axivî.   Jinek xweşik,  ciwan û çalak bû   Songulê da zanîn ku beriya Fatmayê nas bike li girtîgehê pê hesiyayye ku Fatma û kurê wê Azad binçavan de hatine îşkencekirin û got: “Ez li girtîgeha Umraniyê dimam. Piştre em birin girtîgeha Gebzeyê.Min Fatma li wir nas kir. Fatma wê demê jinek ciwan bû. Kurê wê Azad jî ligel wê bû. Fatma jinek ciwan û xweşik bû. Enerjiya wê bilind bû. Jinek kedkar bû. Em nêzî 4 salan bi hev re man.  Azad hat 7 salî ji ber dibistanê ji girtîgehê hat derxistin.”   ‘Bi hev re îşkence û girtîgeh dîtin’   Songulê der barê wê demê de axaftina xwe wiha domand: “Çûyîna Azad bandorek mezin li ser Fatmayê kir. Azad kurê me hemûyan bû. Em bi hev re dilîstin.  Di 2004’an de bi guhertina TCK’ê re gelek girtiî hatin tahliyekirin, ez jî hatim tehliyekirin. Fatma jî hat berdan. Lê Fatma piştre dîsa hat girtin. Fatma derket û bi kurê xwe re jiyan. Lê tişta hat hişê mirovan Azad tenê wê çi bike. Ji ber herduyan bi hev re îşkence û girtîgeh dîtibûn.”   ’18 sal şûnde dîsa hev dîtin’   Songulê da zanîn ku ji dosya GOÇÎZDER’ê hatiye girtin û wê demê bi Fatmayê re li girtîgeha Bakirkoyê ji hev re name şandine û li wir hev dîtine. Songulê wiha dirêjî dayê: “Min dizanibû Fatma nexweşe. Di hevdîtinek parêzer de min Fatma li derenceyê dît.Hîna jî xweşik bû lê rûyê wê pir werimî bû. Li ser pêleka ewil sekinîbû. Leşkeran nehişt em zêde biaxivin. Tenê min got tu çawaye. Fatmayê got ez nikarim bi derencê derkevim, asansorê naxebitînin.Fatma nexweşa dil a girane. Divê hefteyê carê xwîn biguhere. Divê bê dermankirin.Fatma nikaribû bi derenceyan derkeve. Şertên girtîgehê ji bo girtiyên nexwşe ne di cih de ye. Fatma di wan şertan de divê nemîne. Li Bakirkoyê gelek binpêkirinên mafan tên jiyîn.”   Tevî nexweşiyan berxwe didin   Songulê destnîşan kir dema Fatma dîtiye şaş maye û wiha domand: “Fatma kesek kêfxweş û bi henek bû. Lê çawa min rewşa wê ya dawî dît ez şaş mam. Tenê min jê re got ‘li xwe baldar be’. Wekê din min tiştek negot. Min nedixwest wê bihêlim biçim lê neçar mam bihêlim. Ez difikirim ku Fatma çawa jiyana xwe îdame dike. Nexweşiya dil naşibe tiştekî din. Di carekê de dikare dilê mirov bisekine. Lê tevî he rtitşî Fatmayê dest ji têkoşînê bernedaye. Rewşa wê hîna li ber çavên min e. Ez bang li rayagiştî dikim ku bibin dengê girtiyên nexweş û divê demildest hemû girtiyên nexweş yên giran bê berdan.”