Dîlan Dîrayet Taşdemîr: Em pêvajoya hilbijartinê bi dildaran dimeşînin 2023-01-08 09:02:39     Rozerîn Gultekîn   STENBOL - Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr der barê biryara DDB’ê ku hesabên xezîna wan bloqe kiriye de axivî û got: “Em ê li dijî vê biryara ku bi feraseta binpêker hatiye girtin, bi artêşa dildaran di pêvajoya hilbijartinê de xebatên xwe bidomînin.”   Serdozgerê Komarê yên Dadgeriyê Bekîr Şahîn, di îdianameya bi daxwaza girtina HDP’ê hatiye vekirin de, daxwaz kiribû ku biryara blokekirina hesabên bankayêyên alîkariya xezîneyê heye, bê dayîn. Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB)  ji ber tu hincet nehatibû pêşkêşkirin, ev daxwaz red kir. Serdozger Bekîr Şahîn ji nû ve di 19’ê Kanûnê de daxwaza blokekirina hesabên bankayê yên alîkariya dewletê ji bo partiyê tê kirin, dubare kir. DDB’ê di 6’ê Çile de ev daxwaz qebûl kir û hesabên ku alîkariya xezîneyên ji bo partiyê hebû bloke kir.   Biryar ji çapemeniya alîgir re hat serwîskirin   Biryar ji bo parêzerên endamên Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê nehat teblîgkirin. Biryar ewilî ji çapemeniya alîgirê desthilatdariyê re hat serwîskirin. Ev biryar ji aliyê gelek aliyan ve bi bertek hat pêşwazkirin û bi taybet û xwedîderketinek li HDP’ê hat dîtin.   ‘Dixwazin HDP’ê tasfiye bikin’   Parlamenera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr der barê biryara DDB’ê ya ji bo partiya wan hatiye dayîn nirxandin kir û da zanîn ku AKP-MHP’ê îmze avêtine dijhiqûqiyek nû. Dîlanê wiha dirêjî dayê: “Berê serlêdan du caran hat redkirin. Lê vê carê bi pirdengî hat qebûlkirin. Li hember dadgerên di pêvajoya biryarê de zextên cidî kirin. Biryarên hatine dayîn bi tu awayî ne hiqûqî ye, ne qanûnî ye.  AKP-MHP ber bi hilbijartinan hewl dide HDP’ê tasfiye bikin. Dixwazin rola HDP’ê ya di siyasetê de kêm bikin. Konsepta tasfiyekirinê xistine dewrê. Vê jî bi girtin, binçavkirin, operasyon û dozên kumpasê pêk tîne.”   ‘Em têdikoşin’   Dîlanê her wiha destnîşan kir ku planên li hember HDP’ê li Qesrê tên organîzekirin û wiha bi lêv kir: “Ji 7’ê hezîrana 2015’an heta niha hemû planên wan vala derketin. Hesabên wan neçû serî. Partiya me, gel, ciwan, hêzên demokrasiyê, jin her çûn xurt bûn û hatin van rojan. Li dora partiya me bûn yek. Li hember partiya her tim zext û êrîş pêk anîn. Ji 7’ê Hezîranê şûnde yekem car me alîkariya dewletê girt.  Em wek wan bi rantê siyasetê nakin. Em bedelê didin û têdikoşin. Em hemû pêvajoyê bi artêşa dildaran dikin. Lê AKP vê fêm nake. Dema ji bo wan kanî tên girtin em dibînin ku ew li hev çi dikin. Em dizanin ku ew siyasetê çawa organîze dikin. Lê em wisa naxebitin. Em bi têkoşîna xwe hene. Ev biryarên wisa bandor li me nakin.”   ‘Biryar xîleya hilbijartinê ye’   Dîlanê da zanîn ku desthilatdarî hewl dide bi vê biryarê  peyamê bide 6 mîlyon hilbijêrên HDP’ê û wiha daxuyand: “Tu kes nikare îdia bike ku li Tirkiyeyê hilbijartinek adîlane, wekhev û demokratîk pêk tê. AKP-MHP hemû çavkaniyên welat ji bo xwe bi kar tînin. Lê piştgiriya ku mafê me yê qanûnî ye, bi talîmata wan tê astengkirin. Gelo niha em dikarin behsa hilbijartineke demokratîk bikin. Ev biryar xîleya hilbijartinê ye.”   ‘Divê bi HDP’ê re piştevanî hebe’   Dîlanê di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Desthilatdarî xwedî feraseta xesp û binpêkirinê ye. Ne tenê hilbijêrên HDP’ê, jin û ciwan, divê hemû kesên ku dixwazin Tirkiye bibe welatekî demokratîk, bi HDP’ê re di piştevaniyê de bin. Bêyî HDP’ê li vî welatî wê tiştek neguhere. Ji bo jiyanek wekhev, bi HDP’ê re wê serkeftin pêk bê.”