Pergal diparêze, pêşiya mirinan vedike! 2023-01-07 09:05:18     MANÎSA -  Jinan diyar kirin ku Necatî Akpinar yê di dîrokên cuda de sê jin qetil kiriye, nîşaneya polîtîkayê bêcezahiştinê ya dewletê ye û gotin pergal jinan naparêze, kujeran danarizîne û pêşiya mirinan vedike.    Li navçeya Saruhanli ya Manîsayê hat jiyîn. Mêrê bi navê Necatî Akpinar  jina bi navê Mutlu Menekşe ya bi mehra olî pê re zewicandî qetil kir.  Piştre derket holê ku gumanbar di 1984’an de Emîne A. ya pê re zewicandî qetil kiriye, hatiye girtin û hatiye tehliyekirin, her wiha hevjîna xwe ya duyem Fatma A. jî di 2003’an de qetil kiriye. Derket holê ku gumanbar 2 sal berê hatiye tehliyekirin û mehekê jî bi Mutlu M. re bi mehra olî dijiya. Divê ceza bi bandor bin   Ji Komîsyona Mafê Jin û Zarokan a Baroya Manîsayê parêzer Emîne Ozge Arslan da zanîn ku ji ber hîna asta komkirina delîlan e û lêpirsîn tê meşandin xwe negîhandine dosyayê û got: “Gumanbar bêyî cezayê wî biqede di pandemiyê de tê berdan. Ji bo pêşî li sûcan bê girtin tedbîrên baş nayên girtin. Pêkanîn û cezayê tên dayîn divê bi bandor bin. Lê qanûnên me li ser kesan vê bandorê nake. Me got fehskirina Peymana Stenbolê şaş e û cesaretê dide gumanbaran.”   ‘Bi sedhezaran kesên divê cezayên xwe bikişandana hatin berdan’   Emîneyê wiha bi lêv kir: “Gumanbar di 1984’an de hevjîna yekem qetil dike û tê girtin û berdan. di 2003’yan de ya duyem qetil dike. Di pandemiyê de, di 2019’an de tê berdan. Heta dosyayên din neyên dîtin nikare tiştekî şênber bê gotin. Di sûcên li hember jin, zarok, zewal, xwezayê de divê cezayên bi bandor bên dayîn. Lê mixabin cezayekî bi bandor nayên dayîn. Di pandemiyê de bi sedhezaran kesên divê ceza bikişandana hatin berdan. Ev komkujî jî mînaka polîtîkaya bêcezahiştinê ye.” ‘Encama mantika dewletê’   Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) a Manîsayê û endama Platforma Jinan a Manîsayê Fîgen Pehlîvan jî destnîşan kir ku binpêkirina maf a sîstematîk hatiye jiyîn û tundiya mêr nehatiye astengkirin heta hatiye populerkirin. Fîgenê ev tişt anî ziman: “ Di 2022’yan de 334 jin bi tundiya mêr hatin qetilkirin û 245 jî bi guman mirin. Herêma Egeyê di mijara mirinên jinan ê ji ber tundiyê de di rêza yekem de ye. Her wiha dîsa bûyerên destdirêjiya li hember jin û zarokan gelek zêde ye.”   ‘Pergal qetilkirinê teşwîq dike’   Fîgenê axaftina xwe wiha domand: “Di pandemiyê de girtiyên edlî hatin brdan. Lê em dibêjin di vir de sûcdar ne yek kes e. Sûcdar pergal e. Pergal qetilkirina jinê teşwîq dike. Hûn jinan naparêzin, gumanbaran danarizînin, pêşiya mirinê vedikin û têgeha malbatê derdixin pêş û tundiyê rewa dikin. Çapemenî jî kuştinên jinan dike alava çanda populer. Di civakê de kuştina jinan normal bûye. Ji ber vê jî jin tundiyê qebûl dikin.” Gumanbar kesên herî nêz in   Ji Platforma Jinan a Manîsayê û Sekretera Jinan a Şaxa Egîtîm Sen a Manîsayê Ayşe Yuksel jî bertek nîşanî mijarê da û got di vir de azadiya aboriya jinê faktorek girîng e û wê jî ev nirxandin kir: “Jinên ku azadiya aboriya wan tune ye, neçar dimînin bi hevjînan re derbas bikin. Encam jî van cînayetan tîne. Di kuştinên jinan de tê dîtin ku gumanbar a pê re zewicandîne yan jî berê pê re zewicandîne. Newekheviya zayendî dikare bi perwerdeyê bê şikandin. Divê mufredata dersê biguhere û rolên zayenda civakî ya wekhev di pirtûkên dersan ya dibistana seretayî de hebin.”