Ji bo çalakiya 8'ê çileyê bang: Em têkoşînê mezin bikin 2023-01-06 09:06:43   Gulistan Dursun   STENBOL - Jin sala 2023’yan bi çalakiya "Serhildana jinan wê biguhere" pêşwaz dikin û dibêjin "Têkoşîna xwe em ê di sala 2023’yan de jî mezin bikin û em çalakiya xwe ya ewil pêk tînin. Di 8’ê çile de saet di 15’an de em her kesî dipên Kadikoyê.”   Di 2022’yan de li her derê cîhanê li hember têkoşîna jinan êriş pêk hatin. Lê tevî hemû êrişan jinan dest ji têkoşîna xwe bernedan û di 2022’yan de kolan terk nekirin. Bi taybet li Îranê bi pêşengiya jinan felsefa ‘Jin jiyan azadî’ derket holê û berxwedana jinan li hemû cîhanê hat hîskirin. Di vê çarçoveyê de biryarbûna têkoşînê di 2023’yan jî didome.   Li qadan bersiv tê dayîn   Jin bi çalakiyan jî 2023’yan pêşwaz kirin. Bi banga Jin bi Hev re bi Hêz in (KBG) di 8’ê çile de li Rihtim a Kadikoyê li ber Îskeleya Beşîktaşê saet di 15.00’an de wê çalakiya yekem a salê bi dirûşma "Em 2023’yan bi çalakiyan pêşwaz dikin; Wê serhildana jinan biguhere’ pêk bê.   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Eylem Saruca û Seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan der barê girîngiya têkoşîna jinan a hevpar de nirxandin kirin.   Jinan wek muxalefeta sereke dibînin   Aktîvîsta TJA’yê Eylem Saruca da zanîn ku di salên dawî de li hember jinên kurd polîtîka tundiyê tê meşandin û wiha got: “Dem tê tên qetilkirin, dem tê tên girtin. Ev jî nîşan dide ku dewlet bi polîtîkayên taybet nêzî jinên kurd dibe. Dewlet jinan wek muxalefeta esas dibîne. Bi giştî li ser jinan tundiyê pêk tîne. Bêguman herî zêde zextan li ser jinên kurd dike. Qetilkirina edîtora jîneolojiyê Nagîhan Akarsel, operasyona li hember aktîvîstên TJA’yê, girtina gelek jinan vê polîtîka tundiyê nîşanê me dide.”   Wê êriş zêde bibin   Eylemê daxuyakirin ku bi awayekî xurt bersiv ji bo êrişan tê dayîn û wiha domand: “Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ dirûşmeyek netewiye û li ser zimanê her kesî ye. Têkoşîna jinên kurd derketiye lutkeyan. Ev têkoşîn wê bi tevgera jinên li bajarên Rojavayê Tirkiyeyê bibe yek û di 2023’yan de wê bidome. Em ketine pêvajoya hilbijartinê û xuyaye desthilatdarî wê zêdeti êriş bike. Lê jin wê di 2023’yan de jî di têkoşînê de bin û em çalakiya xwe ya yekem a sala 2023’yan de di 8’ê çile de li Kadikoy saet di 15.00’an de pêk tînin û her kesî dipên çalakiyê.”   ‘Têkoşîna hevpar’   Seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan jî balkişand ser sala 2022’yan û wiha destnîşan kir: “Em her tim di tevgerê de bûn. Me li dijî êrişên li hember destkeftiyên jinan têkoşîn da. Em ê di 2023’yan de jî di têkoşînê de bin û li qadan bin. Em çalakiya xwe ya ewil a 2023’yan li Kadikoyê pêk tînin. Sala 2023’yan bo me hemûyan girîng e. Li vî welatî yên herî kirde em jin in. Ji ber vê em ketin saleke nû ya ku em dikarin têkoşîna xwe ya hevpar mezi bikin. Ji ber vê em wek Jin Bi Hev re bi Hêz in kolanan bin. Em di 8’ê çile de li Kadikoyê ne. Ev çalakî ji bo me pir girîng e. Dirûşma 'Serhildana jinê wê biguhere’ bo me watedar û girîng e. Ji ber guherînek mijara gotinê ye. Em dixwazin ku têkoşîn û gotina jinan bi bandor û em bibin pêşengê vê.”