Sembola serhildana jinê: Sakîne Cansiz 2023-01-06 09:03:48   Medya Uren   AMED - Jinên bûn şahidên xebat û têkoşîna Sakîne Cansiz diyar kirin ku wan ji têkoşîna Sakîne feyz girtine û gotin Sakîne sembola serhildana jinê bû.   Pêşenga serhildana jina kurd, Sakîne Cansiz di rêwitiya xwe ya ber bi azadiyê ve ji bo hemû jinan bû sembol. Hezkirin, serhildan, berxwedan û serkeftin fêrî jinan kir. Ew jina evîndar di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê bi 2 rêhevalên xwe Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan re bi hatin qetilkirin. Ev deh sal in bi ser komkujiyê de derbas dibe. Hezkirin û serkeftinên Sakîne Cansiz daye fêrkirin îro ji Rojava heyanî Şengal û Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” re rengê xwe eşkere dike. Jinan ew pêşeng dît û di bin pêşengiya wê de bi sedan destkeftî yên ji bo nasnameya jinê û nasnameya xwe ya kurdîtiyê bi dest dixin. Sakîne li Rojava bû Arîn Mîrkan û ji bo axa xwe çalakiya fedayî li dar xist, li Botanê bû Sêvê, Pakîze û Fatma, li Rojhilat bû Jîna Emînî ku bi milyonan bi dirûşmekê rakir serhildanê, li Başûr bû Nagîhan Akarsel ku mêvanî ji têkoşîn û êşa hemû jinan re kir, li Parîsê car din bû Evîn Goyî ya her tim ji bo azadiyê bû serkêş.   Serhildana xwe ya yekem dide destpêkirin   Sakîne Cansiz (Sara) di 12’ê Sibata 1958’an de li gundê Tahtî ya girêdayî bajarê Dêrsimê ye ji dayik dibe. Sakîneya dixwîne di heman demê de jî dixebite. Di kargehan de li hemberî bişaftina keda karkeran rêxistina karkeran ava dike. Li wir serhildana xwe ya yekem li hemberî malbatê û li hemberî bişaftina kedê dide destpêkirin. Ji wir jî diçe Enqereyê û li wir Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nas dike. Sakîne yekemîn bi vê yekê re beşdarî 1’emîn Kongreya PKK’ê dibe. Di nava rêxistinê de tovê azadiya jinê yekem car diçîne û roj bi roj ber bi qonaxek nû ve dimeşe. Sakîne li gelek bajaran tora xwe ya têkoşînê berfireh dike û beriya darbeya 1980’ê, di 1979’an de li Xarpetiyê tê girtin. Di wê demê de tundiya giran li Sakîne têne kirin lê ruxmê hemû hovitiyan teslîm nabe. Di warê berxwedana xwe ya di bin çavan de jî dibe sembol. Di pêvajoya darbeyê de jî bi heman rengî îşkenceyên girantir lê tê kirin lê belê li hemberî wan hovîtiyan hemû jinên hatine girtin rêxistin dike û bi têkoşîna xwe wan li ser lingan dihêle. Bi berxwedana xwe re ji bo hemû têkoşeran dibe ronahî.   Ji zindanan heta çiyan bû rengê serhildanê   Sakîneya jiyana xwe bi gotina “tim şer bû jiyana min” pênase dike her tim li hemberî sîstemê û hişmendiya dagirker a mêr di nava şer de bû. Ne tenê ji bo rêxistina PKK’ê, ji bo jinên kurd û jinên têkoşer dibe navekî girîng. Lewra li hemberî vê felsefeya ji bo têkoşîna jinan xwedî nirx e di 9’ê Çileya 2013’an de komplo tê plankirin û li gel Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez tê qetilkirin.   10 sal ji ser komkujiyê derbas bûn û jinên kurd bi taybetî jî jinên êzidî yên ku 74 ferman derbas kirine bi felsefeya Sakîne Cansiz xwe bi rêxistin dikin. Du jinên êzidî Berdevka Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî Nur Xerîb û endama Meclîsê Sebrîye Sevgat bibîranînên xwe yên bi Sakîne re rave kirin û diyar kirin ku ew soza ji bo Sakîne dane li erdê naxin.   Ji bo jinên êzidî dibe pêşeng   Nur Xerîb jî yek ji wan jinan e ku di bin bandora Sakîne Cansiz de dest bi xebatan kir û bi hêza wê heya niha li berxwe dide ye. Nur diyar kir di demek kin de Sakîne nas kiriye lewra bandor gelek li ser wê kiriye û got ez dikarim bi van gotinan wan rojan bînim ziman: “Cara yekem li kolanên Berlînê birêz Sakîne bi dayikekê re hate cihê kargeha ez lê dixebitîm. Dibe ku min wê bi cilên sivîl dernexist lê heybeta wê ji rûyê wê xuya dikir. Ez li ber şaş mam. Min ji dayikê bi veşarî pirsî ka ev kîye? Dayikê got ma tu nas nakî heval Sakîne ye. Ez hîn bêhtir şa bûm bi wê kelecana da min. Heval Sakîne ji min re wê demê got ‘weke jinek kurd pêwîst e tu destûrê nedî yên biyanî ji hêza te sûdê bigirin û bişaftina keda te bikin. Di nava me de ewqas kar heye. Pêwîst e tu bi nasnameya xwe ya jinbûn û êzidatiyê erka herî mezin bidî ser milê xwe.’ Ez bi gotina wê re mat mam û min ji nişka ve soz da wê ku ez ê timî ji bo civaka xwe bixebitim. Dema min got ez ê karê giştî bikim wê bi taybetî xwest ku ez karê civaka êzidî bidim meşandin. Gelek girîngî dida rêxistinbûyîna jina êzidî. Timî digot dijmin hem nasnameya jina kurd û hem jî çanda wê ya kevnar hedeg digire. Ji wê rojê şûnde min dest bi têkoşînê kir. Roj bi roj min bi felsefe û hevokek axaftina wê re cihê xwe di têkoşînê de bilind kir.”   ‘Ya girîng mezinkirina têkoşîna rêhevalên me ye’   Nur bi lêv kir dijminan gotin dema me Sakîne qetil kir em ê dawî li rêxistinbûyîna gelê kurd bînin lê ew ê negihêjin armanca xwe. Nurê wiha li ser armanca wan axivî: “Rast bû Sakîne ji bo têkoşîna gelê kurd û bi taybetî jî ya jinê gelek tişt îfade dikir. Ew hem pêşeng hem jî mamosteyek a têkoşînê bû. Bi qetilkirinê re tunekirina vê rêxistinbûyînê kirin armanc. Lê nedizanîn beriya Sakîne jî gelek êrişên mezin pêk hatin lê tu ji van êrişan nekarî me tune bike. Ji ber Sakîne li pey xwe gelek xwedawand hişt. Sakîne ji kargehan, heya bajaran, girtîgehan, çiyan û dîasporayê bi hezaran Sakîne afirandibû. Ger ku em îro xwedî rêxistinek berfireh û mezin bin, ger ku em îro li Şengalê ruxmê ferma 74’emîn dikarin xwe birêxistin bikin, ger em weke civaka êzîdî hîn bi hêztir bin ev hemû bi saya Sakîne û Sakîneyan e. Ber bi komkojiya Parîsê ve cardin ew rojên reş li bîra me dikeve. Ev roj soza me bi bîra me tîne. Ber bi salvegera komkujiya 9’ê Çileyê ve car din 3 rêhevalên me li Parîsê hatin qetilkirin. Ev komkujî dawiya wan nayên. Me berdêlên giran dan û em hîna didin. Ya girîng mezinkirina têkoşîna rêhevalên me ye. Divê em xwedî li evîna wan derbikevin.”   Li ser daxwaza Sakîne sêwana jinên êzidî hat avakirin   Sebrîye Sevgat jî di axaftina xwe de têkoşîna Sakîne Cansiz nîşan da û got qalkirina kesayetek wisa barekî ne hêsan e, giran e, ez ê bibîranînên wê her zindî bihêlim. Sebrîyeyê wiha dewam kir: “Ji min re şansek mezin bû ku min heval Sakîne nas kir. Wê bêyî ku biaxive gelek tiştk fêrî mirov dikir û bandora xwe li ser mirov dikir. Zarokên ew carekê dîtine hîna qala wê dikin. Vê gelekî bala min dikişand. Dema axaftinek tenê dikir jî mirov bi wê axaftinê fêrî gelek tiştan dibû. Hertim ji bo wê azadiya jinê û xwedîderketina wê ya li nasnameya xwe esas bû. Ez bûm şahidê gelek hestên wê. Carnan bi hêrsa xwe dibû volkanek û difûriya, carnan jî bi hestiyariya xwe mîna dayikek tije hezkirin bû. Min destpêkê heval Sakîne ji pirtûkan nas dikir. Şansek herî mezin bû min pê re xebatên gelekî girîng da meşandin. Bi taybetî jî li ser civaka êzîdî em rawestiyan. Timî digot ‘Eslê kurdan êzidî ye û divê hêza wan hêsan neyê destgirtin. Parastina wan parastina çanda kurdî ye. Pêwîst e jinên êzidî li ser vî esasî rabin ser piyan. Pêwîst e ji şoreşa Kurdistanê re pêşengtiyê bikin.’ Komeleyek me ya êzidiyan hebû, lê li ser daxwaza heval Sakîne me sêwana jinên êzidî vekir. Me jinên êzidî got pêwîst e em layiqê heval Sakîne bin û li gorî wê me soza mezinkirina rêxistina xwe da.”   ‘Ev komplo li hemberî têkoşîna jinê bû’   Sebrîyeyê di berdewamiya axaftina xwe de got di her rojên bi tengasiyê de bibîranîna heval Sakîne ji bo me dibe hêz û ev gotinan li ser zêde kir: “Di têkoşînê de, di jiyana taybet de kengî ez bikevim tengasiyê bê guman heval Sakîne tînim bîra xwe. Ev ji bo hemûyan jî derbasdar e. Em ji wê hêzê digirin û bi hêza daye re timî xwe ji mirinên rihî rizgar dikin. Beriya şehadeta wê di demek kin de me hev dîtibû. Herî dawî ji min re gotibû ‘me barekî giran daniye li ser milê jinên êzidî’ bi van gotinan xatir xwestibû. Dema em hînî şehadeta wê bûn cîhana min serû bin bû. Ev komkujî bi awayekî bernamekirî pêk hat. Ev komployek li hemberî gelê kurd, li hemberî têkoşîna jinê bû. Lê wê li pey xwe mîrateyek mezin hişt. Ji bo me bû pêşeng û ev rola wê berdewam dike. Di girtîgehan de, di jiyana rojane di, li çiyan û di nava rêxistinê de divê mirov çawa bijî da fêrkirin. Em bi mezinkirina rêxistina xwe re xwedî li xeyalên Sakîne derket. Xwestin me tune bikin lê me li hemberî wê ji nû ve xwe da jiyîn.”   ‘Girîngiyek mezin dida civaka êzidî’   Sebrîyeyê da zanîn Sakîne Cansiz girîngiyek mezin dida civaka êzidî û wiha berdewam kir: “Dema me heval Sakîne bi cilên gelêrî didît coşa me zêde dibû. Timî digot van cilên spî li xwe bikin, dema dibînim weke perperîkan difirim. Bi taybetî jî ew hêza wê li hemberî civaka êzîdatiyê hebû. Wê li gorî wê wateyê jî gelek tişt fêr kir. Digot pêwîst e civaka êzidî ji rastiya xwe dûr nekeve. Ew ji bo me fîlozefek bû. Ger min di nava çend mehan de nîşe girtiban min dikarî pirtûkek amade bikira û bi dirêjahî qala jiyana wê bikim.”