Li ber Wezareta Dadê çalakî: Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin 2023-01-05 12:00:38     ENQERE - Di çalakiya li dijî tecrîdê ya roja 11’emîn de parlamenterên HDP'ê diyar kirin ku li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin.   Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta ku parêzer û malbat bikaribin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind tê ragirtin û zêdetirî 21 meh in tu agahî jê nayên girtin hevdîtinan bikin, xwestin li ber Wezareta Dadê çalakî li dar bixin. Parlamenterên HDP’ê Erdal Aydemîr, Ayşe Surucu, Îmam Taşçier, Huseyîn Kaçmaz, Hasan Ozguneş, Abdullah Koç, Mahmût Togrûl, Nusrettîn Maçîn, Fatma Kurtulan, Mûrat Sarisaç, Kemal Bulbul û Celadet Gaydali li ber Deriyê Dîkmen ê Meclisê daxuyanî dan.     Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nusrettîn Maçîn diyar kir ku li Îmraliyê hiqûq tune tê hesibandin û got: “Du sal in AKP-MHP li Îmraliyê konsepta şer xistiye dewrê û agahî ji birêz Ocalan û girtiyên cem wî nayê girtin. Maf û azadiya mirovan tune tê hesibandin. Adeta hiqûq li Îmraliyê hatiye qetilkirin. Ev konsepta şer bandorek neyînî li ser hemû beşên civakê dike. Zext zêde dibin. Tecrîda li Îmraliyê niha li ber Meclisê li ser me jî tê meşandin. Li Îmraliyê tecrîd di hundirê tecrîdê tê sepandin. Du caran ceza tê sepandin. Çi dibe bila bibe divê girtiyek siyasî fikr û nêrîna xwe bi xelkê xwe re parve bike. Em bêhiqûqî û şerê li Îmraliyê hatiye destpêkirin qebûl nakin. Dixwazin bi hêza polîsan Gelê Kurd bêdeng bikin. Em viya qebûl nakin. Kevneşopiya gelê kurd a têkoşînek sed salî heye. Em bi tecrîd û neheqiyan dikevin sedsala duyemîn. Tecrîd tê wateya tu hiqûq ku nemaye ye. Em ê li her derê, li Meclisê, li kolanan, li fabrîkayan, li nav zeviyan, li taxan û li her qadên jiyanê qîr bikin û li ber tecrîdê rabin. Tu hêz nikare me bêdeng bike.   Tecrîda li ser birêz Ocalan rakin. Tecrîda li Îmraliyê rakin. Dawî li sepanên kêfî û îşekenceyê bînin. Em ji girtiyên nexweş re azadiyê dixwazin. Bila sala 2023’yan bibe sala azadiya girtiyan û azadiya gelê kurd û gelên bindest.”