‘Em ê peymanê şûnde bigirin’ 2023-01-05 09:13:26   Marta Somek   STENBOL - Lijneya Daîreyên Doza Îdarî ya Şûreya Dewletê biryara red a der barê Ji Peymana Stenbolê derketin ‘li gorî hiqûqê dît’ û erê kir. Endama Ekîba parastina KÎH-YÇ Ezel Buse Sonemezocak biryar nirxand û zanîn ku wê bibin DDB’ê û wiha got: “Ji ber me ev bi îmzeyekê qezenc nekiriye em bi îmzeyekê jî dest ji vê bernadin. Teqez em ê Peymana Stenbolê şûnde bigirin.”   Peymana Stenbolê ku jin û zarok û LGBTÎ diparas di şevekê de ji aliyê Serokomar Tayyîp Erdogan ve di 20’ê adara 2021’ê de hat feshkirin. Piştî vê biryara di 1’ê tîrmeha 2021’ê de di rojnameya fermî de hat weşandin.   Doz bi rûniştinê hatin dîtin   Piştî vê gelek jinan û rêxistinên jinan ji bo betalkirina biryarê serî li Şûreya Dewletê dan. 10’emîn Daîreya Şûreya Dewletê hinek serlêdanên ji bo betalkirina biryarê red kir û dozên bi daxwaza betalkirina biryarê bi runiştinî dît. Dozgerê daniştayê her çiqas biryara betalkirina biryarê bide jî 10’emîn Şûreya Dewletê Daniştayê biryara serokomkariyê di cih de dît û biryara red da dozê.   Biryar li gorî hiqûqê hat dîtin   Lijneya Daîreyên Doza Îdarî ya Şûreya Dewletê (DÎDDK) jî di rojên borî de bi pir dengî biryara red a 10’emîn Daîreya Şûreya Dewletê erê kir û got biryar li gorî hiqûqê ye. Li ser vê di serî de jinan û gelek aliyan bertek nîşan da.   Endama Ekîba Parastina Komeleya Çareseriyên Nû- Mafê Mirovan a Jinan (KÎH-YÇ) Ezel Buse Sonmezocak der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.   200 doz hatin vekirin   Ezelê destnîşan kir ku der barê biryarê de ji baro, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan û şexsî li Daniştayê hejmara dozê hatine vekirin ji 200’î zêde bûne û niha hemû di asta temyîzê de ne. Ezelê wiha dirêjî dayê: “Doza Komeleya me vekiriye hîna didome. Dozên din yên hatine vekirin di asta ewil de ne. Hîna biryar derneketine. Biryarên hatine dayîn bi riya çapemeniyê hatin parvekirin. Di çapemeniyê de nûçeyeke ku Lijneya Daîreyên Doza Îdarî ya Şûreya Dewletê biryara feshkirinê li gorî ‘hiqûqê dîtiye’ heye. Hîna biryar negihiştiye aliyan. Biryareke ku ku ketiye ser perla UYAP niha tune ye. Li aliyekî din jî nûçeyek wisa heye. Li aliyê din jî hîna dozên di asta ewil de ne hene.”   Peyman mîlyonan kesî eleqeder dike   Ezelê daxuyakirin ku biryara bi hincet nehatiye ber destê wan û wiha dirêjî dayê: “Ev bi çend dengî derket holê, gelo bi pirdengî an jî bi yek dengî derket. Gelo bi kîjan argumanî li gorî hiqûqê hat dîtin. Nirxandina vê di vê astê de ne pêkane.Her çiqas bi sifata serokomariyê ev bê kirin jî çawa dibe ku peymaneke ku mîlyonan kesî eleqeder dike tê vekişandin. Ev bi tena serê xwe dijhiqûqiye. Di vir de jiyan mijara gotinê ne. Em behsa jiyana mîlyonan jin û zarokî, LGBTÎ dikin.”   ‘Kesî peyman diyariyê me nekiriye’   Ezelê di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Ev peyman bi îmzeya kesî diyariyê me nehatiye kirin. Ji ber vê jî me peyman bi îmzeyekê winda nekiriye. Ev mafê me bû, me bi têkoşînê qezenc kir. Em ê ji bo peymanê têbikoşin. Ev bi biryarên çend kesan nikare bê rakirin.  Di dosya me de hîna biryar derneketiye. Em bersiveke erênîj î napên. Em ê her biryarê bibin DDB’ê. Em pêşa dozan bernadin. Em ê teqez şûnde bigirin.”