‘Ez dixwazim bi vekirina atolyeya jinan re, gelek jinan bikim xwedî kar’ 2023-01-05 09:10:57   Medya Uren   AMED - Xurbet Duru ya bi derfetên xwe hînî çêkirina nexş û pêdiviyên weke çente, sehpa bûye wan difiroşe û pê debara xwe dike dixwaze bi vekirina atolyeya jinan re gelek jinên din jî fêrî vî karî bike.   Di bin siya qeyrana aborî de civak her çiqasî pirsgirêkên mezin dijîn jî herî zêde jin bi bandor dibin. Di nava van qeyranan de jin berxwedanên mezin didin. Xurbet Duru ya li navçeya Çinara Amedê dijî bi derfetên xwe fêrî nexşan bû û dest bi çêkirina çenteyan kir. Bi navê “Kevaniya Malê” û dirûşma “Keda Desta, Roniya Çava” hate naskirin û dixwaze bi kurdî atolyeya destê jinan veke û jinan jî bike xwedî ked û kar.   ‘Min hez kir û bi ser ketim’   Xurbet bi lêv kir ger jin bixwazin dikarin bi ser bixin û wiha pê de çû: “Di zarokatiyê de eleqeya min ji nexş û xeyatiyê re hebû. Bi zewacê re em ketin nava xebatên malê. Min li ser medyaya dîjîtal xwe hînî çêkirina çenteyan kir. Hinekî din li gorî çaxa niha min vê jêhatina xwe bi kar anî. Li ser medyaya dîjîtal jî bi sernavên kurdî û parvekirinên kurdî re min xebatên xwe da naskirin. Ev rastî eleqeyek baş hat. Êdî bi vê min debara xwe kir. Ji derdorê gelek kesî ji min re got 4 zarokên te hene tu yê çawa bikaribî vê xebatê jî bikî? Gelek kesan got tu yê zarokên xwe îhmal bikî. Lê li dijî wê min got ger jin bixwaze dikare bike. Pêwîst e em astengan nas nekin. Hezkirin û bawerî cihê her tiştî digire. Bi vê re serkeftin pêkan e.”   ‘Ez dixwazim atolyeya jinan vekim’   Xurbet bi lêv kir ku bi hewldana xwe re ew gihaştiye serkeftinekê û dixwaze hemû jinan jî fêr bike. Xurbet wiha armancên xwe rêz kir: “Gelek jinên pêdiviya wan bi li ser lingê xwe rawestin, heye. Gelek jinên me jî mixabin an ji ber şert û mercan an jî ji ber hişmendiya civakê nexwendine. Ez bi taybetî  dixwazim ji wan jinan re bibim alîkar. Ji ber vê dixwazim di pêşerojê de karê xwe mezin bikim û ji bo jinên din jî bibim alîkar. Bi vekirina atolyekê re hem fêr bikim hem jî ji bo jinan qadek hilberandinê biafirînim. Ev ji bo min gelek girîng e.”   ‘Qeyran bandorê li me dike’   Xurbet bi lêv kir ku bandora qeyranê gelek li ser pêşvebirina kar heye û wiha berdewam kir: “Her ku diçe qeyrana heyî xirabtir dibe. Mixabin ev jî bi zêdahî bandorê li me dike. Tiştên min berê distend niha ez 3 qad girantir distînim. Heya ez çêdikim jî kedek mezin didim û mixabin dema difiroşim jî gilî tên. Gelek kes dibêjin biha ye. Lê li gorî tiştên em distînin û çêdikin em erzan jî didin. Hertişt giran bûye û rewşa gel ne baş e. Hêvî dikim demildest ev rewş were çareserkirin.”