Peyrûze Kurt: Min Egîd kir mêvanê Çiyager û Mazlûm Dogan 2023-01-04 09:24:42   Rojda Aydin    AMED - Dayika Aydin Kurt, Peyrûze Kurt ku piştî 7 salan cenazeyê kurê xwe wergirt, anî ziman ku di lêgerîna vê pêvajoyê de bi gelek zext, zordarî û gefan re rû bi rû mane û got: “Bila dayîk zarokên xwe bêkes nehêlin. Egîdên me ne bêkes in. Min Egîd kir mêvanê Çiyager û Mazlûm Dogan.”   Di salên 2015-2016’an de li gelek bajarên Kurdistanê qedexeya derketine li derve hatibû îlankirin. Ev qedexe di dîrokên cuda de li bajarên Gimgim, Cizîr, Silopî, Nisêbîn, Gever, Farqîn, Sûr jî di nav de li 7 bajar û 35 navçeyan qedexeya derketina li derve hatibûn îlankirin. Li navçeya Gever a Colemêrgê  qedexeya derketina derve 5 caran hat îlankirin. Li navçeyê qedexeya herî dirêj ku 79 rojan dewam kiribû, di navbera 13'yê adar û 31'ê cotmeha 2016'an de hatibû îlankirin. Di dema vê qedexeyê de zêdetirî 90 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û hin jî cenaze radestî malbatan nehatin kirin.   Di bin dorpêçê de defin kirin   Ji van cenazeyan yek jî yê endamê Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) Aydin Kurt (Egîd Dildar) bû. Piştî 7 salan cenazeyê Aydin radestî malbatê hat kirin. Malbata Aydin ku encama xwîna wan a DNA’yê derket û li ser vê yekê çûn Goristana Bêkesan a li Erziromê. Malbat piştî ku cenazeyê xwe wergirt şûnde, di 2’yê çileyê de anîn li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rêzanê ya Amedê di bin dorpêça polîsan de defin kirin.   Malbat koçberê Îzmîrê dike   Malbata Aydin bi eslê xwe ji gundê Kirkdîrek a navçeya Stewrê ya Mêrdînê ye, di sala 1989’an de ji ber rewşa aboriyê neçar dibînin koçberê Îzmîrê dibin. Aydin jî di 1’ê gulana 1994’an de li Îzmîrê di nava malbateke welatparêz de, wek zarokê 2’yemîn tê dinê. Aydin ê ku di temenê biçûk de zext û zordariyê nas kiriye, bi hişmendiya zanistî xwe bi rêxistin dike. Di çileya 2016’an de tevlî YPS’ê dibe û piştî du mehan di encama êrişan de jiyana xwe ji dest dide.      Dayika Aydin, Peyrûze Kurt behsa lêgerîna cenazeyê kurê xwe ya 7 salan ji ajansa me re kir.     ‘7 sal in lêgerîna min bênavber berdewam kir'     Peyrûze, anî ziman ku lêgerîna wê ya 7 salan di nava gelek zor û zehmetiyan de derbas bûye û got bi xemgînî, êş û jan derbas bûye. Peyrûze, bi lêv kir ku li aliyekî ve jî bi moral û bi hêvî lêgerîna xwe domandiye û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Hêviyê min ew bû ku ez rojekî wî bibînim. Ez her êvarê dema ku radiketim bi hêviyekî sibehê agahiyek bigirim. Ez her sibe bi hêviyekî radibûm. Ji 2016’an heta 2023’yan ev lêgerîna min bênavber berdewam kir. Ger ku ez behsa vê lêgerînê bikim dê pirtûkek jê derbikeve. Her ku hêviyên min mezin dibûn, hêviya min bi dîtina wî derbas bû. Ji bo ku kurê xwe bibînim li ser piyan mam. Bi bi wê morel û hêviyê li ser piyam mam. Hêviyên min bi cih hat. Ez bi wî serfiraz û serbilindim. Ez gelek kêfxweş bûm ku min wî dît.”   'Ew bêhna xwîna kurê min bû...'   Peyrûze, destnîşan kir ku di pêvajoya vê 7 salî de ji bo cenazeyê kurê xwe bibîne bi dehan caran serî li saziyan daye û wiha axaftina xwe domand: “Lê her serlêdanên min bê bersiv man. Ji min re digotin ne li vir e. Wan çiqasî înkar dikir jî ez bi ser wan de diçûm. Min ji bo DNA'yê xwîn da lê winda kirin. Lê bi rêya ÎHD’ê dîsa min serîlêda. Me daxwaznameyeke nivîsî şand Gever û Îzmîrê lê gotin ne li cem me ye. Di daxwaznameya dawiyê de jî dîsa heman bersivê dan min. Lê min ji parêzerê xwe re got; Heta ez cenazeyê kurê xwe nebînim ez ê biçim li ber edliya Geverê rûnim. Heta ew cenazeyê min nedin ez ê nobetê bigirim. Min dizanî kurê min şehîd ketiye û cenaze di destên wan de ye. Min zanibû birine morga Erziromê. Dema ku ez ketim morgê bêhna xwînê li rûyê min ket. Ew bêhna xwîna kurê min bû. Dayîk bêhna xwîna zarokên xwe dizane. Min ji wan re got ez zanim cenazeyê me li vir e. Min got çi dibe bila bibe ez ê cenazeyê kurê xwe bibînim. Her şeva ku min serê xwe dadanî ser balîf min digot ‘lawo çima ez saxim tu bêkesî’. Lê dawiya dawî min kurê xwe dît.”   ‘Egîdek çû lê bi hezaran Egîd li ser şopa wan bin’   Peyrûze, bang li malbatan kir ku li Goristanên Bêkesan tijî zarokên wan in û wiha bang li malbatan kir: "Zarokên me di gorên bêkesan de hatine definkirin. Bila dayik zarokên xwe bêkes nehêlin. Ew hemû zarokên me ne. Ew leheng lehengên me ne. Me wan bi şîrê bedena xwe xwedî kiriye. Em wan çima li gorên bêkesan de bihêlin? Em biçin zarokên xwe werbigirin. Em bînin li ser xaka xwe defin kin ku cejnan de biçin li ser gorên wan. Bila malbat li pey zarokên xwe bisekinin heta dibînin. Ew leheng ji bo xaka xwe canê xwe feda kirine. Ev hemû ax cih û warê wan e. Em naxwazin cenayên zarokên me ji hêla pegalê ve werin desteserkirin. Ji ber wê em dixwazin ser xaka ku defin bikin. Egîdên me ne bêkes in. Egîdek çû lê bi hezaran Egîd li ser şopa wan bin. Ew hêviya me tim heye.   ‘Min Egîd kir mêvanê Çiyager û Mazlûm Dogan’   Peyrûze, destnîşan kir ku piştî 7 salan cenazeyê kurê xwe dîtiye û axivî: “Egîd xweseriyê gelek hez dikir. Ji bo gel û xweseriyê çû tevlî têkoşînê bû. Egîd rêhevalê Çiyager bû. Min digot ger ez cenazeyê Egîdê xwe bibînim bibim Amedê û bikim mêvanê Çiyager. Min got ez ê kurê xwe bikin mêvanê Mazlûm Dogan. Min cenazeyê Egîdê xwe dît û kir mêvanê wan. Zarokên me li cihê xwe bila rehet rakevin. Bi hezaran hevalên wan li ser şopa wan e. Em gelek serbilind û serfiraz in.”   ‘Çi dibe bila bibe dê dawî bi heybet be’   Peyrûze, bi van hevokan behsa kurê xwe kir: “Kurê min li dijî zilm û zextan bû. Xwesteka kurê min ew bû ku wek ciwanên kurd li ser xak û welatê xwe azad bin. Kurê min nedixwest di bin zilma pergalê de bimîne. Kurê min jî zanibû bedelê wê jî girane. Wekî Çiyager gotibû ‘Çi dibe bila bibe dê dawî bi heybet be.’ Şehîd Aydin jî vê tiştê zanibû. Kurê min jî dixwest gel ne di bin zilm û zordariyê de, di nav jiyanek azad, aştî  û xweşî de bijî. Ji ber vê yekê berê xwe da nav têkoşîna xweseriyê. Ji me re got ez diçim kar û xatir ji me xwest û çû.”   ‘Çekên xwe danîn ser sînga min'    Peyrûze, destnîşan kir ku di dema lêgerîna cenazeyê kurê xwe de bi zext, zordarî û gefan re rû bi rû maye û wiha behs kir: “Piştî kurê min gelek caran bi ser malê de girtin. Gelek caran bi rêya telefonê polîsan me digeriyan û me aciz dikirin. Her ku telefonê li me dikirin digotin ‘kurê te li ku derê ye?’ Min ji wan re got ez nizanim li ku derê ye. Ji min re gotin ‘Bisekine dema me cenaze dît em ê serê wî jêkin û ji te re bişînin’. Min jî bersivan wan da û telefonê li rûyê wan de digirt. Piştî wê axaftinê êdî li min negeriyan. Lê kurê min ê dinê digeriyan. Rojekî hatin bi ser malê de girtin û gotin ‘Aydin li ku derê ye?’ Min got ez nizanim. Piştre gotin ‘Me wî kuştiye, agahiya te heye?’ Min ji wan re got ‘Hûn vê tiştê dibêjin, lê ji vê girantir tiştekî nîne’. Li ser vê gotina min bêdeng man. Min ji wan re got êdî zarokên min aciz nekin. Dema ez ne li malê bûn diçûn zarokên min ên dinê aciz dikirin. Dema ku min ji bo cenazeyê kurê xwe saziyên fermî digeriya, telefonê li rûyê min digirtin. Çekên xwe danîn li ser sînga min. Lê min ji wan re got heta ez kurê xwe nebinim ez neasekinim.”   ‘Me dibin dorpêçê de cenazeyê xwe defin kir’   Peyrûze, da zanîn ku 2’yê çileyê de dema cenazeyê xwe anîn Amedê defin bikin rastî gefên polîsan hatine û wiha pê de çû: “Di têketina Amedê de gotin li ser rêxistinê tu yê tu tiştekî nebêjî û neaxivî. Gotin behsa rêxistinê neke. Gotin ‘Ger biaxivî dê xirap be’. Lê min got hûn nikarin axaftina min qedexe bikin. Lê destûrê nedan ku kes tevlî bibe. Di bin dorpêçê de me cenazeyê xwe defin kir. Ji Erzirom, Çewlîg û heta Amedê em hatin şopandin.”   ‘Êdî bes e’   Peyrûze, di dawiyê de got bila tu malbat zarokên xwe bêkes nehêle û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dayikên ku zarokên wan winda ne bila wan bigerin heta ku cezayên wan dibînin. Bila zarokên xwe ji gorên bêkesan bigirin. Bi hêviya ku rojekî wê azadî û aştî pêk were. Bi hêviya ku nema xwîn birije û dayik bigirîn. Bila rondikên çavên dayikan bisekine. Em jî dixwazin li ser xaka azad bijîn. Zarokên me ne ji bo mirinê hatine dinê, ji bo bijîn hatine dinê. Zarokên me ne ji bo şer û kîmyasalê hatin dinê. Tu dayikek naxwaze zarokên xwe winda bikin. Em ji vê şerê re dibêjin êdî bes e.”