Dayika Gulistan Doku: Ev sê sal in ji bo aqûbeta keça xwe, li berxwe didim 2023-01-04 09:06:16     Medya Uren-Şehrîban Aslan    AMED - Ji ser wendabûna Gulistan Dokû re 3 sal derbas bûn. Ango 3 sal in di dosyaya lêpirsîna aqûbeta Gulistan Doku de tu pêşketin nehat bidestxistin. Dayika Gulistan, Bedriye Doku da zanîn ew di serî de jî hatine xapandin û wiha dewam kir: “Ev 3 sal in ew li dibistanê venegeriya, ev 3 sal in ez li benda wê me. Kesî soza xwe negirt û hewl dan me bixapînin. Ez ê ji bo Gulistanek din wenda nebe têbikoşim.”   Xwendekara Zanîngeha Munzurê ya Dêrsimê Gulistan Doku di 5’ê Çileya 2020’î de bi awayekî bi guman winda bû. Malbata Gulistan di heman rojê de hatin Dêrsimê û serlêdana "rapora windakirinê" kirin. Di dema ku xebatên lêgerînê yên li ser windabûnê hatin destpêkirin, hat diyarkirin ku herî dawî telefona Gulistan Doku li ser rêya Sarisaltuk a li ser Gola Bendava Uzunçayirê sînyal daye. Ji ber îhtîmala ku Gulistan bikeve avê, li Çemê Mûnzûrê xebatên lêgerînê hatin kirin; lê di lêgerînê de tu şopa Gulistanê nehat dîtin. Li gel hemû daxwaz û rexneyên malbat û parêzeran jî lêgerîna Gulistanê ya li bejahiyê nehat kirin, rayedarên dewletê jî bi îdiaya “di avê de ye” lêpirsîn bi baldarî nekirin.   Lêpirsînek bi bandor nehat meşandin   Bersûcên sereke yên bûyerê, Zaînal Abarakov û bavê wî Engîn Yûcel ê ku polîs e heta îro nehatine girtin û der barê wan de lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Lê her çendî di tebaxa sala borî de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê ve derbarê windabûyina Gulistan Doku de lêpirsîn hat destpêkirin jî, tu encam nehatine bidestxistin.   Pêşnameya li parlementoyê hate redkirin   Malbata Gulistan a ji serlêdanan encam negirt, di meha çileyê de li ber Edliyeya Dêrsimê tevî sermayê dest bi nobedê kirin. Saziyên jinan, partiyên siyasî û rêxistinên kedê piştgirî dan çalakiya nobedê. Malbata ku ji vê yekê jî nekarî encamê bigire, di 2'yê Sibata 2022'yan de ji Wezareta Edaletê daxwaza hevdîtinê kir. Hevdîtina ku ji Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag hat xwestin bi hinceta "ne amade ye" hat redkirin. Li ser vê yekê polîsan mudaxeleyî malbata ku bi wêneyên Gulistan Doku li ber Wezareta Dadê nobed digirt, kir. Dema ku malbat ji aliyê polîsan ve hatin kaşkirin hatin binçavkirin, piştî kontrola nexweşxaneyê bêyî ku tu çalakiyê bikin serbest hatin berdan. Ji bo malbat dengê xwe bide bihîstin çû meclîsê û bi nûnerên partiyên siyasî re hevdîtin kirin.   AKP’ê di 23’yê Sibata 2022’yan de pêşnameya lêkolîna aqûbeta Gulistan Doku red kir û bersûcê sereke yê windakirina Gulistanê Zaînal Abarakov jî bi gotina “tenê peyam şandiye û der barê bûyerê de agahiya wî tune ye” parastiye.   Bersûc tu ceza negirt   Zaînal Abarakov ê ku di 17'ê Adara 2022'yan de li Alanyayê hat binçavkirin, bi qedexeya derketina derve hat berdan, tevî îfadeyên xwe yên dijber ên li dozgeriyê jî hat berdan. Wekî din, di 18ê Adara 2022'yan de hat eşkerekirin ku Zainal Abarakov 6 mehan îmze nekiriye, di heman demê de divê şertê kontrola qanûnî îmze bikira. Zaînal Abarakov ê ku di 17'ê Adara 2022'yan de li Alanyayê hat binçavkirin, bi qedexeya derketina derve hat berdan, tevî îfadeyên xwe yên dijber ên li dozgeriyê jî hat berdan. Wekî din, di 18’ê Adara 2022'yan de hate eşkerekirin ku Zainal Abarakov 6 mehan şertê kontrola qanûnî  ya ku pêwîst bû îmze bike, nekiriye.   Jin ji bo aqûbeta Gulistan tim li qadan bûn   Tevî hemû bûyeran, rêxistinên jinan ên li Tirkiye û Kurdistanê, bi taybetî rêxistinên jinan ên Dêrsimê, ji bo hînbûna aqubeta Gulistanê gelek çalakî li dar xistin. Çalakiyên ku dihatin lidarxistin car caran rastî êrîşa polîsan hatibin jî jinan qet dev ji pirsîna pirsa “Gulistan Doku li ku ye?” bernedan.   ‘Me xapandin’   Dayika Gulistan Doku Bedriye Doku di serî de spasiya xwe ji pêkhateyên jinan û partiyên siyasî yên bi bûyerê re eleqeder bûne kir û wiha dest bi axaftinê kir: “Gelek jin bi me re bûn alîkar. Herwiha çapemenî jî bi wî rengî. Lewra yên nexwestin ev bûyer derbikeve holê her tişt kirin. Beriya 3 salan ji aliyê mêrekî ku têkiliya yek bi yek bi dewletê re heye ve pêk hat. Hemû pêkhateyên girêdayî dewletê jî ser bûyerê girtin. Ango ji bo em negihêjin encamekê, hemû delîl jî ji holê rakirin. Ji bo demê qezen bikin jî me xapandin. Gotin keça we xwe avêtiye barajê. Me jî got ma em keça xwe nas dikin, ya duyem ma çikiriye wê xwe bikuje. Me jî îhtîmal dayê û em ketin xefika wan. Em di nav barajê de li Gulistan geriyan. Lê wê întîxar nekiriye. Bi salane weke karekî em diçûn ber barajê û dihatin. Me hêviya xwe dan wir.”   'Zarokên we saetekê dereng ji dibistanê tê hûn çidikin?'   Bedriye bi bîr xist ku ew ji derveyî nobedên girtine heyanî Enqereyê çûne û hewara xwe gihandine meclîsê. Bedriye wiha pê de çû: “Em çûn gel hemû partiyan. HDP û CHP’ê alîkarî dan me û ji bo komîsyonek ji bo dîtina Gulistanê were avakirin dengê xwe bi kar anîn. Lê belê AKP-MHP'ê me ji derî vegerandin û daxwaza me red kirin. Encam neket destê me û li gel hemû têkoşîna me tu geşedanên erênî rû nedan. Bila hemû jî xwe tenê saetekê bixin şûna min. Ger zarokên wan tenê saetekê dereng ji dibistanê tê çi dikin. Keça min 3 sal in ji wê dibistanê venegeriyaye.”   ‘Li dijî çareseriyê ceza li me hat birîn’   Bedriye bertekên xwe li hemberî hikûmetê nîşan da û got: “Em 2 salan li Dêrsimê di nava berfê de rûniştin. Li dijî çareseriyê hatin ber me û me xistin bin çavan. Me kirin nav maşîneyekê û gotin em we dibin nexweşxaneyê. Me got em ne nexweş in tiştekî me tune ye, em nehatine Dêrsimê herin nexweşxaneyê, em hatin Gulistanê bibînin. Gotin biçin piştî hefteyekê werin em bersivekê bidin we. Em xizan in. Rewşa me tê zanîn. Gelo ez ê çawa bikaribim her roj herim Enqere, Dêrsimê û li van kolanan bigerim. Ruxmê vê jî hewldanên me bi binçavkirin û cezakirinê hate xelatkirin. Em car din çûn Enqereyê. Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu hate bi me re axivî û soz da me. Got ez ê wî kesî bidim girtin û bûyerê çareser bikim. Em ji her tiştî bawer dikin. Weke wan xapandinên din me ji vê jî bawer kir. Em hatin mal û piştî mehekê ew mêrik girtin. Hinek be jî em kêfxweş bûn lê çawa xistin hundir, di deriyê piştê re derxistin. Sozên dan neanîn cih”   ‘3 sal in min keça xwe himbêz nekiriye’   Bedriye bi lêv kir ku wê sê sal in keça xwe himbêz nekiriye û wiha pê de çû:"Ez nizanim miriye, sax e, çi bi serê wê hatiye û nizanim ka wê sar e yan na. Ez dayik im û 3 sal in min keça xwe himbêz nekiriye. Ev sê sal in ez ranakevim. Berê min li vê kolanê ye. Ez temaşeyê derî dikim ka wê Gulistan ji nişka ve li derî bixe? Ez hîna li bendê me. Bi rojan li hêviya wê me. Ji bo wê hizûra mala min nema ye. Ger qetil kiribin jî ez dixwazim mezelekî wê hebe. Mirin emrê xwedê ye lê bila ez bikaribim li ser mezelê wê dua bikim û axa wê himbêz bikim. Ez weke dayikekê vê îşkenceya tê de me dibêjim. Bila pêkhateyên jinan jî bi heman rengî dengê xwe bilind bikin. Bila Gulistanek din wenda nebe. Gulîstanek çû bila yek din neçe. Bila êdî kezeba dayikan neşewite.”