‘Evîn Goyî her tim ji bo jinan nimûneya jina têkoşer bû’ 2023-01-04 09:02:05     Medya Uren   AMED - Pêşengra Tevgera jinên Kurd Evîn Goyî li cihê komkojiya sala 2013’an de bi heman komplogeriyê hate qetilkirin. Rêhevala wê Cahîde Evîn li ser têkoşîna wê axivî û wiha got: “Ew ji zarokatiya xwe ve bi hezkirina çiyan û welat re mezin bû. Her tim bi sekna xwe re ji bo gel û bi taybetî jî ji bo jinan bû nimûne. Li hemberî eşîr û li hemberî desthilatdariya dewletê bû serkêşa herî mezin.”   Yek ji pêşengên tevgera jinên Kurd Evîn Goyî (Emîne Kara) ji cihê tevlîbûnê Qilabanê heyanî çiyan, Rojava û Ewropayê bi sekna xwe bû serkêş. Ji bo jina kurd û hemû Rojhilata Navîn yek ji jinên nimûne bû. Piştî 10 salan li cihê şehîd Sakîne Cansiz lê hatiye qetilkirin, li Parîsê di 23’yê Kanûna 2022’yan de komploya duyem pêk hat û pêşenga jina kurd Evîn Goyî hedef hate girtin.   Evîn Goyî di sala 1977’an de li gundê Hilal a girêdayî navçeya Qilabana bajarê Şirnexê ve ji dayik dibe. Di salên 1988’an de jî beşdarî nava refên gerîla dibe. Malbata wê jî ji ber êrişên dewleta tirk ên di salên 1993 – 1994’an de koçî Başûrê Kurdsitanê dibe. Evîn Goyî di serî de li çiyan erkê digire û piştre jî li gelek qadan kedeke mezin dide. Li wargeha penaberan a ku malbata wê jî lê koçber bûye û li Başûrê Kurdistanê jî dixebite. Dema çeteyên DAÎŞ’ê êrişî Şengalê dike ew civaka êzidî pêşwazî dike û wan derbasî Rojava dike. Li Rojava jî di nav şer de li hemberî çeteyan li berxwe dide û birîndar dibe. Piştî birîndar dibe, ji bo tedawiyê derbasî Ewropayê dibe.   Têkildarê Evîn Goyî rêhevala wê ya bi salan Cahîde Goyî ji ajansa me re axivî.   ‘Mîlîtanek rast û rêhevalek rast bû’   Cahîde bal kişand ser rêhevaltiya Evînê û wiha got:"Evîn di rêwitiya têkoşîna azadiyê de xwedî kedek mezin bû. Ew di temenekî biçûk de ev rêwîtî hilbijart û evîna xwe ya azadiyê bi wê re parast. Ew di zarokatiya xwe de jî xwedî taybetmendiyek tije hezkirin û bi hêz bû. Di têkoşîna azadiyê de jî ew taybetmendiya xwe pêşdetir bir. Bû têkoşerek jin a di her aliyî de têr û tije. Bi aliyên xwe yên hezkirina xwezaya Kurdistanê, rêhevaltiya xwe re gelek dihat naskirin. Ev taybetmendiyên wê yên balkêş bûn ku dixwazim bi taybet destnîşan bikim. Bi her kesî re dikarî hevaltiyek xurt deyne. Bi biçûk û mezinan re heman bû. Di heyîna wê de beş û sîstemek hîyerarşîk tune bû. Ji ber vê jî her tim gelek nazik bû û xweş diaxivî. Zû bi zu kes nedişkand. Mîlîtanek rast û rêhevalek rast bû."   ‘Jina fedekar û kedkar a Botanê ye Evîn’   Cahîde da zanîn Evîn, jina fedekar û kedkar a Botanê ye. Cahîdeya her tim hezkirina wê ya ji welat û çiyan re bi bîr tîne wiha didomîne: “Ya li hemberî welat û çiyan hîs dikir ji evînê wirdetir bû. Em dikarin ji pêvajoya tevlîbûna wê ya nava refên gêrîla jî vê yekê baş fam bikin. Di wan deman de bi giştî beşdarbûna jinekê şerm dihat dîtin. Di nav Goyan de jî ev hişmendî serwer bû. Herçiqas ev hişmendî hebe jî di nava xwe de gelek evîndarên weke Evîn mezin kirin. Evîn jî yek ji wan bû ku hezkirina wê hemû dîwarên şerm û tirsê hilweşand.”   ‘Bi beşdarbûna xwe re bandorek mezin ava kir’   Cahîde pêvajoya Evîn beşdar bûye bi van gotinan temam kir: “Yek ji herêmên herî zêde zext û zilm li ser dihat meşandin jî Qilabanê bû. Di heman demê de polîtîkayek taybet a bê zanist û paşverûtî ferz dikir lê dihat meşandin. Ez dikarim bêjim hemû kesên li vir beşdar bûne bi awayekî hestiyar, ji bo hezkirin û tolhildanê rabûn. Ji ber rêyek tenê hebû yan tu yê berê xwe bidî çiyayê Kurdistanê yan jî tu yê di bin zextan de, bi teslîmbûna sîstemê re tune bibî. Hemû gundên me hatin valakirin û zextên giran ên teslîmbûnê dihat meşandin. Evîn li hemberî wê zilmê û li hemberî hişmendiya eşîrtiyê jî xwedî li hezkirina xwe derket û ji bo jinên herêmê bû pêşengek mezin. Di temenê xwe yê biçûk de beşdar bû û bi wî temenê xwe ve bandorek mezin hîna di serî de, afirand. Di wê demê de jî hîn nû partî dihat naskirin û zanabûna gel çêdibû. Li hemberî tunehesibandina gelê kurd şiyarbûnek pêk dihat.”   ‘Tim di nava hewldanên xwe yên pêşxistinê de bû’   Di nava têkoşînê de ji erkên biçûk heya yên mezin girt ser milê xwe. Di 91’ê de ew tê bîra min li lojistîkê bû. Piştre bû fermandara mangê. Li pey wê bû fermandara desteyê. Her ku diçû erka wê mezintir dibû. Sedema vê jî ked û hezkirina wê bû. Di pêvajoya 91-92’yan de ji bo me salên zehmet bûn. Heval Evîn jî di wê pêvajoyê de fermandariya desteya têkel dikir. Dema xweseriya desteya jinê derket pê ve ew bi taximê xwe ve hat di beşa xweser a leşkeriyê de cih girt. Gelek hesas nêzî kedê dibû. Di şer de jî fikara wê ya divê ez hevala xwe bi tenê nehêlim hebû. Dema erk dihat parvekirin yekser berpirsyarî hildigirt ser milê xwe. Herkes nikare vê bike. Her tim ji bo kesayeta xwe di aliyê bîrdozî û zanatiyê de pêş bixe di nav hewldanan de bû. Cahîde wiha berdewam kir: “Evîn di sala 1998’an de diçe saheya rêbertî û li wir jî ji komployê haydar dibe û ev ji bo wê dibe birînek mezin. Bi komployê re hêrsa wê mezintir dibe. Ji bo azadiya rêbertî li dijî tecrîdê û komployê her tim têdikoşe. Ji bo rêbertiyek azad û welatekî azad çi ji destê wê dihat her tim zêdetir dikir. Çawa wê bikaribe di vî warî de pêşengtiyek rast bike hewl dida.”   ‘Hêzên komploger tucar negihiştin armanca xwe’   Cahîde bal kişand ser qetilkirina Evîn Goyî û got: “Ev koployek bernamekirî bû. Ger em qala hêza komploger, faşîzma AKP-MHP’ê, hêzên tarî yên di pêşengtiya gladyo de dikin ji xwe sedem û armanca komploya li dijî heval Evîn jî eşkere dibe. Komploger diyar in. Tiştê kirin hedef jina azad, nasnameya azad bû. Ji ber ku heta niha di tu bernameyên xwe de bi ser neketin. Ger em bala xwe bidinê hêzên tarî yên komploger di şehadeta gelek jinên şoreşger de rola sereke lîstine. Bi heval Evîn re komkojiya duyemîn li Parîsê pêk hat. Yên ku heval Sakîne, Fîdan û Leyla qetil kirine û yên îro sê rêhevalên me qetil kirine heman hişmendî ye. Li ku derê kurdek bikaribe xwe pêş bixe û ji gelê xwe re pêşkêşiyê bike wê dikin hedef.”   ‘Ew nikarin bi faşîzmê bi ser bikevin’   Cahîde da zanîn ne Hakan Fîdan ne Erdogan ne jî Suleyman Soylu wê nikaribe bi vê faşîzma xwe me tune bike û wiha berdewam kir: "Ji ber ku doza me dozek mafdar û rast e. Jina kurd di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, di şoreşa gelê kurd de bi fikir û ramanên Rêber Apo pêşengî kir û vê hêza xwe dan nîşandan. Heval Evîn yek ji wan pêşengan bû. Heval Evîn li Rojava jî bi heman rengî têkoşîn kir û birîndar bû. Ji bo tedawiyê hatibû Ewropayê. Ev ne tenê qetilkirina jinek kurd e. Ev êrişa li hemberî wê nasnameyê ye. Di salên dawî de nimûneyên vê pir in. Qetilkirina heval Sara li Parîsê, qetilkirina Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê hemû jî bi heman armancî ne. Heval Evîn li pey xwe îdiayek xurt, bawerî, hezkirin, sekna bi hêz ji bo me, kire mîrate."