‘Nobeda Edaletê qediya lê têkoşîn neqediya’ 2023-01-03 09:04:04     ÎZMÎR - Xizmên girtiyan diyar kirin ku Nobeda Edaletê biqede jî lêgerîna edaletê wê bidome ji vir şûnde jî heta ku edalet pêk neyê wê têkoşîn bidome.   Xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin li Îzmîrê Nobeda Edaletê dabûn destpêkirin û salekê berdewam kiribû. Nobeda malbatan di 18’ê Kanûnê de bi dirûşma ‘Ji girtiyan re azadî, tecrîd bila bi dawî bibe’ meşek pêk anîn û nobet bi dawî kirin. Polîsan êrîşê meşê kiribûn û gelek welatî binçav kiribûn.   Malbatên girtiyan diyar kirin ku bi fînala Nobeda Edaletê re têkoşîna wan neqediyaye û gotin heta tecrîd neşkê wê têbikoşin.   ‘Zilma li Îmraliyê li ser gel e jî’   Dayika girtiyê bi navê Bayram Kaymaz ê li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Tekîrdagê dimîne, Medîne Kaymaz ku yek ji berxwedêrê Nobeda Edaletê bû diyar kir ku ew zilma li girtîgehan û zilma li derve qebûl nakin û ji ber vê Nobeda Edaletê dabûn destpêkirin. Medîneyê wiha dirêjî dayê: “Tevî cezayê girtiyan diqedin poşmanî li girtiyan tê ferzkirin û înfaza wan tê şewitandin. Li ser Abdullah Ocalan tecrîdek giran heye. Gelo kesekî 30 sal girtî be çawa poşmaniyê qebûl bike. Ew qebûl bikin jî em vê zilmê qebûl nakin. Me Nobeda Edaletê qedand lê em dest ji têkoşînê bernadin. Em Dayikên Aştiyê ne. Rêberê Gelê Kurd heps kirin. Derî li ser girtine. Ne malbat ne parêzer dikarin biçin. Bi mîlyonan Kurdî ew wek îrade qebûl kirine. Çend ciwanan ji bo wî bedena xwe dan ber agir. Bila dewleta tirk vê baş bizanbibe. Ev zilm li ser gelê Kurd e. Têkoşîn bi wî dest pê kir wê bi wî biqede.”   ‘Fermana komkujiya Parîsê dan’   Medîneyê destnîşan kir ku ew dixwazin bi ziman û nasnameya xwe bijîn û ev tişt bi lêv kir: “Me hêviya edaletê bernedaye. Me dengê xwe bi cîhanê da bihîstin. Hemû kes dizanin ku em dayikên ku edaletê dixwazin e. Em ji bo her kesî aştiyê dixwazin. Bila dest ji vê zilmê û bêdadiyê berdin. Kurd ne Kurdên berê ne. Li ser lingê xwe disekinin. Heta serokatiya wan azad nebe wê dest ji têkoşînê bernedin. Bila dawî li lîstikên xwe bînin. Her roj cihekî hildiweşînin. Hîna duh fermana komkujiya Parîsê dan.”   ‘Ji bo jiyanê em ê têbikoşin’   Medîneyê da zanîn ew ê ji bo jiyanê têbikoşin û wiha dawî lê anî: “Êdî tiştekî bê windakirin tune ye. Me bi hezaran zarokên xwe şehîd dan. Em ji welatê xwe bûn. Zarokên me 30-40 salî girtî dimînin. Em Dayikên Aştiyê ne. Em li dijî zextan serî natewînin. Çi ji destê me bê em ê bikin. Em dest ji têkoşînê bernadin. Em ê ji bo jiyanê têbikoşin.”   ‘Em ji bo girtiyên azadiyê di nobedê de bûn’   Dayika girtiyê bi navê Firat Yagmekan ê li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Kiriklarê girtiye, Sultan Yagmekan jî bal kişand ser Nobeda Edaletê ya ku salek bû berdewam dikir û got bi vê nobetê edalet payîne û bal kişandine ser pirsgirêkên girtiyan. Sultanê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em ji bo girtiyên azadiyê di nobedê de bûn. Zilmê li zarokên me dikin. Zarokên me dişînin girtîgehên dûr û armanca dewletê ev e ku me ji zarokên me dûr bixin. Dê û bav ewqas nikarin biçin cihên dûr. Ji ber aboriyê salê carek an jî du caran dikarin biçin. Lê ew çiqas me dûr bixin jî wê bi ser nekevin. Dilê me ligel hev e.”   ‘Baweriya me bi dewletê tune ye’   Sultanê destnîşan kir ku ew qanûna poşmaniyê qebûl nakin û wiha domand: “Zarokên me piştî 30 salî çima poşman bibin gelo? Girtî li dijî zilma tê kirin wê şûnde gavê navêjin. Ji bo zarokên me çi pêwist be em ê bikin. Baweriya me bi edaleta dewletê tune ye. Baweriya me bi dewletê tune ye. Lê em ê her tim li benda edaletê bin. Dibêjin em xwişk û birayên hev in. Wan rojan me daxuyanî da lê wan her der li me girtin. Nehiştin em daxuyaniyê bidin. Ger ku em xwişk û birayên wan bûna wê wisa nekiribana. Salekê me Nobeda Edaletê girt lê  me edalet nedît. Nobeda me qediya lê têkoşîna me neqediya. Heta zarokên me azad nebin em ê têbikoşin.”