Dayika Fatma Uyar: Fatma mîrateyek têkoşînê ji jinan re hişt 2023-01-03 09:01:30   Sema Çaglak   ŞIRNEX - Di 7’emîn salvegera qetilkirina ji 3 jinên siyasetmedar dayika Fatma Uyar, Hatîce Uyar, diyar kir ku Fatma tu carî paşde gav  neavêt û her tim bi girêdanek mezin têkoşîna xwe dewam kir û got: “Fatma, Sêve û Pakîze mîrateyek têkoşînê ji jinan re hiştin. Jinan û Gelê Kurd xwedî li mîrateya têkoşîna wan derketin.”   Dewleta tirk di çarçoveya plana çokdanînê de, di 14’ê Kanûna 2015’an de li gelek bajarên Bakurê Kurdîstanê qedexeyên derketina derve ragihand. Di bin navê qedexeyan de ji bo komkujiyê bajarên kurdan hatin dorpêçkirin. Li gorî rapora Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di van qedexeyên ku bajarên di bin dorpêçê de bûn; Di navbera 16’ê Tebaxa 2015’an û 18’ê Adara 2016’an de li 7 parêzgeh û 22 navçeyan 63 qedexeyên derketina derve hene, 1 milyon û 642 hezar kes mexdûr bûne û 310 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.   Qedexeya derketina derve ya ku ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve di 14'ê kanûna 2015'an de hatibû îlankirin li navenda navçeya Silopiyayê 37 rojan bênavber dewam kir. Di 4’ê Çileya 2016’an de 3 siyasetmedarên jin ên kurd piştî daxuyaniya ji bo valakirina taxê  dema ji Taxa Karşiyakayê derbasî taxa Yeşîlyurdê bûn, hedef hatin girtin. Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir, li taxa Yeşîlyurd a Sîlopiyê di encama gulebarana ji wesayita zirxî de jiyana xwe ji dest dan.   Her sê jinên sîyasetmedar li dû xwe mîrateya têkoşînekê hiştin û bi hezaran jin îro xwedî li mîrateya têkoşîna wan derdikevin. Bi minasebeta 7’mîn salvegera qetilkirina 3 jinên siyasetmedar, dayika Fatma, Uyar Hatîce Uyar axivî.   ‘Fatma bi wêrekî, fikir û tevgera xwe dihat nasîn’   Hatîce, diyar kir ku Fatma ji zarokatiya xwe ve di nav liv û tevgeran de bûye û wiha behsa taybetbendiyên kesayeta keça xwe kir:“Fatma di nav malbatek welatparêz de mezin bû. Ji zarokatiya xwe ve hez ji tevgerê dikir û kelecanek pê re hebû. Gava hê temenê wê biçûk bû jî haya wê ji berpirsiyariya têkoşîn û rêxistinê hebû. Gihaştî bû û barê têkoşînê hildigirt. Fatma, mirovek sakîn û xwedî hişmendiyek xurt bû. Di xebatan de bi awayekî çalak cih digirt li ku derê pêwistiyek hebaya li wir çalakiyên xwe bi taybet li ser jinan dikir. Di sala 2009’an de hate girtin û 5 salan li girtîgehên Mêrdîn û Sêrtê ma. Lê çawa ku derket vê gavê bi hêztir dîsa dest bi xebatên xwe kir. Tu carî negot bes e û heya dawiyê jî bi biryarî têkoşîna xwe berdewam kir. Keça min bi wêrekî, fikir û tevgera xwe ve dihat nasîn.”   ‘Bi plankirî hatin qetilkirin’   Hatîce, anî ziman ku ji ber qetilkirina keça wê û 2 hevalên wê tu kes nehat darizandin û destnîşan kir ku ew bi zanebûn hatin hedef girtin. Hatîce, bal kişand ser wê pêvajoyê û wiha axivî: “Şerekî dijwar qewimîbû. Dilê her kesî di nav fikar û tengasiyê de bû. Rojekê keça min telefonî min kir û got 'Heqê xwe li min helal bike'. Piştî min ew gotin bihîst kezeba min şewitî û girîyam. Wê rojê telefon girt û heta roja din xew neket çavê min. Piştî wê rojê min dîsa telefonî wê kir. Fatma telefon vekir û wisa hinek be jî dilê min rehet bû. Carek din ji min re got 'Heke ez li te negerim bizanibe ku ez ne sax im'. Dilê min bi wan gotinan gelekî êşiya. Fatma, Sêvê û Pakîze di wê şevê de hatin qetilkirin lê bes em pê nehesiyabûn. Dûre min di nûçeyan de dît ku navê wan hat xwendin. Bi plankirî hatin qetilkirin. Bang li ambûlansê hatibû kirin lê ambulans bi saetan nehat. Cenazeyên wan bi saetan li kolanê ma.”   ‘Ji hêz û têkoşîna jinan ditirsin’   Hatîce, destnîşan kir ku jinên kurd her tim di hedefa desthilatdariyê de ne û got: “Jin bi salan in ji bo azadiya xwe û ji bo ji vê bindestiyê xelas bibe têkoşînek mezin didin. Hêz û quweta jinê gelek mezin e. Lewra ji têkoşîna jinan tirsiyan û hê jî ditirsin. Hem li Tirkiyeyê hem li Îranê hem jî li her deverê cîhanê jin ji bo hêzên desthîilatdar tirseke mezin e. Lewra dixwazin bi hedefgirtina wan têkoşîna wan biçewisînin. Keça min jî ji bo azadiya jinan têkoşîn dida. Ez bi xebatên wê gelek şanaz im. Li derdora xwe û li ser jinan gelek bandorek baş kir. Ez hem diya wê hem jî hevala wê bûm.”   ‘Dixwazin peyamekê bidin jinên têkoşer’   Hatîce, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser komkujiya Parîsê jî û destnîşan kir ku ew komkujî ne tesaduf in, hedef jinên bi rêxistinkirî ne. Hatîce, got: “Salvegera wan nêz dibe û dewlet bûyerek nû derdixe. Salvegera qetilkirina keça min û 2 hevalên wê nêz bû, li Parîsê komkujiyek pêk anîn û li vir Evîn Goyî û 2 hevalên xwe re hatin qetilkirin. Ev komkujiyan ne tesaduf in. Dixwazin peyamekê bidin jinên têkoşer. Gava ew komkujiya li Parîsê çêbû keça min hat bîra min û ez gelek pê êşiyam û ewqas jî bi hêrs bûm. Jinên kurd li hember wan têkoşîna xwe mezintir dikin û bi hêztir dikin. Piştî Fatma, Sêve û Pakîze mîrateyek têkoşînê ji jinan re hiştin. Jinan û Gelê Kurd xwedî li mîrateya têkoşîna wan derketin û hê jî bibîranîna wan didin jiyîn.”