2022 bi berxwedanê derbas kirin, 2023’yan bi çalakiyê pêşwazî dikin 2023-01-02 09:04:41     Marta Somek   STENBOL - Endama Jin bi hev re xurt in Nevruz Tugçe Ozçelîk da zanîn ku jinan di 2022’yan de kolan terk nekirine û 2023 jî bi çalakiyan pêşwazî kirine û got: “Em bang li hemû jinan dikin ku di 8’ê Çileyê de ligel me li kolanan bin.”   Tundî û êrîşa mêr-dewlet- polîs a li hember têkoşîna jina rêxistinkirî di 2022’yan de bê navber hat meşandin. Çalakiyên jinan bi hinceta qedexeyan hatin astengkirin û polîsan li kolanan li dijî jinan tundî, îşkence, derb, tehdîd û hewldanên qetilkirinê pêk anîn. Mînaka dawî di 25’ê Mijdarê de hatin jiyîn. Li gelek kolanên Taksîmê polîsan tundî li jinên ku çalakî pêk anîn kirin.   Jinan bi berxwedanê bersiv dan   Jinan di 2022’yan de bi berxwedanê bersiv da tundî, îşkenceya dewlet-mêr- polîs. Jinên bi hewldana qetilkirinê re rû bi rûman, jin û zarokên tundî dîtin li kolanê li berxwe dan. Jin bi çalakiyan jî sala 2023’yan pêşwaz kirin. Bi banga Jin bi hev re xurt in (KBG) di 8’ê Çileyê de li Rihtim a Kadikoyê li ber Îskeleya Beşîktaşê saet di 15.00’an de wê çalakiya yekem a salê bi dirûşma ‘Em 2023’yan bi çalakiyan pêşwazî dikin; Wê serhildana jinan biguhere’ pêk bê.   Endama KBG’ê Nevruz Tugçe Ozçelîk têkoşîna jinan a sala 2022 û 2023’yan ku çawa wê pêşwazî bikin nirxand.   Li dijî êrîşan wê xeta têkoşînê bidome   Tugçeyê destnîşan kir ku sala 2022’yan bi berxwedan , têkoşîn û destkeftiyan derbas bûye û encama têkoşînan hatiye girtin. Tugçeyê di berdewamiyê de wiha vegot: “Li dijî tundiya mêr-dewletê em ê dest ji têkoşînê bernedin. Gelek hevalên me hatin girtin lê me Aysel Tugluk ji girtîgehê derxist. Niha ji bo tenduristiya wê vegere dest bi dermankirinê kiriye. Ji bo me sala 2023’yan bi têkoşînê derbas bû. Ji ber desthilatdarî her tim êrîş dike. Niha di 2023’yan de mijara ku wê destûra bingehîn bê rojevê heye. Em ê di 2023’yan de jî têkoşîna xwe bidomînin.”   Wê 2023’yan bi çalakiyan pêşwazî bikin   Tugçeyê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku jin jiyaneke zehmet ku neçar in li berxwe bidin didomîn û ev tişt bi lêv kir: “Lê bi êrîşan ew nikarin me têk bibin. Em dest ji têkoşînê berandin. Xeyela me jinan heye ku jiyanek bê tundî bidome. Ji bo vê xeyalê jî em ê têbikoşin. Em ê bi çalakiyan dest bi 2023’yan bikin. Ev sal ji bo Tirkiyeyê salek krîtîk e. Desthilatdarî dîsa ji bo bibe desthilatdar wê beden, û jiyana me bike mijara bazarê. Lê em ê bi berxwedanê bersiv bidin.”   Ji bo çalakiyê bang hat kirin   Tugçeyê bi lêv kir ku li Tirkiyeyê tevgera jinan di salên dawî de gelek pêş ketiye û mezin bûye û wiha daxuyand: “Em her sal têkoşîna xwe mezintir dikin. Em ê di 8’ê Çileyê de dest bi çalakiyên xwe bikin. Di vê çalakiyê de em ê bi zêdetir jinî re gotina xwe bêjin. Em banga ‘em bi berxwedanê dikevin sala nû’ dikin. Di sala nû de êrîşên cidî me dipên. Lê tevgera jinan her diçe mezin dibe. Em hewl didin deng û gotinên xwe bigihînin jinên Tirkiyeyê. Em bang li hemû jinan dikin ku di 8’ê Çileyê de ligel me li kolanan bin.”