Di ser qetilkirina Pakîze Nayir re 7 sal derbas bûn: Ew bû Pakîzeya Kurdan 2023-01-02 09:01:37     Sema Çaglak - Medya Uren   ŞIRNEX - Diya Pakîze Nayir a li hember êrişên dagirkeriya Kurdistanê helwesta xwe bi berxwedanê nîşan daye di salvegera komkujiya wê de wiha got: "Wê her tim destana Derwêş û Edûlê dubare dixwend. Ji wan feyz digirt. Ew tim li hember dagirkeriyê, neheqiyê û tunehesibandinê bû. Wê têkoşîna jinê û nasnameya xwe ya kurdîtiyê kir û bû Pakîzeya Kurdan. Wê ji welatê xwe hez dikir û gihşt armanca xwe."   Di 4’ê Çileya 2016’an de, di pêvajoya qedexeyên navçeya Silopîyê ya Şirnexê, berdewam dikir de endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û li gel wan Hevseroka Meclîsa Gel Pakîze Nayik dema ji bo alîkariya gel xebat didan meşandin êriş li wan hate kirin. Di êrişa ji aliyê leşkeran ve pêk hatiye de sê jinên siyasetmedar ên kurd hatin qetilkirin.   Pakîze Nayir, di sala 1990’î de li gundê Zirirstan ê girêdayî navçeya Silopiyê ji dayik dibe. Ew hîna di temenê biçûk de li metrepolên Tirkiyeyê xebatkariya demsalî dike û di heman demê de ji derve dibistanê dixwîne. Piştî hinek mezin dibe jî kuaforê vedike û debara malê ji wir dike. Ew li gel nasnameya xwe ya esnaftiyê siyasetmedariyê jî dike û bi herdu nasnameyan jî tê naskirin. Pakîze di demek kin xebatên siyasî dide meşandin û di wê pêvajoyê de jî navê xwe di nava gel de nemir dike. Diya Pakîze, Behiye Nayir a ku têkoşîna wan li cihê mayî dide berdewamkirin mîrateya Pakîzeyê vedibêje.   Bi pirtûkên rêbertî re dest bi xebatan kir   Behiye  di serî de qala Pakîze dike û bi van gotinan jiyana wê kurtebir dike: “Pakîze gelek jêhatî bû. Tucarî nexweşî neda min û malbata xwe. Tevî temenê xwe jî hertim bi me re dibû alîkar û ji me re dibû barsivikî. Me wê ji dibistanê kir û şand karê demsalî lê belê wê ji xwendinê hez dikir. Ji dûr ve dibistan dixwend. Wê ji xwendina pirtûkan hez dikir û bi taybetî destana Derwêş û Edûlê, Mem û Zîn û pirtûkên dîroka kurdan vedigot ji ber kiribû. Ji hezkirina wan feyz digirt. Ewqas ji doza xwe hez dikir. Pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend û bi wê re hîn bêhtir hate girêdan. Piştî wê pirtûkê jî dest bi xebatan kir. Wê di taxa xwe de xebat dikir. Di salên 2014’an de dema çeteyên DAÎŞ’ê êrişî Kobanê dikin, Pakîze firoştgeha xwe digire û tenê xebatên partiyê dide meşandin.”   ‘Kobanê ji wê re pêvajoyek nû ya mezinkirina têkoşînê bû’   Pakîze bi rojan li ser sînorê Kobanê dimîne û ji bo mirovahiyê têdikoşe. Ew nikare raweste û ji bo zêdetir bixebite dikeve nava hewildanan. Hêrsa wê ya li hember dagirkeran û kelecaniya wê li rûyê wê dixe ku derdora xwe jî bandor dike. Hezkirina wê weke destana Derwêş û Edûlê bêmirin dibû. Behiyeya qala vê hezkirina wê dike, wiha got: “Ez ji wê gelek bandor dibûm. Em malbatek welatparêz bûn lê belê ewqas çalak nebûn. Em bi Pakîze re şiyar bûn. Bi me re nîqaş dikir, heya ku me jî da pey têkoşîna xwe. Di demek kurt de wê bandorek mezin afirand. Ez ditirsiyam, min digot neçe nava şer lê wê tim digot pêwîstî ye û di doza xwe de bi israr bû. Li nava bajêr dewletê êriş pêk anî. Gelek zarok, jin, ciwan hatin qetilkirin. Gelek welatî di nava metirsiyê de bûn. Ew ji bo xwe bigihîne wan kesan û alîkariya gel bike dixebitî. Digot em neçarê vê xebatê ne, ev erka me hemûyan e. Ez bi tirs bûm lê ji cesareta wê jî bandor dibûm.”   ‘Bi rêhevalên xwe re bûn nemir’   Pakîze bi rêhevalên xwe Sêvê Demîr û Fatma Uyar re li taxên Silopiyê xebat dida meşandin. Li Silopiyê guleyên ji maşîneya zirxî ya leşkeran hatiye berdan ve hersê jinên siyasetmedar hatin qetilkirin. Bi rêhevalên xwe nemir dibe. Behiye dibêje min qet hêvî nedikir ku ew werin qetilkirin û got: “Carek gotin çend kes hatin gulebarankirin. Min cardin hêviya Pakîze nedikir. Beriya wê ez lê geriyabûm. Moral da min û got em gelek baş in. Min ji televîzyonê temaşe kir û di nûçeyan de wêneyê Pakîze parve kirin. Dema min wêne dît ez lerizîm û min tiştek hîs nekir. Min bawer nekir û nexwest bawer jî bikim. Ji ber hîna xwe pêş dixist. Gelek armancên wê hebûn. Wê dixwest zêdetir ji bo gelê xwe bixebite. Wê dixwest zêdetir kedê bide. Gelek tişt di dilê min de mane.”   Mîrateya wê ji bo jinan ma   Ew mîrateya wê ji bo hemû jinên berxwedêr ma. Wê hez kir û da hezkirin. Behriye dema qala Pakîze dike hestiyar dibe. Cil û bergên wê yên kurdî nîşanî me dide. Behiye dibêje Pakîze ji hertiştê kurdî hez dikir û hestên xwe wiha parve dike: “Gelê Kurd hertim tê çewisandin û tune tê hesibandin. Zilm û zext li wan tê kirin. Axaftina bi Kurdî jî sûc tê hesibandin. Gelek ciwanên me ji ber zimanê xwe ji aliyê faşîstan ve hatin qetilkirin. Ciwanên me ji ber vê zilmê diçin çiyan. Em mafê xwe nasnameya xwe diparêzin. Ji ber wê yekê ne PKK terorîst e ne jî kurd terorîst in. Yên terorîst ew in, ên qetlîaman dikin ew in. Em vê yekê qebûl nakin. Ji wê rojê ve ez jî bi awayekî çalak dixebitim. Pakîze hat qetikirin, ez ê li cihê wê bixebitim. Ez biçim wê zarokên min li cihê me bixebitin. Dawiya vê têkoşînê nîne. Em ê li ber xwe bidin. Kes nikare me bêdeng bike. Em ê nehêlin jî.”   Dayika Behiye bi van gotinan dawî li axaftina xwe tîne: “Ezê çûbîm vî çiyayî, Me Çipandî kûlîlka vî giyayî. Min anî kir birînê lê ne kewa.”