Li Silêmaniyê li dijî jinek ciwan êrişa komî 2022-12-31 11:38:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê duh bi dehan kesan êrişî jinek ciwan a serdana pêşangehek wesayît û motirbiskêtan kir, kirin. Ev êriş bû sedema bertekên zêde û polîsên Silêmaniyê ragihand ku ji ber êrişê 7 kes hatine binçavkirin.   Li gorî nûçeya Ajansa ROJNEWS'ê, li taxa Hiwane ya Silêmaniyê, roja Înê wesayit û motorbiskilêt tên pêşandan. Duh jinek ciwan jî serdana vî cihî dike, lê li gorî dîmenên ku li ser torên civakî tên parvekirin, dema ku jinek ciwan diçe li wir, bi dehan kes êrişî vê dikin. Li gorî dîmen, bi dehan êriş dikin li ser û lê didin. Ev bûyer bû sedema berteka gelek kesan.   Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Rêwas Fayeq bi twitirekê wiha bertek nîşan da: “Ew mêr weke hovane êrişî jina ciwan dikin ku xwesteka wê hebû, weke her kesekî temaşeyî pêşbirkekê bikin. Berhemê wê xîtabaye li beramberî wane ku rojane li hemberî jin û ciwanên vê herêmê tê plankirin û organîzekirin. Desthilat û civakekî vê hovîtiniyê nehêjîne, divê hêviya mirineke bi lez be.”   Şanaz Îbrahîm bi tûndî êriş şermezar kir û got: “Bi tûndî êrişa li ser jina ciwan a li herêma Hiwane ya Silêmaniyê şermezar dikim. Dubare dikin ku êrişên li ser jinan nayê qebûl kirin. Divê kiryarên vê êrişî rûbirûyî yasayê bibin. Kiryarên sûcên wiha, nîşaneyek eşkere ya ji bo parastina şîdeta li dijî jinê ye. Daxwaz dikin ku sazî û dezgehên ewlehiyê lêkolîna pêwîst bikin û kiryar bigihîn cezayê xwe.”   Her wiha Qaymeqama Helebce Nuxse Nasih bûyer weke bûyerî herî qirêj a li hemberî mirovahiyê pênase kir û daxwaz kir ku di demekî herî nêzik de kiryarên vî karî werin girtin û cezayek tûnd li wan were birîn.   Hiqûqnas Letîf Şêx Mistefa jî bi twitterêkê diyar kir ku bûyer karekî nesayî û got ku sûcekî wiha pêwîstî bi gilîkirinê nîne û sûcekî giştî ye û wiha tîne ziman: “Ewên destdirêjî kirine, tenê destdirêjî nekirine li ser wê jina ciwan, destdirêjiyê ewlehiya giştî ya civakê û nîzama giştî. Divê polîs û sazî lêkolîn bikin. Lêpirsînî li gel wan hemû kesên tevlî vî sûcî bûne bikin.”   Rêveberê Polîsên Silêmaniyê Aso Şêx Teha di daxuyaniya ji bo medyayê de diyar kir ku 7 kes ji ber vê êrişa li taxa Hiwane ya Silêmaniyê hatine binçavkirin, lêkolîn û şopandina bûyerê berdewame.