Li Şaredariya Silopiyê rengê jinê xwe dide der 2022-12-30 09:09:09     Sema Çaglak   ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyê xebat û projeyên xwe bi taybetî ji bo jinan bênavber berdewam dike. Hevşaredar Adalet Fîdan, destnîşan kir ku li Silopyayê bi kar û xebatên wan re rengê jinê xwe daye der. Her wiha jinên ku di van projeyan de dixebitin diyar kirin ku êdî jin ji xwe bawer in û gotin: “Em êdî dengê jinan hem li kolan û kûçeyan û hem jî li dikan, sazî û rêxistinan dibihîzin. Ew jî me zêdetir bi kelecan dike.”      Hevşaredarên DBP'ê yên ku di 2014'an de li bakurê Kurdistanê hatin ser kar û heta sala 2016'an ku qeyûm tayînî wan hat kirin, gelek komele, kooperatîf û qursên cuda ji bo jinan vekirin û bi hezaran jin îstihdam kirin. Lê belê AKP'a ku li dijî pêkanîna pergala hevserokatiyê polîtîkayên, çewisandinê meşand, bi tayînkirina qeyûman di 2016'an de hemû atolye, stargeh û navendên jinan ên di bin banê van şaredariyan de hatin vekirin an girtin û an jî naveroka wan vala kir.    Bi hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2019’an de vê carê  HDP’ê li Kurdistanê şaredarî bi dest xistin û bi pergala hevserokatiyê ku meşandin re gelek saziyên jinan ên xebatên wan hatin rawestandin ji nû ve aktîf kirin. Lê belê di 17’ê Mijdara 2019’an wê de dîsa qeyûm tayînê şaredariyên HDP’ê jî hate kirin  Bi vê yekê hemû navend û saziyên jinan ên li bajarên Kurdistanê dîsa hatin girtin. Gelek projeyên şaredariyên HDP’ê yên ku ji bo jinan hebûn vekirin bi tayînkirina qeyûman ji holê hatin rakirin. Tevî van hemû zextan jî şaredariyên HDP’ê yên mayî di bin rêveberiya HDP’ê de xebatên xwe ji bo gel didomînin. Yek ji van şaredariyên HDP'ê ku xebatên xwe berdewam dike jî ya Silopî ya Şirnexê ye. Şaredariya Silopiyayê, bi taybetî ji bo jinan gelek xebat kirine.   Hevşaredara Sîlopiyê Adalet Fîdan û jinên ku di projeyên şaredariyê de cih digirin li ser kar û barê xwe nirxandin kirin.     ‘Bi qeyûmê temsîlîyeta jinê hat tunekirin’   Hevşaredar Adalet Fîdan, diyar kir ku bi tayinkirina qeyûman temsîlîyeta jinê hatibû tune kirin û got: “Dema ku qeyûm hatin tayînkirin di serî de êrîş birin  ser sazîyên jinê û gelek sazî û komeleyên jinê hatin girtin. Her wiha kooperatîfên ku ji bo jinê hatibûn vekirin hatin girtin. Gelek karmend û xebatkarên ku li van saziyan dixebitîn jî ji kar hatin derxistin. Ji midûriyeta jinê re mêr hat tayin kirin. Hatibû astekê wiha ku deriyên şaredariyê bi hemû şêwazên xwe ji jinê re hatibû girtin. Sazîyekên ku jin biçe û alîkarî bixwaze nema bûn. Şêwîrmendiya jinê bi taybetî ji bo jinên ku tundî li wan dihat kirin derîyê xwe ji jinan re vekir. Ji ber ku şêwîrmendiya jinê hatibû girtin gava jinek tundî lê dihat kirin sazîyek ku serî lê bide tune bû. Her wiha bi vê yekê jî tundiya li ser jinê hin zêdetir dibû.”   ‘Xebat û projeyên me li gorî daxwaz û hêvîyên jinan e’   Adalet, di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ew xebatên xwe li gorî daxwaz û hêvîya jinan dimeşînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gava em hatin  ser şaredariyê me bajarek wêrane girtibû ji destê qeyûman. Gava me xwest projeyan ji bo jinan û gel derxînin divê biryara wê jin û gel bidana. Ango projeyan li gorî daxwaza gel bihat çêkirin. Me li 11 taxên Silopiyayê bi jinan re civîn girt. Di vê cîvînê de li gorî daxwaz û hêvîyên jinan me bername û plansazî kir. Bi taybetî a yekemîn me şêwîrmendiya jinê ava kir. Ji bo ku jin xwe ewle hîs bike pêdîvî bi sazîyekê wisa hebû. Her wiha Midûrîyeta Jinê ava kir. Beşên  wekî perwerde, aborî û têkoşîna li dijî tundiyê.  Bi vê re girêdayî ji bo îstîhdamkirina jinan, Bazara Ked ê ya Jinê jî me vekir. Di vê bazara jinê de 15 dikan hene her wiha cihên qursan jî tê de cih digirin. Yê ku vî bazarê bi rêve dibin û yê ku dikevin îhaleyan jî dîsa jin in. Em dikarin bêjin ku niha nêzî 25 malbatan debara aboriya xwe bi vî bazarê dike. Her wiha li wir jiyanek komînal jî heye. Ji ber ku yên ku ew dikanê de xebatên xwe dikin bi rihê jinê bi rêve dibin û bi jiyanek komînal ew bazarê birêve dibin. Di heman demê de yek ji projeyek me jî Dikana Hêvî ye. Di vê dikanê de jî pêguherî ya ku yek ji çandan kurdan e tê kirin. Kesên ku rewşa wan a aboriyê baş piştgiriyê didin kesên ku di warê aboriyê de tengav in."    ‘Di her saziyekê de jin hene’   Adaletê anî ziman ku dema pandemiyê de gel ketiye tengasiyê û ev tişt got, " Ji bo çareseriya vê tengasiyê 34 donîm erdên şaredariyê wek qadekê çandiniyê hat bikaranîn. Berhemên ku em jê girtin me belavî gel kirin. Niha jî xebatên me yên ji bo jinan berdewam dikin. Midûrîyeta me di 11 taxên Sİlopiyayê de anketek çêkir û daxwaz û hêvîyên gel wergirtin. Di van anketian de bêhtir qadên werzîşê hatin xwestin. Lewra parken ji bo jinan hatin çêkirin û her wiha projeyên werzîşê yê ji bo avjenî û her cûreyên werzîşê kirin îhaleyê. Dê di van mehan de înşeaata wê destpê bike. Di heman demê de jî projeyek me ya kreşê ya zarokan heye. Armanca wê projeye jî jinên ku derfetê wan aliyê aboriyê de tune ye ku zarokên xwe bibin kreşê çêkir. Bi taybetî ev proje ji bo jinên ku li taxan e.  Me ev proje jî qedand û dê meha pêşîn de were destpêkirin. Derîyê Şaredariyê hertim ji jinan re vekirî ye. Ji ber ku di her sazîyên fermî û xebatan de divê ji sedî 50 jin be. Yek ji armancekê me ew e ku di her sazî û rêxistinên de xebatkarên jin werin bicîhkirin û xebatên xwe yên di vî milê de xurttir bikin. Ji ber ku gava jin diçin cihekê fermî ji zilaman re bi rehetî nikarin pirsgirêkên xwe vebêjin. Her wiha ji aliyê aborîyê de jî ji bo jinan wek qadekê îstîhdamê ye.”   ‘Li Silopya rengê jinê xwe dide der’   Adalet, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev proje û xebatên me ne deskeftiyên 3 salan in. Ev deskeftiyên HDP’ê yên ku me mîrateya xwe jê wergirtiye ye. Êdî gava em diçin parqekê rengê jinê tê de dibînin. Di nav kolan û kûçeyan de rengê jinê dibînin. Li Silopiyayê rengê jinê derketiye holê. Ya herî girîng jî bêguman morale jinê yê ji vê fîkrîyatê ye.”     ‘Midûrîyeta Polîtîkayên Jinê girîng e’   Rêvebera Midurîyeta Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Silopiyayê Nêrgîz Ant jî bilêv kir ku ew bi taybetî ji bo jinên ku bi tundiyê re rûbirû dimînin dixebitin û got: “Midûrîyeta Polîtîkayên Jinê di sala 2020’an de hat avakirin. Bi vê projeyê ewilî Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Dayika Taybet hat vekirin. Li wir jinên ku bi tundiyê re rûbirû dimînin serî li me didin. Gelek jinên ku bi tundiyê re rûbirû dimînin hene û tên komeleyê. Bi vê yekê hem bi piştgiriya baroyê re hem di mile hiqûqî de hem jî di milê zanîn û agahiyan de em ji wan re dibin alîkar. Li Silopiyayê rengê jinê bi van xebatan êdî zêdetir xuya dike. Em êdî dengê jinan hem di kolan û kûçeyan de hem jî dikan, sazî û rêxistinan de dibihîsin. Ew jî me zêdetir bi kelecan dike.”      Yek ji qadekê îstîhdamê: Bazara Kedê ya Jinê Bazara Kedê ya Jinê ku yek ji projeyek Şaredariya Silopiyayê ye di sala 2021’an de hat vekirin. Dîlber Hakîçî ku ji ewlekariya Bazarê berpirsyar e diyar kir ku, bi vê bazarê gelek jin aboriya xwe ya serbixwe bidest dixin û wiha axivî: “Hem ji bo jinan qadekê îstîhdam kirine hat avakirin hem jî ji bo jin nekevin bin serdestiya mêran de ev cih hat vekirin. Di qada civakî de li ser jinê aliyê aboriya serbixwe ve gelek zext hene. Lewra demek dirêj jin cesaret nakin ku derkevin derve û ji bo aboriya xwe ya serbixwe xebatê bikin. Ev qad ji berpirsyariya ewlekariya bigire heta hemû xebatkar û esnafan ji jinan pêk tê. Gava ku kiryar tên vêderê û esnafên jin dibînin ew jî kêfxweş dibin û morale digirin. Gelek serlêdanên ji bo vê qadê henin. Ewilî gava mêr dihatin vê derê xebata jinan qebûl nedikirin. Lê bi demê re ew jî elimîn. Jinan êdî pêşiya xwe ditîn. Silopî her diçe dibe bajarekî jinê. Berê esnaftiya jinê gelek kêm bû lê niha hêjmara esnafên jin gelek zêde bûye. Ew jî hem cesarete hem jî morale dide jinên din. Xebatên bi vî şiklî hem ji aliyê aborîyê ve hem jî ji aliyê derûnî û pêş xistinê ve gelek baş in. Heke ez ji bo xwe bibêjim baweriya min bi min nîn bû. Lê niha ez ji xwe bawer im û hay ji hêza xwe heme. Bila jin êdî xwe ji bin serdestiya mêran rizgar bikin.”   ‘Keda min hat xuyakirin’ Esnaf Aygul Bînîcî(37) ku 6 meh in di bazarê de şarkûteriyiya wê heye diyar kir ku bi saya bazarê keda wê tê xuyakirin û beranberiya keda xwe werdigire. Aygul, got: “Erd û baxçeyên me hebûn û li wir me hilberî dikir. Di hundirê mal de wan hemû berheman li gorî amadekariyên zivistanê me amade dikir û hewil dida ku firotina wan bikim. Lê wisa jî gelek zehmet bû. Min jî dixwest ku dikaneke min hebûya û di wir de firotina berhemên xwe bikim. Bi vî yekê min ev qad dît û berhemên xwe anîn vêderê û li vê dikanê dest bi firotina wan kir. Ez rêçal, dims, hingiv, pênîr, zebzeyê hişkkirî, konserve û her wekî din gelek tiştan tînim û difiroşim. Berê de tenê li hundirê malê bûm û li wir ked dida. Hemû tişten ku bi kedekê mezin çêdikir bi hundirê malê ve bi sînordar dikir. Lê bi vî karê keda min tê xuya kirin û bandorek mezin li ser jiyana min çêkir. Milê aboriyê de xwe pêş xist. Gava ez hatim vê derê ji bilî mile aboriyê de derûnî û motivasyona min xweş bû. Hişmendiya ku ez dikarim tiştekê bikim çêbû. Di vî aliyî de gelek sûd ji vî karê girt. Baweriya min bi xwe çêbû ku hêza min a ez dikarim li ser piyên xwe bisekinim çêbû. Ji bo ku ew derfetê ji bo jinan hate kirin spasiya xwe ji şaredariyê dikim. Jinên Silopiyê gelek kedkar in lê hemû di hundirê malê de kedê didin. Pêdiviya jinê bi derketina derve heye. Jiyan bi rengê jinê xweştir e. Divê jin zêdetir ked û rengê xwe bidin pêş.”   Dikana Hevgirtina Jinê ya Hêvî   Her wiha projeya Dikana Hevgirtinê Jinê ya Hêvî jî xebatên xwe bênavber berdewam dike. Personela dikanê Ceylan Denîz axivî û wiha behsa dikanê kir: “Dikana hevgirtinê jinê ya Hêvî nêzî 2 sal in vekiriye. Gelek malbatên ku rewşa wan a aboriyê nebaş in henin. Ji ber wê malbatên ku rewşa wan baş in me xwest bila eşyayên xwe bînin û em wan bidin kesên ku rewşa aboriya wan nebaş e. Gava me destpê bikin em tax bi tax geriyan û anketên xwe çêkir. Ewilî me xwest paketên alîkariyê ji wan re bişînin. Lê dûvre me got bila ew bi xwe ew tiştê çêbikin û di nav malbatan de piştevaniyek wisa çêkir. Komeleya me jî bi vî yekê wek peywirekê pire dibîne. Em kesan tespit dikin û bi vî yekê ji wan re dişinin. Ne tenê kinc, hemû eşya û pêdiviyên malê bi cîh dikin. Ev proje ji bo jinan rastî jî wek hêvîyek e. Gelek serlêdanên me çêdibin û jin xwe digihînin me. Heke me jinekê ji hundirê malê derxistibe û anîbe vî dikanê jî ew ji bo me gelek tiştekê mezin e.”