'Heta kujer dernekevin holê em ê li qada bin' 2022-12-29 09:10:00   ÎZMÎR - Jinan bertek nîşanê biryara dadgehê ya di doza Denîz Poyraz de dan û diyar kirin ku darizandin nehatiye kirin û gotin: "Heta em nebêjin doz qediyaye, wê neqede. Ji bo gumanbar derkevin holê em ê li qadan bin."   Di 7’emîn rûniştina doza Onur Gencer ê di êrîşa li hember Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê de Denîz Poyraz qetil kir, heyeta dadgehê der barê gumanbar Onur Gencer de ji sûcê ‘kuştina kes a ji qestî û plankirî’ cezayê muebeta giran, ji sûcê ‘zirar daye mal’ 4 sal, ji sûcê ‘binpêkirina destnedana avahiyê’ 2 sal û ji ‘muxalefeta qanûna çekan’ 3 sal ceza birî.   'Kujer tê parastin'   Jinan diyar kirin ku ew biryara ku hatiye dayîn, qebûl nakin û gotin heta ku hêzên pişt kujer derneyên holê wê doza xwe bidomînin. Dayik Fehîme Poyraz da zanîn ku ew negirtine salona dadgehê û ev helwest şermezar kir û got: “Kujer tê parastin. Ji bo tiştek dernekeve holê dewlet mudaxale dike, yanî agahiya me ji tiştekî tune ye. Dixwazin vê paqij bikin bidin jibîrkirin lê em ê bi serde biçin. Bila nebêjin me ceza da gumanbar hûn jî li malên xwe rûnin. Li gorî min kujer dewlet e, ji ber dewletê kujer parast. Ji bo serê dosyayê bê girtin em û parêzerên me negirtin hundir. Evqas parêzer hatibûn , çapemenî hatibû lê negirtin hundir.”   ‘Yên li pişt kujer jî sûcdar in’ Fehimeyê bi lêv kir ku Denîz ji ber Kurd bû hatiye qetilkirin û divê Kurd xwedî li ziman, nasname û çanda xwe derkevin. Fehîmeyê wiha dawî lê anî: “Her mirov bi zimanekî hatiye dinê. Bila yê me jî ziman, nasname, maf û çanda me hebe. Kujerên Denîzê jî yên ku Kurdan qebûl nakin e. Yên kujer diparêzin hevkarê komkujiyê ne. Serê her tiştî veşartin û dadgeh qedandin. Dadgeh jî sûcdar e. Yên li pişt kujer jî sûcdar in. Kujer xistin avahiyê û çû Denîz qetil kirin. Bila yên piştî kujer jî ceza bigirin. Kon li ber avahiya HDP’a Îzmîrê ye. Dema ew kon li wir be wê her kes wê avahiyê wek avahiya 'terorîstan' bibîne. Ji bo mirovan hedef nîşan bidin ew kon hat avakirin. Dewletê ew kon li wir ava kir. Em ê biryra dadgehê bibin dadgeha jor. Ji bo kesên din neyên qetilkirin ev doz gelek girîng e.”   ‘Ev heqaret li me hatiye kirin’   Berdevka Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin jî nêrînên xwe wiha anî ziman: “Ev heqaret li me hatiye kirin. Her tim heqaretê li me dikin. Dikevin partiya me û mirovan qetil dikin. Wek tiştek nebûye nêz dibin. Em vê qebûl nakin. Ger parêzer nikaribin bikevin hundir û nikaribin me biparêzin gelo cezayê hatiye dayîn wê kêrî çi bê? Gelê Kurd vê qebûl nakin. Em edaletê tenê ji bo Denîz Poyraz naxwazin. Em ji bo hemû cîhanê dixwazin. Kes Kurdan nabîne, nabihîze. Kes ji bo Kurdan titşekî nake. Ger Kurd xwedî li xwe dernekevin kes tiştekî jî nake. Dayikên Kurd li her derê zext û zilmê dibînin. Ev dayik zarokên xwe ji bo bên qetilkirin naynin dinê.”   ‘Em ê bibin Denîz û derkevin pêşberî wan’   Ji Platforma Jin bi hev re bi hêz in (KBG) Dîdar  Gul jî got ev pêvajo ne pêvajoya dadgehê ye û lîstik tê lîstin. Dîdarê wiha dirêjî da axafatina xwe: “Di salona rûniştinê de tenê gumanbar û parêzerê wî hebûn. Malbat jî negirtin hundir, parêzer jî negirtin hundir. Bi vî awayî jî lîstika xwe lîstin. Em ê heval û xwişkên Denîzê her tim daxwaza edaletê bidomînin. Em ê li kolanan bin û her tim wek Denîzê li pêş wan bin. Heta em nebêje neqediyaye wê neqede.”   ‘Em şûnde gavê navêjin’   Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê Îdîl Ugurlu da zanîn ku HDP demek dirêj e hedef tê girtin û di encama hedefgirtinê de Denîz Poyraz hatiye qetilkirin û wiha diyar kir: “Ev doz wisa daxistin asta sivikbûnê ku biryarek wisa dan. Lê wê civak vê bidarizîne û ev doz nehatiye girtin. Di alî civakê de jî di alî Denîz Poyraz de jî di alî HDP’ê û parêzeran de jî ev doz nehatiye girtin. Helwesta HDP’ê diyar e wê têkoşîn bidome.”   Hevseroka HDP’a Aydinê Aysel Baytar Onsel jî bal kişand ser dozê û destnîşan kir ku  gumanbar ne tenê bû û li pişt wî hêz hene û wiha bi dawî kir: “Daxwaza me ne ku kujer cezayê giran bigire û doz bê girtin. Em dibêjin ku ji bo ev bûyer carek din neyên jiyîn divê hêzên pişt kujer ên kujer xwedî dikin derkevin holê.”