Ebru Gunay: Sedsala 21’ê dê bibe sedsala jinê 2022-12-29 09:05:56   Dilan Babat  ENQERE - Hevberdevka HDP’ê Ebru Gunay geşedanên salekê yên di siyaseta Tirkiyeyê de nirxand û da zanîn ku berxwedana jinê veguheriye xeta têkoşîna enternasyonal û got heqîqetek heye wê sedsala 21’ê bibe sedsala jinê.   Di sala 2022’yan de di siyaseta Tirkiyeyê de gotina ‘yek ziman yek welat’ ya ku AKP bi salan ji ser zimanê xwe naxîne  dîsa li her qadê hat ziman. Her wiha di 2022’yan de li hember jin û zarokan tundî gelek zêde bû û AKP’ê jinên li dijî tundiyên berxwedan jî hedef girt. Jin di 25’ê mijdarê de bi dirûşma "Jin jiyan azadî" li kolanan bûn, ya hatin binçavkirin an jî der barê wan de lêpirsîn hat vekirin. Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) yê bi delîlên ne şênber hatin girtin. Parlamenterên jin jî ji aliyê derdora desthilatdariyê ve hedef hatin girtin. Jinên şûnde gav navêtin balkişandin ser berxwedana jinê û dirûşma "Jin jiyan azadî’.   Berdevka Partiya Demokatîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, di salekê de di siyasetê de sernavên derketine pêş nirxand.   * Em salek têr û tije li pey xwe dihêlin. Êrişên cidî li dijî partiya we pêk hatin. Lê hûn dîsa jî li qadan bûn. Hûn vê salê çawa dinirxînin?   Em îsal jî li qadan bûn. Doza girtina li hember partiya me, doza Kobanê û kumpasên darazê hebûn. Li hember hemû hêzên demokrasiyê; jin, ciwan, rojnamegeran tehdîda darazê hebû. Me roja ewil got ku girtina HDP’ê ne pêkane. Me got HDP wê bi dost, heval, dildarên xwe, jin, ciwan, kedkar û karkeran xeta têkoşînê bihûne. Ji bo me salek wisa bû. Bi 8’ê adarê dest pê kir bi Newrozê berdewam kir û bi kongreyek xurt jî xebat hatin domandin. Tevî hemû girtin û êrişan, bi mîlyonan got çareserî bi HDP’ê re ye. Gel bi HDP’ê re xeta têkoşînê hûnan. Di vê sala ku êriş, tecrîd, krîza aborî di asta herî jor de bû em dîsa li kolanan bûn û me kongryeke bi heyet ya ‘em çareserîne’ pêk anî. Vê tenê jî gelek tişt nîşanê me da; Gel xwedî li HDP’ê derket, li dora HDP’ê bûn yek. Me dît ku tevî hemû konsepta êrişan HDP di siyasetê de li cihekî xurt cih digire û wek hêza herî xurt a muxalefetê sal temam kiriye. HDP ji roja hatiye avakirinê heta niha roleke ku jiberên siyasetê xera kir, lîst. Ji ber vê jî nîşanê civakê da ku rêya sêyem pêkane, ev pêngav bi pêngav hunand û hat van rojan. HDP bi hebûna xwe nîşaneya ku wê faşîzm winda bike ye.    * Wek hûn dizanin hem li hember TJA hem li hember rojnamegerên jin furyayek binçavkirin û zextan a cidî heye. Bêyî delîl gelek jin hatin girtin. Hûn vê çawa dinirxînin?   Ev desthilatdarî dijminê jinê ye. Bi zîhniyeta mêr vî welatî bi rêve dibe û li hember jinan her cureyê êriş û tundî pêk tê. Em behsa deshilatdariyeke ku kuştinên jinan û tundiyê xwedî dike, dikin. Li welatê me qirkirina jinê tê jiyîn. Rojê 3-5 jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Polîtîka bêcezahiştinê sedema van pêkanîne. Li Kurdistanê di bingeha vê de polîtîkayên şer heye. Îsal me gelek hevalên xwe yên jin winda kirin. Li dijî vê xeteke têkoşînê ya xurt bûye heye. Di operasyona li hember TJA’yê de jî di girtina jinan de jî li hember jinên têkoşîna azadiyê didan êriş pêk hatin. Li Êlihê TJA’yê konferansek xurt pêk anî. Ji her derê cîhanê jin hatin. Jinan di kofransê de ‘jin jiyan azadî’ pir xweş anî ziman. Li ser xeta têkoşîna hevpar sekinîn. Balkişandin ser pêşengiya jinên kurd di têkoşîna jinê de. Divê têkoşîna jinan a li Îran û Rojhilat xurt bûye jî bê mêzekirin. Piştî qetilkirina Jîna li Rojhilat berxwedaneke gel a 3-4 mehe didome heye. Operasyonên li dijî TJA’yê yên li dijî rojnamegeran, dîsa mudaxaleyên li hember çalakiyên 25’ê mijdarê ji vê berxwedan û felsefa jin jiyan azadî serbixwe nayê destgirtin. Ji têkoşîna jinan a Rojava serbixwe cuda nayê nirxandin. Desthilatdarî dibîne ku jin pêşengiya civakê dikin, dest bi êrişa dike.    * Em dikarin bêjin êrişên desthilatdariyê yên li hember têkoşîna jinan, girêdayê şoreşa jinan a li Rojava pêk tê?   Di nav salê de xeta têkoşîna azadiya jinê li her derê xurt bû. Lê li aliyê din jî konsepta şer ji aliyê desthilatdariyê ve pêk hat. Peymana Stenbolê hat fehskirin. Bi vê re êrîşên li hember destkeftiyên jinan zêde bûn. Bifikirin destilatdarî di roja têkoşîna li dijî tundiyê de tundiyê, îşkencê li jinan dike. Ev encama tirsa ji têkoşîna azadiya jinêye. Desthilatdarî ji bandora jina rêxistinkirî ditirse. Di doza kumpasê a Kobanê de jî hejmara zêde a hevalên jin, darizandian têkoşîna jinê, dijminahiya li hember jinê baş nîşan dide. Ne tenê bi operasyonên dawî re, berê jî konsepta li hember jinên kurd wisa bû.  Desthilatdarî kujerên jinan bê ceza dihêle. Kujeran diparêze.    * Serdana CPT îsal geşedanek girîng bû. Buroya Hiqûqê ya Asrin got "Bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin nehatiyekirin". Hûn vê mijarê çawa dinirxînin?   Me her tim îfade kir. Birêz Ocalan aktorê sereke yê aştî, azadî û demokrasiyê ye. Ev desthilatdarî ji şer û tecrîdê xwedî dibe û hewl dide desthilatdariya xwe wisa biparêze. Bi siyaseta şer xwe heyî dike. Bi polîtîkayên tecrîdê xwe didomîne. Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrin nîşan dide ku tecrîd ketiye astek nû. Me heta îro ev tecrîda mayînde dinirxand. Ev jî nîşan dide ku rewş çiqas giran e. Girava Îmraliyê bin ewlehiya hiqûqa Tirkiyeyê de be jî, hiqûq ketiye bin lingan. Ji malbat, parêzeran re, siyastmedar û heyetên serbixwe re girtiye. Birêz Ocalan derneketiye hevdîtina bi CPT re. Ev jî tiştekî din bi polîtîka tecrîdê dide qezenckirin. Ji bilî CPT heta niha saziyek serbixwe neçûye Îmraliyê. Ev jî tê wateya helwesta li hember Îmraliyê. Ji roja HDP ava bûye heta niha em di xeta têkoşînê de, dizanin ku felsefa Ocalan ne tenê bi Tirkiyeyê bi hemû Rojhilata Navîn dide qezenckirin.   * Partiya we ji bo hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Ji vir şûnde wê çi pêngav bên avêtin?   DTK, DBP,  HDK û pêkhateyên me jî têde me meşa Gemlîkê pêk anî. Ji bo em balê bikşînin ser giranbûna tecrîdê me ev meş pêk anî. Ji bo meşa Gemlîkê hem li Amed hem jî li Stenbolê astengî û êrişên cidî yên polîsan çêbû. Ev jî nîşaneya israra tecrîd û şer a desthilatdariyê ye. Dîsa em di 9’ê cotmehê de bi gelê xwe re li kolanan bû. Li hember me dîsa êriş û tundî pêk hat. Li Colemêrgê parlamentera me ya Idirê ji aliyê polîs ve tundî dît, lingê wê şikest. Di vê mijarê de têkoşîna me bêguman wê bidome. Hevserokên me yên giştî ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin. Di bin serokatiya Salîha Aydenîz ve heyetek ji bo biçe Îmraliyê serlêdan kirin. di her şert û mercî de di rojeva HDP’ê de tecrîd û têkoşîna li dijî tecrîdê heye.   * Di butçeyên hevdîtinê de bê navber hat xwestin ji bo jinan butçeyek bê veqetandin û hat xwestin bikaranîna çekên kîmyewî yên li hember gerîlayên HPG’ê heyetek biçe lêkolîn bike. Lê tu pêngav nehat avêtin. Em dikarin bêjin butçeya jinan ji bombeyan re tê veqetandin?   Ev butçeya şer e. Butçeya hilbijartinê ya destilatdariyê ye. Ev butçeya faîzê ye. Butçe ji tenduristî, perwerde, çand û azadî û mafan re nayê xerckirin. Desthilatdarî ji bo beka xwe butçeyê vediqetîne û ev bixwe jî îtîraf kiriye. Bi salan berê serokomar gotibû ‘hûn dizanin bihayê guleyê çiqas e’. îsal jî di lijneya giştî de berdevkên hikûmetê ev gotin anîn ziman. Me got li gorî sala borî çend kat butçe ji şer re hatiye veqetandin. Me got dikare li şûna vê ji perwerde, tenduristî, jin û ciwanan re bê veqetandin. Bi  butçeya ji şer re tê veqetandin dikare Tirkiye bi awayekî cidî bê başkirin. Lê Tirkiye şer xwedî dike, siyaseta şer dimeşîne. Konsepta şer dimeşîne. Ji bo vê jî bacên gel tên xerckirin. Rizq, nan û bavên gel ji bo şer xerc dikin.   * Sala 2023’yan wê ji bo jinan çawa be?   Sala 2022’yan ji bo jinan saleke ku bi berxwedanan derbas bû. Destkeftiyên vê berxwedanê wê me bibe pêvajoyek nû û bi destkeftiyên hîn xurtir me bibe sala nû. Bêguman divê tenê wek sala nû lê neyê nêrîn. Bi taybet jin di vî alî de bi derfetin. Wê ev sedsal bibe sedsala jinan. Ji ber heqîqetek heye sedsala 21’ê sedsala jinê ye. Bêguman wê pisgirêk û astengî hebin. Lê tiştekî dizanim heye ku, em ê bi berxwedana xwe azadiya xwe ava bikin.