Komkujiya Roboskiyê: Heta kujer neyên cezakirin dê têkoşîn bidome 2022-12-29 09:01:38   Sema Çaglak-Medya Uren    ŞIRNEX - Ji ser salvegera Komkujiya Roboskiyê 11 sal derbas bûn. Malbatên zarokên wan bi balafirên dewleta tirk hatin qetilkirin bal kişandin ser têkoşîna didome û wiha gotin:"Heta ku kujerên zarokên me diyar nebin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin."   Gava meriv li dîroka Kurdîstanê dinihêre bi komkujiyan tijî ye. Gelê Kurd di her rûpelên dîrokê de ji qirkirinê hatine derbaskirin. Yek ji van komkujîyan a bi êş û reş jî komkujiya Roboskiyê ye. Roboskî hem bi xwezaya xwe hem jî bi çem û çiyayên xwe hêjayî dîtinê ye. Lê belê Roboskî êdî bi şîn, reş û bêyî edaletiyê tê nasîn. Li gel vêya dîsa jî têkoşîna malbatan didome. Di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskiyê yê Qilêbana Şirnexê jê 17 zarok 34 kes ji bo debara xwe pêk bînin, dema derbasî Herêma Federal a Kurdîstanê dibûn ji aliyê balafirên şer ên Artêşa Tirk, hatin qetilkirin. Di heman demê de wê rojê Lijneya Ewlekariya Neteweyî ango MGK li hev dicive û ev komkujî pêk tê. Derqehê komkujiyê de çapemeniya tirk û rayedaran tu daxuyanî yan jî agahî nedan. Tenê bêdeng man.   Biryara neşopandinê hat dayîn   Di pêvajoya hiqûqî de ku wek “Doza Komkujiya Roboskî” tê zanîn, Serdozgeriya Komara Amedê di 11’ê Hezîrana 2013’an de bi hinceta “Bi xemsarî bûye sedema mirinê” di derbarê dosyayê de biryara “bêpeywirî” hat dayîn û dosya ji Serdozgeriya Leşkerî ya Serfermandar re hat şandin. Serdozgeriya Leşkerî ya Serfermandar jî di 7’ê Çileya 2013’an de biryara neşopandinê da.   AÎHM'ê serlêdana red kir   Li dijî biryara bêşopandinê îtîrazên serlêdanên malbatan jî di 20’ê hezîrana 2014’an de hat redkirin. Hezar û 108 parêzeran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Ji ber rêyên hiqûqa navxweyî xilas bûn, di tebaxa 2016’an de li ser navên 281 kesên ku xizmên 34 kesan in serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatibû dayin. DMME’ê jî serlêdana ji bo Roboskiyê ya di sala 2018’an de hatibû kirin bi hinceta “2 roj dereng maye” red kir.   Zarok û ciwanên ku di vê komkujiyê de hatin qetilkirin li dû xwe êşek hişt. Cenazeyên hinekan nedihatin nasî, bi cil û bergên wan hatin nasîn. Malbatên ku parçeyên bedenên zarokên xwe kom kirin, bi êşa xwe re man. Malbatan ji vê rojê heta îro dev jî têkoşîna edaletê bernedan.    ‘Dewlet wê çaxê jî di nav planan de bû’   Yek ji wan malbatan Leyla Encu (47) a kurê wê Şervan Encu (19) wê rojê hate qetilkirin e. Leyla, diyar kir ku navê Roboskiyê bûyê warê bêedaletiyê û wiha behsa wê rojê kir: “Li herêma me tu fabrika yan jî karekî din tune ye ku ciwanên me tê de bixebitin. Hemû zarok û xwendevan bûn. Hemûyan jî dixwestin hinek pere bikeve bêrîka wan û debara malbata xwe bikin. Kurê min dev ji lîseyê berdabû. Gotibû ez ê xwişk û birayê xwe bidin xwendin lê bila ez nexwînim. Bazirganiya derveyî sînor karekî me yê dê û kalên me bû. Ciwanên me jî ew kar dikirin. Serê gihaştina kesekî ya ji bo wê derê de 50 TL digirtin. Têra tiştekî jî nedihat lê belê mecbûr bûn. Wê çaxê qerekol radikirin, me sedem nedizanîbû. Lê dewleta tirk wê çaxê di nav planan de bû. Zarokên me berê bi roj diçûn derveyî sînor lê piştre êdî bi şev çûn. Wî tiştî bala min kişand û min ji kurê xwe re pirsî ku çima bi şev diçin, ma qey bi şev cenderme nakevin ser rê. Wan jî digotin “cenderme dikevin ser rêya me lê pêşiya me vedikin”.  Xuya bû ku tiştekî din hebû. Jixwe şevek bêrê jî hemû qetil kirin û gotin ew PKK’yî ye. Koma ewilî hatin sînor û bi balafiran hatin li ser wan û şewitandin. Ji wê komê kesekî xwe xelas kir û beziya ber koma din. Ji wan re rewş got û wan jî hemû barên xwe berdan û bezandin. Lê balafir hat li wê komê jî xist û hemû ciwanên me qetil kirin. Heqê vê dewletê tunebû bi me êşeke wiha bide kişandin. Heta roja îro jî dewletê ev komkujî qebûl nekir, ne faîlên wan nîşanê me da ne jî edaletek pêk anî. Navê Roboskiyê bûye bêedaletî. Her rojên me bi girî derbas dibe. Em di nav malên xwe de digirîn û gava çûn derve çavên xwe paqij dikin. Lê rondikên di nav çavên me de tim disekine. Her rojên me kirin rojên reş.”   ‘Ev komkujî tu carî nayê jibîrkirin’   Leyla destnîşan kir ku ji bo pêkanîna edaletê tu derîyek nema ku ew lê bixin û wiha pê de çû:  “Em çûn Enqereyê min nasnameya xwe derxist û avêt serê wan û min got qey em ne welatiyên vê dewletê ne. Di bêrîka kurê min de jî ev nasname hebû ku gava hate qetilkirin. Lê her derî li ser me hate girtin. Her cara ku em dibêjin edalet ew dibêjin komkujî. Her cara ku em dibêjin aştî ew dibêjin şer. 11 sal in berê me li televîzyon û goristanan e. Dibêjin werin em pere bidin we û dev ji doza xwe berdin. Gava ku li vê derê xelk ji feqîriyê tiştek nedikarî bike, pere nedida. Lê niha dibêjin werin em pere bidin we. Piştî ku zarokên me qetil kirin em pereyê wan çi bikin. Bêhna me tu carî fireh nabe. Em tenê dixwazin bila faîlên zarokên me nîşan bidin. Em bizanibin ku kê ew komkujiyê çêkir, kê dijminatî kir. 28’ê Kanûnê dîroka kurdan a reş e. Qey Helebce hat jibîrkirin, qey Dêrsîm hat jibîrkirin ku Roboskî were jibîrkirin. Ev komkujî tu carî nayê jibîrkirin.”   ‘Bila hemû gel di salvagerê de vê komkujiyê bi bîr bîne’   Leyla, destnîşan kir ku piştî Roboskiyê tu gav nehat avêtin û got: “Em ji bo edaletê çûn bajar bi bajar geriyan. Ji me re digotin xeletî çêbûye. Ew ne xeletî bû, ew komkujiya li dijî kurdan bû. Berîya vê komkujiyê jiyana me xweş bû.  Kurê min gelek sohbet xweş bû. Gava em rûdiniştin ser sifreyê kêf û dilxweşiya me kêm nedibû. Lê piştî wê rojê tu tahma xwarinan nîne. Ne tenê kurê min wekî kurê min gelek zarok û ciwanên me hatin qetilkirin. Zarokên me bi vê êşê mezin dibin, bi vê qehrê mezin dibin. Bangawaziya min ji hemû kurdan heye ku bila xwedî li dîroka xwe derbikevin û ji bo edaletê dest bidin destê hevdu. Banga min ji hemû gelan re heye ku bila di salvegera komkujiya Roboskîyê de werin gel hev û vê komkujiyê bi bîr bînin.”   ‘Em ê li pey doza zarokên xwe bin’   Dayika Huseyîn Encu (19) Fatma Encu jî diyar kir ku 11 sal in kincên wan reş in û got: “Kurê min 19 salî bû. Min parçeyên kurê xwe jî nedît û nîşanê min nedan. Ez çûm sînor jî min nedît. Meraqa vê yekê di kesera dilê min de ma. Di cenazeyan de kes nezanî cenaze parçeyê zarokên wan e, yan ên dewaran e. Hemû xistibûn nav hevdu. Ev 11 sal in kincên me reş in, şîna me reş e. 100 sal jî derbas bibe şîna Roboskiyê wekî roja ewilî berdewam e.” Fatma, bi lêv kir ku Gelê Kurd herî zêde êşa bêedaletiyê dikşînin û wiha dawî li axaftina xwe anî:“Hinek qismên ji dewletê tên xwe şêrîn dikin û hêvîyê didin dayikan û dibêjin em ê edaletê pêk bînin. Lê tu edaletek wan nîne. Em dixwazin aştî û edaletek durist pêk were. Bes êdî bila dayik bigirîn. Hewce ye ku faîlên zarokên me derkevin. Heya ku faîlên zarokên me diyar nebin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.”