Banga parlamenteran: Divê tecrîd bê rakirin 2022-12-28 12:30:46     ENQERE - Çalakiya parlamenterên HDP'yî ya li ber Wezareta Edaletê ya li dijî tecrîdê dewam dike. Di çalakiyê de hat gotin:"Bêdengî hevpariya sûc e. Divê Wezareta Edaletê tavilê bersivê bide."   Çalakiya parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li ber Wezareta Edalatê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan destpêkirin, di roja 6'an de ye. Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, parlamenter Pero Dundar, Feleknas Ûca, Necdet Îpekyuz, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Mûazzez Orhan, Abdûllah Koç û Kemal Pekoz ber bi Wezareta Edaletê ve meşiyan û dowîzên bi nivîsa "Bila li Îmraliyê hiqûq bi cih bê anîn" û "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye" hildan. Parlamenter li ber Deriyê Dîkmenê yê Meclîsê hatin dorpêçkirin û astengkirin.   Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz diyar kir ku ew li dijî tecrîda li Îmraliyê çalakiyê dikin û destnîşan kir ku polîtîkayên şer bi salan e dibin sedema êşên giran. Necdet qurbaniyên Komkujiya Roboskî bi bîr anî û destnîşan kir ku wê vê komkujiyê tu carî ji bîr nekin û hesabê wê teqez bipirsin.   Necdet diyar kir ku nêzî 22 meh in bi tu awayî agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê wergirtin û got, divê hêzên civakî li dijî tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê. Parlamenter Necdet got, "Temaşekirina li binpêkirina mafên mirovan hevpariya sûc e. Eger tê xwestin ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê bêne çareserkirin, divê tecrîd bê rakirin."   Necdet tecrîd weke îşkenceyê pênase kir û got, "Divê ev yek bê bidawîkirin. Ji bo aştî li Tirkiyeyê serwer bibe, ji bo jiyaneke azad û wekhev divê tavilê pêvajoya danûstandinê bê destpêkirin. Herî dawî serdana CPT'yê di nava civakê de bû cihê fikaran. Daxwazên me rewa ne, hiqûqî ne. Divê her kes li ber vê bêedaletiyê rabe. Bêdengî hevpariya sûc e. Divê Wezareta Edaletê tavilê bersivê bide."