Doza Denîz Poyraz: Lêgerîna me ya heqîqetê bi hinceta belgeyan hat astengkirin 2022-12-28 09:49:35     Melike Aydin   ÎZMÎR - Yek ji parêzerên doza Denîz Poyraz Turkan Aslan Agaç, diyar kir ku dadgeh bi nîqaşên li ser belgeya destûrî hewl dide lêgerîna heqîqetê asteng bike, diyar kir ku daxwazên ku dê kiryar ji nû ve bê lêpirsîn û Wezîrê Karên Hundir ê weke teşwîqkar bê lêpirsîn hatin redkirin.   Di 17’ê hezîrana 2021’ê de li hember Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê êriş pêk hat û Onur Gencer, Denîz Poyraz qetil kiribû. Rûniştina dozê ya dawî di 14’ê cotmehê de li salona dadgeha Kampusa Girtîgeha Şakranê hatibû dîtin û di encama redkirina daxwaza redî hakim a malbat û parêzeran de, parêzeran dadgeh terk kiribû rûniştin berdewam kiribû, piştre taloqî 27’ê kanûnê ango duh hatibû kirin. Danişîna 7’emîn duh li eywana danişînê ya Girtîgeha Alîagaya Îzmîre hat lidarxistin. Heyeta dadgehê ji ber ku hin parêzeran berneda hundir, bi sedan kesên ku ji bo piştevaniya dozê hatin li ber girtîgehê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Duh biryar hat aşkerakirin. Dadgehê ji sûcê “kuştina sêwirandî ya biqestî” cezayê heta hetayê girankirî, ji sûcê “xesar daye mal û milk” 4 sal ceza, ji sûcê “destnedayîna xanî” 2 sal ceza, ji sûcê “muxalefeta li dijî qanûna çekên gule berdidin” 3 sal cezayê hefsê li kujer Onûr Gencer birî.   Parêzera Denîz Poyraz Turkan Aslan Agaç, derbarê danişînê de ji ajansa me re axivî.    Turkan, di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser negirtina hindur a parêzeran: "Derbarê biryara beyî belgeya destûrî negirtina parêzeran û êrişa li hemberî parêzeran de serokê Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) di 23'yê kanûnê bi Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê, Serokatiya Komîsyona Edaletê û Serokê Dadgehê re hevdîtin pêk anî. Her wiha Şandeya ku ji TBB'ê hatî avakirin û di nav de serokê TBB'ê jî heyî xwestin bi Şandeya Dadgehê re hevdîtinê bikin. Lê belê nehiştin ku bikevin eywana danişînê. Ji bo negirin hindûr astengî derxistin. Daxwaza Şandeya TBB'ê bi rêya mubaşîran ji Heyeta Dadgehê re  hate ragihandin. Şandeya Dadgehê jî bi rêya mubaşîr, da zanîn ku biryara ku hatî dayîn ne aîdê wan e û rêbaz ya girtîgehê ye. Lê belê rayedarên cendermeyan jî da zanîn ku telîmat ji hêla Şandeya Dadgehê ve hatiye dayîn."   ‘Lêgerîna me ya heqîqetê bi belgeyan hat astengkirin'    Turkan, diyar kir ku piştî ku pirsgirêk hat çareserkirin Şandeya Dadgehê ket eywana danişînê û got: "Şandeya Dadgehê daxwaza me qebûl nekir û carek din parêzerên ku belgeya destûrê heyî jî negirtin hindûr. Ev tişt li dijhiûqê ye û xebatên me hatin astengkirin. Nîqaşên li ser belgeya destûrê bi zaneti xistin rojevê. Hewl didin ku lêgerîna me ya heqîqetê bi nîqaşên belgeya destûrê asteng bikin. Di vê mijarê de hinek bi serketin. Şandeya Dadgehê hewlda ku guh nede gotinên me. Mexdûr jî negirtin hindûrê eywaneyê û em dewrek wisa dijîn, ev nîşaneya pergala faşîzmê ye. Dadgeh vê tiştî nîşanî me da."   ‘Li welat wekî ku hiqûq nîne tê birêvebirin'    Parêzer Turkan, destnîşan kir ku bêhiqûqî û nêzîkatiya kêyfî wek rewşeke asayî tê nîşandan û wiha bi lêv kir: "Kesên ku li vir rûdinên xwe mafdar dibînin. Îqtîdara siyasî, di rêveberiya vî welatî de her tiştî li gorî xwe dike û hêzek wisa di nav xwe de dibîne. Makeqanûnê tune dihesibîne. Li her derê heman tiştî dike. Li welat wekî hiqûq nîne tê birêvebirin û mekanîzmayên din jî heman tiştî dikin."    'Di îdîanameyê de kêmasî hene'    Turkan, da zanîn ku di pêvajoya darizandinê de ji bo komkirina delîlan daxwaz hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di îdianameyê de kêmasî hene. Êriş li hemberî avahiya HDP'ê pêk hat. Ji ber vê sedemê jî êriş êrişeke siyasî ye, ne dosyayeke edlî û cînayet e. Êrişa ku li hemberî partiyeke siyasî, tê wateya êrişa li hemberî demokrasiyê. Makeqanûn li gorî welatî tevlî siyasetê bibin hatiye sazkirin. Her tişt li gorî vê hatiye amadekirin. Li gorî xala 68'an a makeqanûnê divê partiyên siyasî bên parastin. Me jî daxwaz kir ku êrişkar li gorî xalên makeqanûnê bê darizandin. Lê belê di îdianameyê de xalek wisa nîne. Êriş li hemberî HDP'ê, li hemberî parvekirina fikr û raman û mafê rêxistinbûnê hatiye kirin. Êriş li hemberî ji holê rakirina aştiya di nava civakî de pêk hatiye. Parastina HDP'ê aîdê wezaretê ye. Lê belê em dibînin ku gelek caran di ekranên televîzyonê de û li ser Twitterê HDP'ê hedef nîşan dide. Pesnê êrişên faşîzane ya li hemberî rêveber û parlamenterên HDP'ê dike. Nijadperestan teşwiqê êrişê dikin. Heta îro jî Wezareta Karê Hindur êrişa ku pêk hatî şermezar nekiriye. Ji ber ku yên ku êriş teşwiqkiriye ev bi xwe ye. Me derbarê mijarê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê da. Me daxwaz kir ku îdîanameya ku bê amadekirin bila bi dosyaya Denîz Poyraz ve bikin yek. Lê mixabin dadgeh wan tiştan qet berçav negirt."    Parêzera Denîz Poyraz Turkan, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Cezayê ku hat dayîn wijdana civakî rehet nake. Kesên ku êriş teşwîq kiriye û kesên ku alîkariya lojîstîk kiriye divê derkevin holê. Em ê pêvajoya îstînaf, Dadgeha Bilind û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bişopînin."