Wê bibin navnîşana çareseriya pirsgirêkên bajar 2022-12-28 09:14:17     Şehriban Aslan   AMED - Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya Platforma Piştevanî û Parastina Bajar a Amedê ku rojên borî de hat avakirin, nirxand û da zanîn ku bi armanca pêşî li tundiya li ser jinê, polîtîkayên şer, bikaranîna hişbirê ya zarokan bigirin û çareseriya gelek pirsgirêkên din yên bajar, hewcedarî bi platformek wisa hatiye dîtin.   Li Amedê bi tevlibûna 82 rêxistinên civaka sivîl û pîşteyî, bi daxuyaniyekê damezrandina ‘Platforma Piştevanî û Parastina Bajar a Amedê’ îlan kirin. Bi armanca xwedîderketina li dîork, çand, mîmarî, huner, çavkaniyên aborî yên baar bên derketin; bi armanca  tespîtkirina pirsgirêkên bajar, çareseriya pirsgirêkan, bêyî newekhevî navbera bawerî û cudahiyan de bê kirin, hewcedarî bi platformek wisa hatiye dîtin.   Seroka Komeleya Jinan a Rosa Edelet Kaya ya di platformê de cih digire der barê platformê de nirxandin kir.   ‘Encama civînan de hewcedariyek wisa hat dîtin’   Adaletê diyar kir ku li Amedê  tundiyeke piralî ya çavkaniya wê dewlete heye û di nav civakê de gelek cureyê tundiyê hene. Adaletê wiha dirêjî dayê: “Ev êriş ne tenê li hember kesan, li hember dîrok, çand û mîrateya bajar jî pêk tê. Ev êriş hîna idodmin. Ev êriş li hember hişê bajar e. Ev demek dirêje ev pêvajoya sîstematîk didome. Ligel vê hinek mekanîzmayên ji holê hatine rakirin hene. Rêxistinên civaka sivîl hîna têkoşîna hebûnê didomînin. Rêxistina rêxistinkirî gelek girîng e û em bi perspektîfek ku têkoşîn bê mezinkirin tevdigerin. Di encama civînan de hewcedariyek wisa derket holê. Berê konseya bajar li dijî parastina bajar peywir dimeşand. Li konseya bajar de aliyekî fermî jî hebû. Li aliyekê wê rêxistinên civaka sivîl hene lê di pergala rêveberiyên herêmî de sazbûnên rêxistinkirî jî hene. Şaredar serokatiya wê dikir. Lê mixabin em niha di pêvajoyeke ku qeyûm hene de derbas dibin. Ji ber vê rêxistinên civaka sivîl naxwazin di tu sazbûneke qeyum de cih bigirin. Ji ber vê niha konseya bajar bê bandore.”   ‘Ji bo zarokên hişbirê bikartînin cihekî dermankirinê tune’   Adaletê daxuyakirin ku ji bo ev vala bê tijekirin platform hatiye avakirin û wiha daxuyand: “Komeleya Jinan a Rosa jî parçeyek vê platformê ye. Di alî jinan de em binêrin ji ber polîtîkayên şerê taybet cureyên tundiyê mijara gotinê ne. Ji bo li dijî van polîtîkayan têkoşîn bê meşandin hewce bi rêxistinbûnê heye. em hewl didin bidin xuyakirin deşîfre bikin lê ji bo pêşîgirtina van cureyên tundiyê hewcedarî bi gelek makanîzmayên parastinê hene. Mînak zarokên hişbirê bikar tînin hene. Lê mixabin cihekî ku bên dermankirin tune. Mînak em bêjin bi şantaj û hişbirê jinan dikin fuhuşê. Bi taybet li kafeyan hinek rewş tên jiyîn. An jî li zarokan jî ev tişt tên kirin. Ji b ovan jî têkoşîneke hevpar û rêxistinkirî pêwiste.”   ‘Tundiya li dijî jinê gihiştiye astek dijwar’   Adaletê balkişand ser pirsgirêka jinan a li bajar û wiha destnîşan kir: “Ez di mijara têkoşîna jinê de nikarim zêde objektîf bim. Em dibînin ku tundiya li hember jinan gihiştiye astek dijwar. Ne tenê li malê li kafeyan, li kolanan li cihên cuda teşeyên tundiyê mijara gotinê ne. Ev jî zêde nayên dîtin. Heta kesên tundiyê dibînin jî nikarin vê wek tundî venasînin. Sedema vê jî xerabûna esasa çandiye. An jî bi bandora teşebûna mîmariya bajar e. Yanî ev hemû hev bandor dikin. Ji ber vê divê ev hemû li ber çavan bên girtin. Pirsigrêk ne tenê teşhîrkirine. Divê hinek mekanîzmayên ku serlêdan bên kirin, bên avakirin.”   ‘Cihekî ku malbat serî lê bidin tune’   Adaletê wiha dawî lê anî: “Zarok temenê biçûk de hişbirê bikar tînin. Li şûna divê pêşî li vê bê girtin pêşî lê tê vekirin. Ev jî îstîsmarkirina zarokan e. Ev êrişek hember civakê ye. Lê tu cihê li dijî vê têbikoşe tune. Di platformê de komeleyên zarokan cih digirin. Ew jî tespîta vê rewşê dikin. Xebatan dimeşînin lê di nokteya çareseriyê de dixistimin. Ji ber vê me got mekanîzmayên serbixwe li bajar pêwistin. Cihekî ku malbat serî lê bidin tune. Ji bo vê jî yekitiya hêzê pêwist e. Platform jî wê di vê mijarê de me xurt bike.”