Ji bo Îmraliyê nobet dan destpêkirin: Rayedar nikarin bêjin tecrîd tune 2022-12-28 09:12:52     Dîlan Babat    ENQERE - Gulîstan Kiliç Koçyîgît çalakiya li ber Wezareda Dadê ya ji bo hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê destpêkirin, hat destpêkirin nirxand û got: “Em dibêjin tecrîd heye û tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Serê dijhiqûqiyekê di dijhiqûqiyek din tê veşartin. Em dibêjin tecrîd heye û li vî welatî kes nabêje tecrîd tune.”    Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her diçe giran dibe û 21 mehe ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yidirim nayê girtin. Herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de  malbata wî hevdîtinek telefonê ya kurt pêk anî. Hevdîtinên parêzeran bi ‘qedexeyên hevdîtina parêzeran’ 6 mehan ku Dadgeriya Înfaza Bursayê tê dayîn tên astengkirin û yên malbatê jî bi cezayên dîsîplînê yên sê mehan yên Serokatiya Lijneya Dîsîplîna Îmraliyê tê astengkirin. Ji bo rakirina tecrîdê  li her derê çalakî pêk tên û banga bidawîbûna tecrîdê tê kirin.   Parêzeran 220 û malbatê jî 79 serlêdan kirin   Buroya Hiqûqê ya Asrin piştî hevdîtina telefonê ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike gelek caran serlêdan kirin. Her hefte hem mabatan hem jî parêzeran serî li Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Îmraliyê û Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Parêzeran 220 caran û malbatan jî 79 caran serlêdan kirin lê bê bersiv man.   Serlêdan hatin redkirin   Parêzeran ji bo hevdîtina bi malbat û parêzeran re pêk bê di 22’yê mijdara 2021’ê de serî li Dadgeriya Înfaza Bursayê dan. Dadgeriyê cezayên dîsîplînê ya sê mehan a malbatê û 6 mehan a parêzran hincet nîşan da û serlêdan redkirin. Parêzeran der barê cezayên dîsîplînê de jî serî li Dadgeha Cezaya Giran a Bursayê îtîraz kirin lê dadgerê biryara red da û got ‘tiştekî li dijî usul û qanûnê tune.”   Serlêdana DDB’ê hat redkirin   Parêzeran li dijî cezayên dîsîplînê ya Serokatiya Lijneya Dîsîplîna Îmraliyê di 12’yê gulanê de mijar bir Dadgeha Destura Bingehîn (DDB). Parêzeran di serlêdanê de balkişandin ser rewşa tecrîda giran ‘încommunîcado’ û gotin negirtina agahiyan îşkenceye û binpêkirina mafe û divê bê tespîtkirin. Lê DDB’ê di 12’yê çîle de bersiv da serlêdanê û got ‘xetereyek cidî tune’ û red kir.   Ji 775 hiqûqnasî serlêdan   Di nav de Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî heye rêxistinên hiqûqê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re kampanya îmzeyan dan destpêkirin. 775 hiqîqnasên li 29 baroyan qeydkirî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re îmze dan û di 10-17’ê hezîranê de serî li Wezareta Dadê dan. Lê hîna bersivek nehatiye dayîn.   Ji parêzerên Ewropa û Rojhilata Navîn serlêdan   Ji seranserê cîhanê ji 22 welatî 350 parêzerî bi daxwaza hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re pêk bînin di 14’ê îlonê de  serî li Wezareta Dadê dan. Parêzeran balkişandin ser rewşa tecrîda giran û serlêdan bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li Kuluba Çapemeniyê ya Ewropa a Bruksel a Belçîkayê deklere kirin.   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît der barê çalakiya li dijî tecrîdê li ber Wezareta Dadê dane destpêkirin de nirxandin kir.   ‘Li tu girtîgehê rewşek wisa tune’   Gulîstanê got 21 mehe wezareta dadê destûr nade hevdîtinên li Îmraliyê û tu bersivê nade serlêdanên parêzer, parlamenter û malbatê û got: “21 mehe ji Abdullah Ocalan û girtiyên din tu agahî tune. Li tu girtîgehê rewşeke wisa tune. Piştî darbeya 80’ê dijhiqûqiyek hat jiyîn lê tecrîdeke wisa giran nehatibû jiyîn.”   ‘Seknek zelal a Birêz Ocalan heye’   Gulîstanê bi lêv kir ku çavkaniya tecrîda giran ev e ku li Tirkiyeyê hiqûq hatiye rakirin û wiha bi lêv kir: “Wezareta dadê û AKP neçare qanûnên vî welatî pêk bîne. Dema cihê gotinê tê dibêjin hiqûq di herî jor de ye, dibêjin hiqûq rehbera wan e. Lê her roj îmzeyan davêjin dijhiqûqiyê. Tecrîd sûce, rêbaza îşkencê ye. Ev nikare bê qebûlkirin. Ev jî ji dijhiqûqiya giştî ya wezareta dadê û atmosfera welat bandor dibe. Înkarkirina pirsgirêka kurd bandor li hemû girtîgehan û Îmraliyê kiriye. Dewlet Birêz Ocalan dîl girtiye. Dema hewcedariya wa hebe bi Ocalan re hevdîtinê dikin. Lê li gorî xwe bi rayagiştî didin hîskirin. Seknek zelal a Birêz Ocalan heye. Lê rewşeke ku vê qebûl nake heye.”   ‘Ji amadekirina raporan dijhiqûqî ji holê ranabin’   Gulîstanê balkişand ser serdana CPT û wihagot: “Birêz Ocalan di hevdîtina dawî ya bi birayê xwe Mehmet Ocalan re gotibû ev rewş dijhiqûqiye, her kes divê mafê xwe bikar bîne, gotibû divê parêzer biçin giravê. CPT serdanên sîstematîk kirin. Di 2019’an de bi destura Tirkiyeyê rapor weşand. Lê em dinêrin ku kêrî tu tiştekî nekir. Dijhiqûqî tên tespîtkirin lê nanêrin ku welat ji bo vê dijhiqûqiyê ji holê rabike çi dike. Gelo CPT bixwe çi dike? Pêngavek çawa davêje? Di vir de jî tu pêşketin tune. Birêz Ocalan ji CPT re gotibû ‘Du salan carê hatina we tu tiştekî ji ber vê min nekin alav, nekin parçeyek dijhiqûqiyê.’ Birêz ocalan hem ji bo rayagiştî hem jî bo qada navneteweyî peyama zelal dide. Divê peyama Birêz Ocalan baş bê fêmkirin. Nobeta edeletê ya me daye destpêkirin jî ji bo em bêjin tecrîd û dijhiqûqî heye hat destpêkirin. Em dibêjin tecrîd heye, tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Hewl didin serê vê dijhiqûqiyê veşêrin. Em dibêjin tecrîd heye û kes jî nikare ji xwe bêje tecrîd tune. Berê ji bo qedexeya hevdîtinan hinceta wan hebû. Niha we jî tune. Dibêjin cezayên dîsîplînê.”   ‘Bi tecrîdê rêveberiya welat baş tê dîtin’   Gulîstanê destnîşan kir ku desthilatdarî her tiştî di bin ‘ewlehiyê’ de dimeşîne û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em Feraseta kêfî û teşeyê rêveberiya welat baş dibînin. Dema em dibêjin li Îmraliyê tecrîd heye em vê ji tecrîda derve serbixwe nabînin Tecrîda li Îmraliyê li hemû welatan belav bûye. Tecrîda li Îmraliyê li ser xwedekaran, gel, xizanan e, li ser jinane. Butçeya xwe ji şer û bombeyran re vediqetîne. Dixwazin destkeftiyên Gelê Kurd tune bikin.  Bi tu awayî nikarin Birêz Ocalan bikin rewşa pêvajoya siyasî. Ger hûn vê bînin rewşa pêvajoya siyasî encama vê wê hemû welat bikşîne. Wê ji bo hemû kesî encamên neyînî derkeve holê.”   Gulîstanê dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku heta hevdîtinên li Îmraliyê pêk tê wê banga wan ya ji bo wezareta dadê bidome û nobetên wan berdewam bikin.