Sala 2023'yan dê bibe sala serkeftinê 2022-12-28 09:04:26     Rojda Aydin   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo başûrê Kurdistanê salek têr û tijê derbas bû, berxwedana ku hat dayîn polîtîkayên tunekirinê pûç kir. Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Gurbet Îşlek, diyar kir ku di sala 2022'yan de li dijî êrişan têkoşîneke mezin hat dayîn û got: "Armanc û plansaziyên me yên ji bo sala 2023’yan jî ew e ku dê berxwedanê bigihînin serkeftinê. Sala 2023’yan bikin sala serkeftinê."    Li her çar parçeyên Kurdistanê geşedanên siyasî yên ku dê bandora xwe sala nû bike pêk hat. Başûrê Kurdistanê jî para xwe ji wan geşedanên siyasî girt. Polîtîkayên hevpar ên Enqere, Hewlêr û Bexdayê bandorê li tevahiya axa başûr kir. Têkbirîna destkeftiyan, qirkirina xwezayê, bêîrade hiştina gel, valakirina axa Kurdistanê û qetilkirina jinên pêşeng hedefa sereke yên hikûmetan bû. Li dijî polîtîkayên bi vî rengî jî berxwedana gel jî li pêş bû. Berxwedana ku bi pêşengiya jinan pêk hat bandorê li tevahiya civakê kir.    Ji Koordînasyona Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Gurbet Îşlek têkildarê geşedanên siyasî û xebatên jinan a sala 2022'yan nirxand.   ‘Bi têkoşîna xwe planên heyî hatin pûçkirin’   Gurbet, di destpêka axafina xwe de diyar kir ku îsal ji bo kurdan salek têr û tijê derbas bû û got: "Ev sal ji bo me kurdan saleke têkoşîn û berxwedanê derbas bû. Ligel têkoşînê jî me gelek şehîd da. Di sala 2022’yan de li hemberî wargeha me, li hemberî Tevgera Azadiyê, li hemberî Gelê Kurd êrişek bi tund hebû. Ligel êrişên li hemberî  Rojava, Başûr, Rojhilat û Bakur Mexmûr jî bû hedefa sereke. Penaberên li wargehê li ber deriyên mala xwe hedef hatin girtin û hatin qetilkirin. Dewleta Tirk û hevkarên wî wekî salên borî jî hewldan ku wargehê bêbandor bikin, vala bikin, nakokiyan bixin nava wargehê û wargehê belavbikin. Lê têkoşîna 30 salan a wargehê ev planên li hemberî wargehê pûç kir."   ‘Jinan pêşengtiya çalakiyan kir'   Wargeha Mexmûrê her tim di hêla rêxistinbûna jinê de bû mînak, Gurbet derbarê xebat û rêxistinbûna jinan de jî wiha axivî: "Jin li dijî êriş û planên li hemberî wargehê erka xwe ya têkoşînê pêk anîn. Jinên wargehê bi çalakiyên ku hatin kirin rengê xwe diyar kirin û hewldan ku bibin bersiva pêvajoyê. Ji bo jinên li Mexmûrê tişta sereke azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji bo vê yekê jî jin di hemû çalakiyên xwe yên îsal de pêşengtî kir û xebatên taybet dan meşandin. Her wiha ji bo Meclîsa Jinan a Îştarê jî rêxistinkirina jinan girîng bû. Meclis hewda ku di nava komîteyên heyî, di nava xebatên gel, sazî û dezgahan de xebateke hevpar bidin meşandin. Armanca me rêxistinkirina jinê ya di nava civakê de ye. Di nava vê salê de komxebata jineolojiyê ya duyem pêk hat, konferans û gelek semîner ji bo jinan hatin lidarxistin. Rê û rêbazên têkoşînê hatin nirxandin. Her wiha ne tenê ji bo pirsgirêkên jinan, ji bo pirsgirêkên tevahiya civakê xebatên taybet hatin kirin. Di bin banê Meclîsa Îştarê de xebatên rêxistinbûyînê hatin pêşxistin. Her wiha em hewl didin ku kêmasiyên vê salê di nav xwe de baş binirxînin ku ji bo sala nû plansaziyeke baştir derxin holê.”   'Dagirkirin bi armanca tunekirinê pêk tê'   Gurbet di axaftina xwe de wiha bal kişand ser polîtîyakên Enqere, Hewlêr û Bexdayê: “Her sala ku derbas dibe bêtir êrişên Dewleta Tirk zêde dibin. Dewleta Tirk tunekirina Gelê Kurd daye li pêşiya xwe. Dixwaze kurdek li ser vê erdnegariyê nemîne. Lê bêlê vî tiştî bi hevkarên xwe re dike. Ji ber ku Dewleta Tirk nikare bi tena serê xwe wan êrişan pêk bîne, bi DAIŞ, PDK û hikûmeta Iraqê polîtîkayeke taybet li hemberî kurdan dide meşandin. Dewlet û hikûmetên wan bi hev re tevdigerin û haya wan ji hevdû heye. Hikûmeta Iraq û ya Kurdistanê tu carî parastina wargehê nekirin. Me di sala 2014’an de helwesta wan dît, çawa gelê wargehê tenê hiştin û rewiyan. Penaberên wargehê bi derfetên xwe parastina xwe kir. Bi alîkariya HPG’ê wargeh û Şengal ji êrişan hatin parastin û êriş vala hatin derxistin. Di meha nîsanê heta niha êrişeke bi tund û êrişên bi çekên kîmyewî ya ku li tu deverên cîhanê nehatî dîtin li hemberî gerilayan hatin bikaranîn. Tekane armanc dagirkirina axa başûrê Kurdistanê ye. Dagirkirin bi armanca tunekirinê pêk tê. Li Şengalê û Rojava me dît ku çawa êriş dikin. Li hemberî êrişan erka me û erka gelê me xwedî li derketina têkoşînê ye.   ‘Pêşengên jin hedef tên girtin’   Gurbet derbarê serhildana Rojhilatê Kurdistanê ya ku bi dirûşma “Jin jiyan azadî” berdewam dike û qetilkirina endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel de wiha nêrînê xwe anî ziman: “Serhildana Rojhilat sê meh in berdewam dike. Bi pêşentiya jinan serhildan pêk hat û di serhildanê de xwedîderketina li nasnameya jinê derket holê û ev tişt jî ji bo me girîng e. Bi her awayî li her derê sereke jin hedef tên girtin û wek hedef girtina Nagîhan Akarsel a ku li Başûr hat şehîtxistin. Hedefgirtina endama Akademiya Jineolojiyê tê wateya hedef girtina fikr, zanist û ramanê jinê ya ku bandorê li civakê dike. Dewleta Tirk bi taybetî jî jinên ku pêşengtiyê dikin hedef digire. Jîna Amînî ji aliyê ‘polîsên ehlaqî’ ve hat qetilkirin ev jî nîşaneya hedefgirtina jinên kurd e. Divê em wek îsal, sala nû jî bikaribin ku li hemberê van êrişan xwedî bi bertekên zanîstî bin. Ji bo vê jî divê em xwe perwerde bikin û xwedî li têkoşîna wan jinan derkevin.”   ‘2023’yan dê bibe sala azadiya Rêber Apo’   Gurbetê destnîşan kir ku niha li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di şexsê Rêber Apo de li hemberî Gelê Kurd tecrîdek tê meşandin. Di nava wargehê de tişta ku bikeve li ser milê me em ê pêk bînin. Armanc û plansaziyên me yên ji bo sala 2023’yan ew e ku berxwedanê bigihînin serkeftinê. Em ê sala 2023’yan bikin sala berxwedanê û xwedî li çiyê û Rêber Apo derkevin. Em ê rêxistinbûna xwe ya jinê xurt bikin, parastina xaka xwe bikin, parastina cewherî li pêş bixin, li dijî qetilkirin û tundiya li hember jinê têbikoşin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ber xwe bidin. Sala 2023’yan bibe sala azadkirina Rêber Apo. Sala nû dê bibe sala serkeftinê."     Ji bo jinan sala 2022'yan    Di sala 2022'yan de li başûr jî jinên kurd ji bo bi destxistina mafê xwe û li dijî êrişên siyasî û qetilkirina jinan li qadan cih xwe girt. Çalakiyên ku îsal derketin li pêş wiha ne:   * Di 29’ê çileyê de Şêwra Jinên Êzidî û Ereb a bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi dirûşma, “Yekîtî û têkoşîna jin wê parastina jinê mîsoger bike” tevî astengiyên hêzên Iraqê bi beşdariya gelek jinan pêk hat.   * Di 1’ê sibatê de balafirên şer, êriş bir ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Şengal û Dêrika Rojavayê Kurdistanê. Sazî û dezgehên jinan ên li Mexmûr û Şengalê li dijî êrişan rêze çalakî li dar xistin.   * Di 12’yê adarê de bi pêşengiya Komîsyona Jinan ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) û Yekîtiya Jinan a Kurdistanê, li Silêmaniyê bi tevlîbûna herçar parçeyan Şêwira Jinên Kurd bi dirûşmeya “Qirkirina jinan rawestînin” pêk hat.   * Di 7’ê nîsanê de li navenda Şengalê ji aliyê TAJÊ ve bi dirûşma “Felsefeya Rêber Apo bingeha azadiya jinên êzidî ye” bi beşdarbûna hemû endamên jin yên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser komxebatek hat lidarxist.   * Di 18’ê gulanê de TAJÊ ji bo hîn zêdetir kar û xebatên xwe bighîne raya giştî malpera xwe ya înternetê vekir.   * Di 30’ê hezîranê de kongreya 1’emîn a jinên ciwan ên êzidî pêk hat û navê xwe veguherandin “Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê”.   * Di 30’ê tîrmehê de li Bexdayê Konferansa Jinên Iraqî ya Navneteweyî ya derbarê qirkirina jinên êzidî de bi dirûşmeya “Bi vîna jina azad em li hember jenosîda Şengalê têdikoşin” pêk hat û hat xwestin ku komkujî li ser asta navxweyî û navnetewî weke jenosîd were nasandin.   * Di 14’ê îlonê de li Hewlêrê ji aliyê komek nivîskar, rewşenbîran ve ji bo stargehên jinan ên li Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê kampanyaya komkirina pirtûkan hat destpêkirin.   * Qetilkirina Jina Mahsa Emînî ji seranserê başûrê Kurdistanê ji hêla sazî û dezgehên jinan ve bi çalakiyan hat şermezarkirin.   * Di 25’ê îlonê de Komek Jinên ji pêkhateyên cûda yên Iraqê û başûrê Kurdistanê ji bo pêşî li komkujiyên dewleta Tirk were girtin, li Bexdayê banga qedexekirina qada hewayî li NY, saziyên navnetewî û Hikûmeta Federal ya Iraqê hat kirin.   * Endama Navenda Lêkolîna Jineolojiyê, akademisyen, nivîskar û rojnamevan Nagîhan Akarsel di 4’ê cotmehê de li bajarê Silêmaniyê hat qetilkirin. Li Başûr cara yekem jinan darbestê hilgirtin li ser milên xwe. Li seranserê bajarên herêmê jinan, qetilkirina Nagîhanê bi çalakiyan şermezar kir.   * Di 17’ê cotmehê de komek jinên ereb ku hinek ji wan endamê rêxistinan bûn bi navê “Ez jiyan im” bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” ji bo piştevaniya bi jinên rojhilatî kampanyayek dan destpêkirin.   * Di 21’ê cotmehê de li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi dirûşmeya “2’yemîn şoreşa cotkarî û gundewarî bi zanista jineolojiyê ava bibe”, 2’emîn Komxebata Jineolojiyê pêk hat.   * Sazî û dezgehên jinan dijî biryara Dadgeha Federal ya Iraqê ya “Eger mêr jinek din re zewicî, mafê cûdabûna jina yekem heye” daketin qadan û bertekên xwe anîn ziman.   * Di 10’ê kanûnê de Şandeya Platforma Yekîtiya Jinên Kurdistan ya Bakurê serdana başûrê Kurdistanê kir. Şande li Hewlêr û Silêmaniyê bi gelek partî, rêxistin, sazî û kesayetan re civiyan.