'Kujer ne tenê tetîkêş e' 2022-12-27 11:56:55     ÎZMÎR - Berî doza Deniz Poyraz Jin bi hev re bi hêz in da zanîn kujer ne tenê tetîkêş e û got edaleta rast wê jin bînin cih.    Wê  7'emîn rûniştina doza derbarê kujerê Deniz Poyraz a li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilkirin de li Eywana Dadgeha Girtîgeha Şakranê bê dîtin. Berî rûniştinê jinan daxuyanî dan. Gelek sazî û jin tevlî daxuyaniyê bûn.    Di rûniştinê de dirûşmên "Ew ê soza me ya ji bo Denizê aştî be","Deniz Poyraz nemir e","Ne edaleta mêr edaleta rast","Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. Piştî daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar Jin bi hev re bi hêz in li Îzmîrê daxuyanî da.    Danişîna 7’emîn a doza kujerê Denîz Poyraz, Onûr Gencer ku jê tê darizandin li eywana danişînê ya Girtîgeha Alîagaya Îzmîre tê lidarxistin. Beriya Danişînê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li ber girtîgehê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.    Di serî de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar da zanîn ku ev ne cinayeteke ji rêzê ye û got ji serî de nehiştin rastî derkeve.    Parlamenterên HDP’ê û CHP’ê, nûnerên rêxistinên sivîl, rêveberên HDP’ê, malbata Denîz Poyraz, gelek serokên baroyan, parêzer û hejmarek zêde welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ji kêliya bûyer pêk hatiye heta niha tê xwestin ser dozê bê girtin û xebatên sîstematîk ji bo girtina dozê hatine kirin. Sancar da zanîn ku êrişa li dijî partiya sêyemîn a mezin û li sêyemîn bajarê mezin pêk hat kujer ne bi tena serê xwe pêk aniye û ji şiklê bûyerê pir eşkere ye ku cînayetek siyasî û rêxistinkirî ye.    'Tirkiyeyê her tim şahidiya qetlîam û êrişên siyasî kiriye'    Mîthat anî ziman ku Tirkiyeyê her tim şahidiya qetlîam û êrişên siyasî kiriye û got: “Dîroka Tirkiyeyê bi cînayetên siyasî tije ye. Rêbaza hemû cînayet ango êrişan mîna hev e. Li şûna ku bûyer bi hemû hûrguliyên xwe ve were eşkerekirin û ronîkirin lê ser bûyeran hatiye niximandin. Ji ber vê yekê ye ku ev welat şahidiya êriş û qetlîamên siyasî dike. Gerînekek bixwîn hatiye afirandin û vê gerînekê welat ji azadiyê, aştiyê, aramiyê, edaletê û demokrasiye dûr xistiye. Heke ku êrişên berê ku pêk hatin bihatana ronîkirin wê niha ev welat ne di nava vê şermê de bûya.”    ‘Ev senaryo pir nas e’    Mîthat destnîşan kir ku dadgeh jî ji bo rastiya êrişê derxe holê ji lêkolînan xwe daye paş û got: “Talî, ji bo ev doz ji çavê raya giştî bê revandin veguhestine vir. Ev senaryo pir nas e. Ev senaryo kir ku edalet têk çû û faşîzm li welat bicih bûye. Kêliya ku hevala me Denîz Poyraz hat qetilkirin me got ev plana aloziyê ye. Ji bo civakê dîzayn bikin û bi armanca hin bêtir pergalê otoriter bikin vê plana aloziyê xistine dewrê. Ji bo ev plana aloziyê were astengkirin çi ji destê me hat me kir.”    ‘Edalet ji holê rabe, kes nikare xwe di nava elehî û aramiyê de hîs bike’    Mîthat anî ziman ku dema bêedaletî kûr dibe, her biryara dadgehê her kesî mecbûrî ku di nava bêewlehiyê de bijîn de dike û wiha got: “Dema edalet ji holê radibe, kes nikare xwe di nava elehî û aramiyê de hîs bike. Em carek din li vir gazî heyeta dadgehê dikin. Em ê li hundir jî vê banga xwe dubare bikin, wezîfeya dadgeran ew e ku heqîqet û rastiyan derxe holê. Prensîba darizandina cezayî ew e ku di çarçoveya bingeha hiqûq gerdûnî de bê kirin. Heta ku heqîqeta madî dernekeve holê edalet jî pêk nayê. Dema edalet jî pêk neyê aştiya civakî û aramî jî nikare bê temînkirin. Wê her endamek darazê jî mîna me her kesî di bin xetereya bêewlehiyê de bijî. Heke îro ciwanan li vî welatî hêviya xwe winda kiribe, ji sedî 70’ê ciwanan naxwaze li vî welatî bijî sedem ew e ku xwe di ewlehiyê de hîs nakin.”    'Em ê her ji bo edalet û heqîqetê têkoşîna xwe bidomînin’    Mîthat destnîşan kir ku ew ê destûrê nedin dosye ango doz bi yek bersûcî bê girtin û wiha axivî: “Dema kesek were cezakirin, wê hemû hêzên li pişt, têkiliyên di nava dewletê de veşartî dê bên hiştin. Heke ser dozê were niximandin dê rê li ber cînayetên siyasî yên nû veke. Em ê destûr nedin vê yekê. Ji dadgehê kîjan biryar derdikeve bila derkeve, lê me dixwazin ku dadgeh li gorî wîjdan tevigere û hemû hêzên li di nav bûyerê de derxe holê. Heke ew vê nekin, wê şopandina dozê li ser milên me bimîne. Em ê her ji bo edalet û heqîqetê têkoşîna xwe bidomînin.”    'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'   Piştî axaftina Mîthat, endamên Jin bi hev re bi hêz in a Îzmîrê daxuyanî dan. Dîdar Gul li ser navê jinana daxuyanî da û ew ê wek jinan heta dawiyê ji bo edaletê têbikoşin.