Jinan têkoşîna gerdûnî bi rêxistin kirin 2022-12-27 09:10:43     Zelal Tunç   WAN - TJA’ya ku sala 2022’an li Wan û navçeyên wê li dijî her cureyê tundiyê bi berxwedanê derbas kir, ji bo 2023’an jî peyama ku hedef dikin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê bidawîkirin û azadiya fîzîkî pêk bînin, dan.   Ji 8’ê Adarê heta 25’ê Mijdarê jinan îsal li dijî tundiya mêr û tundiya rejîmê wekî rêxistina azadiya jinê bi têkoşînê derbas kirin. Tevgera Jinên Azad (TJA) tevî zextên dewlet-mêr qad terk nekirin.  Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Çelîkbîlek salek jinan a li Wanê nirxand.   Girîngiya piştevaniya jinê ya gerdunî   Ayşeyê da zanîn ku wek jinên TJA’yê sala 2022’an bi berxwedan û rêxistinê derbas kirine û sê konferansên mezin pêk anîne û yekli ji bsn jî Tunusê ya 3’emîn Konferansa Jinan a Cîhanê bûye, ya duyemîn bi tevlibûna jinên Kurdistan û Tirkiyeyê li Êlihê ji aliyê TJA’yê ve pêk hatiye. Ayşeyê got ya sêyemîn jî  li paytexta Berlîn a Almanyayê Konferansa Jinan  a Navneteweyî bûye.Ayşeyê da zanîn ku di konferansan de pirsgirêkên hevpar yên jinan girtine dest û wiha vegot: “Pêkhateyên van konferansan nîşan da ku jin bi hev re têbikoşin wê pêvajoyê çareser bikin. Ligel vê biryara avakirina torên hevpar yên jinan ku bên avakirin hatine girtin.”   Jinan salek bi berxwedanê derbas kirin   Ayşeyê balkişand ser herêma Serhedê û diyar kir ku jinan sala 2022’an bi rêxistin û têkoşînê derbas kirine û got: “Me li dijî pergala serdest ya mêr, li hember malbatê û derdorê têkoşînek mezin da. Di 2022’an de qirkirina civak, xwezayê pêk hat û têkçûna ahlaqî derket asta jor. Me ji 8’ê Adarê şûnde torên rêxistinbûnê ava kirin. Atolyeyên jîneolojiyê pêk hatin, Civînên jinan pêk hatin û zemînek mezin a xurt a jinan ava kir. Me encamên baş girtin. Piştre xebatên Newrozê, 1’ê Gulanê, 1’ê îlonê û heta 25’ê Mijdarê xebatên xurt hatin meşandin.”   Bûyerên destdirêjiyê yên cerdevanan   Ayşeyê bi lêv kir ku di çarçoveya polîtîkayên şer de li Wan û navçeyên wê bi destê polîs, leşker, çawîşên pispor û cerdevanan binpêkirin hatine jiyîn û li dijî van jî têkoşînek mezin dane û wiha domand: “Li Şax a Wanê cerdevanekî destdirêjî li zarokekê kiribû. Li şûna cerdevan bê cezakirin malbat û zarok hatin cezakirin. Malbat neçar man koç bikin. Neçar man îfadeyên xwe şûnde bikşînin.  Dewletê gumanbar parastin. Li Elkê jî heman rewş hat jiyîn û malbatê heman tişt jiya. Neçar man dest ji îfada xwe berdin.”   Pêkanînên bêcezahiştinê   Ayşeyê balkişand ser qetilkirina Fatma Altinmakas  û wiha destnîşan kir: “Doz du sale li Dadgeha Cezayê Giran a Panosê didome. Tenê gumanbar ceza girt. Lê bi awayekî sîstematîk, birayê hevjînê wê Sînan Altinmaka  destdirêjî lê kiribû.  Fatma Altinmakas bi Kazim Altinmakas re diçe qereolê gilî dike lê ji ber baş Tirkî nizanibû xwe baş îfade nekir û rast derbasî girtekan nebû. Gumanbar Sînan Altinmakas hat berdan û piştî vê Fatma hat qetilkirin. Der barê gumanbarê esas Sînan Altinmakas de lêpirsîn bineşopandinê bi encam bû.”   Her întîharek mirina bigumane   Ayşeyê her wiha balkişand ser întîharên jinên ciwan û got li Wan û navçeyên wê pir zêde mirinên biguman pêk tên û  wiha domand: “Ji bo me ev întîhar hemû mirinên biguman in. Em dizanin ku li pişt her mirinekê destê mêrekî heye. Ji ber vê jî divê em van weke mirinek ji rêzê nenirxînin.”   ‘Girtîgeh veguherîn îşkencexaneyan’   Ayşeyê rewşa girtîgehan û binpêkirinên mafan jî wiha anî ziman: “Jinên hatin girtin jî di 2022’an de di berxwedanê de bûn. Ayşe Gokkan ji ber têkoşîna mafên jinan dida 30 sal ceza lê birîn. Gelek jinên wek wê tên darizandin hene. Gelek girtiyên ku tevî nexweşiyên giranin hîna girtî ne hene. Ev jî nîşan dide ku divê em têkoşîna xwe xurt bikin. Girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan. Li dijî van binpêkirinan jin têdikoşin.”   ‘Em li qadan e’   Ayşeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di çarçoveya 25’ê Mijdarê de di şexsê Jîna Emînî de me li Qelqeliyê starta çalakiyên xwe da. Li wir cendermeyan hewl dan me asten bikin. Gotin biçin li malên xwe daxuyaniya xwe bidin. Lê em ji xwe li malê tundiyê dibînin. Em ê li dijî vê berteka xwe li kolanan nîşan bidin.  Em ê têkoşîna xwe li kolanan bidin. Sedema şer polîtîkayên tecrîda li ser Abdullah Ocalan in. Bi têkoşînê pêkane ku tecrîd bişkê. Divê em di 2023’an de têkoşîna xwe mezin bikin û tecrîdê rakin.”