Malbatên Roboskiyê: Bila kujer bên cezakirin û edalet pêk were 2022-12-27 09:02:43   Sema Çaglak – Medya Uren   ŞIRNEX - Malbatên Roboskiyê yên daxwaza xwe ya edaletê didomînin, diyar kirin ku zilmeke mezin li wan hat kirin û gotin:"Hêvî û daxwaza me tenê ew e ku bila kujerên zarokên me bên cezakirin û edalet pêk were. Hemû jî bê sûc û zarok bûn. Di destê wan de ne çek ne jî tiştekî din hebû. Em ê li hemberî vê zilmê serî netewînin. Dê lêgerîna edaletê ya ji bo Roboskî dewam bike."   Hêzên çekdarî ên Tirk (TSK) di şeva 28'ê Kanûna 2011'an de saet di navbera 21:39-22:24 de êriş birin ser kolberên li ser sînor bûn. 38 gundî û 50 hêştir hedef hatin girtin û di encamê de 19 jê zarok 34 kesî jiyana xwe ji dest dan. Heta niha jî her çiqasî bi dehan serlêdan pêk hatibin jî encamek neketiye destê malbatan. Her ku diçe gef û zextên li ser wan jî zêdetir dibe. Piştî komkujiyê komeleya "Ji Bo Roboskî Edalet, Ji Bo Rûyê Cîhanê Aştî" (Roboskî-DER) hate vekirin. Di sala 2017'an de jî ev komele bi hikmê KHK'ê hate girtin. Li gel girtina serokê komeleyê Velî Encu li ser gelek malbatên Roboskiyê jî doz hate vekirin. Malbatên ku zarokên wan di Komkujiya Roboskiyê de hatin qetilkirin destnîşan kirin ku navê Roboskiyê bûye cihê bêedaletiyê.   'Malbat li parçeyên bedena zarokên xwe geriyan'   Yek ji malbatên zarokên wan di Komkujiya Roboskî de, hatin qetilkirin, dayika Nadîr Alma (25), Azîme Alma (55) ye ku bi êş û zêmaran hewl dide êşa xwe sivik bike. Azîme, gava behsa Komkujiya Roboskî dike çavên wê tijî dibin û dibêje xeyal û hêviyên zarokên wan hebûn û wiha axivî: "Wextê ku zarokên me diçûn bazirganiya derveyî sînor ne tiştekî veşartî bû. Li ber çavên dewletê diçûn. Saet di 4'an de kurê min bi rê ket û çû ber sînor. Piştî ku ev komkujiyê pêk anîn gotin şaştî çêbûye. Çawa nedizanibûn ku ew zarok in. Dizanibûn ku ew bêyî çek in, dizanibûn ku zarok in û bazirganiniyê dikin. Xeyal û hêviyên wan hebûn. Wê çaxê ji serê salê re 2 roj mabû. Hemû di nav kelecanekê de bûn. Ji xwe re pêşbirk çêkiribûn û ji bo ku ji hevalên xwe re diyarî bistînin amadekarî dikirin. Lê wan ji xeyal û hêviyan bêpar hiştin. 2 kurê min li leşkeriyê bûn, 3 zarokên min jî diçûn dibistanê. Lewra hemû jiyana me li ser Nadir bû. Hefteyek berê komkujiyê, kurê min bi şev hat li derî xist û min derî lê vekir. Gava hat ji sermayê çongê wî cemed girtibû. Min kurê xwe danî ser kursiyê û bi ava tênşîr şuşt ku çongê wî vebe. Heke ne ji mexdûriyetê bûya kî çima ewqas di şert û mercên zehmet de bixebite. Kuştinek wisa ne heqê zarokên me bûn. Ew rojê malbat çûn li ser cenazeyên zarokên xwe û li parçeyên bedenen wan geriyan. Qey êşek ji vê mezintir heye?   'Em her roj li edaletê digerin'   Azîme daxuyand ku li Tirkiyeyê ne heq, ne hiqûq ne jî edaletek heye û axaftina xwe wiha domand: "Dewlet dewleta AKP-MHP'ê ye. Qanûn û zagon jî li gorî wan dimeşe. Ji bo kurdan ne edalet ne jî maf derbasdar e. 11 sal in em her roj li edaletê digerin lê heta niha edaletek nehatiye Roboskiyê. Niha jî dema ez diçim şahî, dawet an jî serdanekê rûyê kurê min ji ber çavên min naçe. Di her kêliyê de êşa wî dijîm. Heta ku em sax bin em ê li dû doza zarokên xwe bin. Ji ber ku zilmek mezin li me hat kirin û Roboskî bê edalet hiştin. Iraq ne qedexe bû, nîvî malbatên me li Iraqê bûn. Her kes diçû û dihat. Gava ez diçim ser gorê wî, wê êşa roja ewilî dijîm. Zarokên me ji dilê me dernakeve. Gava meha qanûnê tê çavên me ji televîzyonê naçe û dilê me zêdetir dişewite. Di her salvegerê de em li hêvîya gelê xwe yê bi wîjdan in ku bila werin salvegera Roboskîyê û xwedî lê derbikevin."   'Êşa me ji bo wan ne pêlîstokek e'   Azîme di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser helwestên partiyên sîyasî û destnîşan kir ku êşa wan ne pêlîstok e û got: "Wextê ku komkujî çêbû dewletê digot ev bi şaştî çêbûye. Em 11 sal in di bin bêedaletiya AKP'ê de ne. Ne qanûn ne jî hiqûq hiştiye. Partiyên sîyasî yên ku ji xwe re dibêjin muxalîf jî tenê berjewendiyên xwe difikirin. Li ser êşa me dilîzin. Êşa me ji bo wan ne pêlîstokek e. Wê çaxê CHP hatibû û soz dabû ku edaletê pêk bîne. Lê ne ji dil bû û tenê di gotina xwe de ma."   'Bila kujerên zarokên me bên cezakirin û edalet pêk were' Dayika Ozcan Uysal (17) Turkan Uysal, diyar kir ku ne kêfxweşî ne jî aramî di jiyana wan de maye û got: "Ji demên berê ve bazirganiya derveyî bajêr di jiyana me de cihê xwe girtiye. Li gundê me ji bo ku xelk debara we bike tu derfet nîne. Wê çaxê ji ber vê xizanî û neçariyê zarokên min diçûn sînor û bazirganî dikirin. Em di nav malê de 12 kes bûn. Ji bo ku em debara malê bike tenê kurê min hebû. Wî jî bazirganî dikir. 2 roj mabû ku bikeve 18 saliya xwe. Yên ku hatin qetilkirin hemû jî xwendevan û zarok bûn. Cara ku dihat pê û çongên wî cemed digirt. Gelek zehmetî dikişandin. Min digot bes êdî here, wî jî digot em neçar in ku biçin heke nebe em ê mexdûr bibin. Ev 11 sal in em digirîn û ne dikarin xwarinê bixwin ne jî dikarin dilxweş bibin. 11 sal in rojên me bi temaşekirina wêneyên wan derbas dibe. Her rojên pêncşemê em li ser gorên wan diqeherin. Hêvî û daxwaza me tenê ew e ku bila kujerên zarokên me bên cezakirin û edalet pêk were. Hemû jî bê sûc û zarok bûn. Di destê wan de ne çek ne jî tiştekî din hebû."   'Hevjînê min ji ber vê êşê jiyana xwe ji dest da'   Turkan, anî ziman ku gava cenazeyên wan anîn hemû parçe parçe bûn û got: "Di cenazeyan de parçeyên laş û yên parçeyên laşên dewaran di nav hev de bû. Em di nava wan parçeyan de li lingên zarokên xwe digeriya. Lê me nedikaribû cenazeyên xwe nas bikin. Ji ber ku di rewşeke nayê naskirin de bû. Piştî komkujiyê ji bo heq û edaletê em derî bi derî geriyan. Dil û kezeba me ji wê rojê şûnde peritiye û êşa me piçekî jî kêm nebûye. Dilê dayikan êdî ev şer û xwînê ranake. Hevjînê min ev 5 sal in ji ber qehr û êşê jiyana xwe ji dest da. Her roj  li wêneyê kurê me dinihêriya û digirîya. Di dawiyê de dilê wî ew êş ranekir û qeyrana dil derbas kir.  Piştî Komkujiya Roboskiyê di jiyana me de tu ronîyek nehat. Berê me li televîzyonê ye ku agahiyek ji bo diyarkirina bersûcan were. Em bi vê hêviyê dijîn. Cilê me hê jî reş e û şîna me hê jî berdewam e."   'Lê kî difikirî ku komkujiyeke wiha çêbibe?' Selma Alma ku birayê wê di komkujiya Roboskiyê de hat qetilkirin, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser roja bûyerê û wiha axivî: "Ez xwişka Nadîr Alma me. Nadîr yek ji wan 34 kesên ku di 28'ê Kanûna 2011'an de ji aliyê balafirên şer ên F-16 ên tirk ve hatin qetilkirin e. Di roja komkujiyê de ez bi malbata xwe re li mala xwe li benda vegera birayê xwe bûm. Lê bendewariya me zêde dirêj nebû. Wê rojê hemû kes bi telefonê li kesekî digeriya, hemû kes bi lez û bez diherikî kolanan û ji bombeyên ku diavêtin çiyayan me dizanî ku tiştek diqewime. Bavê min jî bi lez û bez derket derve û diya min bi lingên tazî xwe avêt kolanê. Lê kî difikirî ku komkujiyeke wiha çêbibe? Ez wê çaxê 15 salî bûm û min nedizanî ku wê bi bombeyan mirov bên qetilkirin. Lê birayê min bi bombeyan hat qetilkirin. Ez di wî temenê xwe de bûm şahida komkujiya wiha. Tiştên ku em tê de derbas bûn, tiştên ku me dîtin û bihîstin mîna kabûsekê bûn. Min zarokatiya xwe qedand, ez bi êş mezin bûm."   'Yên xwestin komkujiyê ragihînin hatin astengkirin'   Selma, di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku bi hezaran kes piştî komkujiyê ji bo ku bizanibe li Roboskî çi diqewime hatin Roboskî û got: "Gelek kes ji bo şermezarkirina Roboskî hatin vir, êşa me parve kirin. Em spasiya xwe ji hemûyan re dikin. Lê êşa Roboskî komkujiyek wiha ye, êşa wê nayê sivikkirin. Ragihandina wê êşê gelek zor e. Gelek kes bi nivîsan an jî bi rêya platformê xwestin û hewl dan ku komkujiyê ragihînin lê her carî hatin astengkirin."   'Min xwest êşa me ragihînim'   Selma, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pirtûka "Zarokên Nexwestî Roboskî" û li ser nivîsa xwe rawestiya: "Ez beşdarî pêşangeheke wêneyan a ku ji bo bibîranîn û bibîrxistina Komkujiya Roboskî hatibû lidarxistin bûm. Kesên ku serdana pêşangehê kiribûn, di nav xwe de diaxivîn. Di axaftinên xwe de qala Roboskiyê dikirin. Lê gotinên wan min êşandibû. Ji ber ku nizanîbûn çawa bû, çawa hat kirin. Pirtûk, nivîs, pêşangeh, meş... çiqasî dikaribûn rastiyê bibêjin? Lewra weke keseke ku ev komkujî jiyaye, hîs kiriye û birayê wê ji dest daye, min gotara bi navê 'Sibe li Roboskî' di pirtûka 'Zarokên Nexwestî Roboskî' de nivîsand da ku êşa me bi rastiyan ragihînim. Min di gotara xwe de bi taybetî behsa êşa kesekî ku komkujî jiyaye, jiyana zarok, dê û bavan kir."   'Bila berpirs bên darizandin'   Selma, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dê rojekê kesên ji komkujiyê de berpirsyar in, werin darizandin û heta wê rojê dê têbikoşin. Selma, got: "Kesek komkujiyê dike, ji me dixwazin wekî ku tiştek nebûye jiyana xwe bidomînin. Li wir 34 kes hatin qetilkirin. Em çawa ji bîr bikin? Ez ji Roboskî ku bêedaletî lê heye bang dikim, bila berpirs bên darizandin! Heta ku edalet neyê Roboskiyê û berpirsên komkujiyê neyên darizandin dê lêgerîna edaletê ya ji bo Roboskî dewam bike."