Gumanbarên Denîzê di delîlên hatin reşkirinê de ne! 2022-12-26 09:07:39     ÎZMÎR - Parêzer Turkan Aslan Agaş diyar kir ku qetilkirina Denîz Poyraz dişibe komkujiya li Parîsê pêk hatiye û got ji bo doza di 27’ê Kanûnê de pêk tê wê daxwaz bikin û di delîlên hatine reşkirin de gumanbar hene.   Di 17’ê Hezîrana 2021’ê de li hember Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê êrîş pêk hat û kujer Onur Gencer, Denîz Poyraz qetil kiribû. Doza der barê gumanbar de hat vekirin rûniştina wê ya 9’emîn di 27’ê Kanûnê de wê li salona dadgehê ya Kampusa Girtîgeha Şakranê bê dîtin. Di rûniştina 14’ê cotmehê de dozger mutala xwe da û daxwaz kir ku gumanbar ji sûcên ‘bi plankirî kuştina kesan’ û ‘binpêkirina destnedana kargeriyê’ bê cezakirin.   Di rûniştina 2’yê cotmehê de cendermeyan şîmaq li birayê Denîz Poyraz xistibûn û piştî vê doz biribûn girtîgeha Şakranê. Parêzer Turkan Aslan Agaç der barê rûniştina ku wê sibehê bê dîtin de nirxandin kir.   Turkanê da zanîn ku di 24’ê çileyê 2022’yan de di biryara dadgehê de wekîlên navê wan di belgeya rayeyê de hebûn û tevli bûn, tevlibûna wan hat qebûlkirin û  got: “Biryarek berovajî vê tune ye lê dîsa jî me xwest rûniştin li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliya Îzmîrê pêk bê. Hêviya me eve dadgeh ji vê helwestê vegere.”   ‘Armanc veşartina heqîqetê ye’   Turkanê da zanîn ji destpêka darizandinê ji 29’ê Kanûna 2021’ê şûnde heqîqet di bin siya belga rayeyê de hatiye sînorkirin û bi vê darizandin ne pêkan e. Turkanê wiha dirêjî dayê: “Heyeta dadgehê ji bo heqîqet dernekeve holê hewl dide. Heyeta dadgehê pirsan ji gumanbar nake û naxwaze heqîqet derkeve holê. Em pirsekê dikin heyeta dadgehê şahid dike dewrê. Du endam û serokekî dadgehê hat guhertin. Ev endam dema îfadeya gumanbar hat girtin ne ligel wan bûn, di rûniştinên berê de tunebûn. Wek ku girtek hatine xwendin hatin derbaskirin. Lê faliyeta darizandinê ne ev e. Ger ku heyeta nû ya darizandinê hatibe divê ji nû ve dosyayê bidarizîne.”   ‘Tê texmînkirin ku ev rûniştina dawî be’   Turkanê destnîşan kir ku ji ber mutala derbarê esas de hatiye girtin tê texmînkirin ku ev rûniştina dawî be û ev nirxandin kir: “Me daxwaz kir ku şahid rû bi rû bên guhdarkirin. Kesên bi talîmatê îfadeya wan hatiye girtin ji ber gelek girîng e me daxwaz kirin ku rû bi rû îfadeya wan bê girtin ji nû ve bên guhdarkirin. Me daxwaza raporeke berfireh kir. Di vê mijarê de rojnamegerên lêkolînê dikin hene. Vîdeoyek ku Cevherî Guven kiriye heye. Di van daneyên dîjîtal de daneyên girîng hene lê dibêje ev dane di dosyayê de tune ne. Me xwest ev kes bê guhdarkirin. Ji bo daneyên dîjîtal divê raporek din bê amadekirin.”   Kesê bi navê ‘Tiyatro’ qeyd kiriye kî ye?   Turkanê axaftina xwe wiha domand: “Dadgeh naxwaze tiştên di naveroka daneyên dîjîtal de fêr bibe. Ji bo darizandin dirêj e, me ev daxwazname ji rûniştina 24’ê Çileyê şûnde xistin dosyayê. Ger ku bixwestana wê ji wê dîrokê şûnde ji bo bikin dosyayê wê lêkolîn bikirana. Di dosyayê de delîl nehatin komkirin. Di mijara çareseserkirina delîlan de kêmasî hene û gotin hîna temam nebûye. Di telefona gumanbar de lîsteyek ji 950 kesî pêk tê heye. Dadgeh van kesan mereq nake. Di telefona gumanbar de kesê bi navê ‘Tiyatro’ heye. Lê ev mereq nekirin. Dema gumanbar tê girtin di çapemenya civakî de hinek ecibandin tê kirin û hinek hesab hatine paqijkrin. Dadgehê tespît kir ku ev kes Murat Kula ye. Lê dadgehê der barê vî kesî de tu tiştek nekir. Rastiya ku ev komujiyeke siyasî ye, tê piştguhkirin. Doz bi sûcdariya ‘ kuştina kesan a plankirî ’ hat vekirin. Lê gelek kêmasiyên dozê hene. Der barê kêmasiyan de daxwazên me wê hebin.”   Dişibe komkujiya Parîsê   Turkanê da zanîn ku wê endamên lijneya rêveberiya Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) jî tê de wê Nobeteke Edaletê hebe û roja duşemê wê li ber edliyê nobet pêk bê û her wiha banga tevlibûna rûniştina li Kampusa Girtîgeha Şakranê di 27’ê Kanûnê de pêk tê kir. Turkanê wiha dawî lê anî: “Heta ku bêcezahiştin hebin wê êrîş bidomin. Her ku tespîtên di êrîşa Fransayê de derdikevin holê, em dibînin ku qetilkirina Denîz Poyraz ji dişibe ya Fransayê. Ji bo pêşî li van êrîşan bê girtin divê heqîqet derkeve holê.”