‘Dem dema qêrînê ye’ 2022-12-26 09:05:02     WAN - Ji bo Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û Abdullah Kizil ên di komkujiya Parîs a Fransayê de hatin qetilkirin li Ewropa û gelek bajaran protesto didomin û jinên ji Wanê jî diyar kirin ku dem ne dema bêdengiyê dem dema dengbilindkirinê ye.   Roja înê li hember Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya Parîsê êrîşa çekdarî pêk hat. Di êrîşê de Emîne Kara (Evîn Goyî), ji tevgera çandê Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin. Der barê êrîşê de kesek hat girtin. Piştî vê komkujiyê Kurd û dostên Kurdan daketin qadan û gotin ji ber kujerên komkujiya sê siyasetmedarên Kurd a li Parîsê di 9’ê Çileyê 2013’an de derneketiye holê komkujiyê nû pêk tên. Li Ewropa û gelek bajaran protesto didomin û jinên Wanê jî diyar kirin ku dem ne dema bêdengiyê dem dema dengbilindkirinê ye.   Dem ne dema bêdengiyê ye   Lîstikvana Şanowan Berîvan Budakbeyoglu da zanîn ku ew komkujiya li Parîsê şermezar dike û got her roj bi êrîşek nû hişyar dibin û banga piştevaniya gel kir û got wê li dijî êrîşan bêdeng nemînin. Berîvanê wiha dirêjî dayê: “Heta cihekî bêdengî ji cihekî şûnde divê qêrîn hebin. Ji ber êdî qêrîn hene. Dawiya hinek tiştan tê ku êrîşî her derê dikin. Îro li Parîsê êrîş pêk hat û wê li deriyê her kesî bide. Ji bo vê divê tu kes bêdeng nemîne. Li ser çand û hûnerê qirkirinek heye. Dema mijar dibe çand û zimanê Kurdî mixabin ya qedexe ya jî komkujî pêk tên. Lê em tu car dest ji riya xwe bernadin.”   ‘Êrîş li hember tevgera Kurd e’   Hevseroka GOÇ-DER’ê Gulşen Kurt destnîşan kir komkujiya Parîsê êrîşek li hember tevgera Kurd e û wiha bertek nîşan da: “Êrîş û komujiyan li Ewropa jî rû dane. Di komkujiya 9’ê Çileyê ya 2013’an de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Ev êrîş jî li hember tevgera jinên Kurd bû. Êrîşa îro jî hem li hember tevgera azadiya jinên Kurd hem jî li hember gelê Kurd pêk hatiye.”   ‘Polîtîkayên dewletê cesaretê didin’   Gulşenê wiha dawî lê anî: “Armanca êrîşan ev e; ji tevgera Kurd ditirsin. Bi awayekî sîstematîk li hember gelê Kurd komkujî pêk tên. Divê demildest dawî li komkujiyên li Parîsê bên. Divê sûcdar bên cezakirin. Ji ber nayên cezakirin komkujî dubare dibin. Kujer cesaretê digirin. Em Kurd vê qebûl nakin. Êrîşa li hember Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li hember nasname, çand û zimanê Kurd e. Van êrîş û komkujiyan bi tecrîdê dikin. Lê bila vê bizanibin em van polîtîkayan qebûl nakin. Em komkujiyê şermezar dikin.”   ‘Gelê Kurd di hedefê de ye’   Hevseroka HDP’a Rêya Armûşê ya Wanê Canan Uzunay jî daxuyakirin ku di komkujiya Parîsê de gelê Kurd hedef hatiye girtin û di 2013’an de jî komkujiyek li Parîsê pêk hat û ev tişt bi lêv kir: “Piştî vê duh jî komkujiyek pêk hat û sê kes hatin qetilkirin. Komkujî girêdayê hev in. Em baş dizanin ku êrîş ji aliyê kê ve pêk hatine. Armanca wan ev e ku ji têkoşînê şûnde gav bê avêtin. Lê her kes bila bizanibe ku têkoşîn wê her biçe bidome.”   ‘Ev êrîşên peymanên di navbera dewletan de ne’   Cananê bi lêv kir ku ev êrîşên peymanên di navbera dewletan de ne wiha bi dawî kir: “Ev êrîş bi peymanên di avbera dewletan de pêk tên. Ev komploya navbera dewletan e. Ev girêdayî hev in. Çi ji destê wan hat li gelê Kurd kirin. Lê em derketin mîlyonan. Gelê Kurd her tiştî dizane. Gelê Kurd hişyar bû. Ji vir şûnde çi ji destê me bê em ê bikin. Ez dixwazim bang li hemû gelê Kurd bikim.”   ‘Em gumanbaran baş nas dikin’   Wênesaza Aryen Huner, Zozan Bor jî êrîş şermezar kir û got ev komkujî berdewamiya komkujiya li ser Sakîne Cansizan e û ev nirxandin kir: “Em gumanbaran baş nas dikin. Yên bêdeng jî gumanbar in. Bila gumanbar baş bizanibin ku wê nikaribin nirx û çanda gelê Kurd tune bikin. Em ê xebatên Emîne Kara, Mîr Perwer û Abdullah Kizil ên hatin qetilkirin bidomînin. Bi van komkujiyan wê nikaribin gelê Kurd tune bikin.”