'Li Roboskiyê ne tenê zarok, mirovahî hat qetilkirin' 2022-12-26 09:03:01   Medya Uren-Sema Çaglak   ŞIRNEX - Rêvebera Rêvebera Roboskî-DER'ê ya ku bi KHK'ê hat girtin, Xezal Encu û jinên HDP'yî têkildarî salvegera Komkujiya Roboskiyê de diyar kirin ku ew ê doz û têkoşîna xwe bidomînin û gotin:"Tevî 11 sal jî ji ser komkujiyê derbas bûye dîsa jî kujer nehatin darizandin û cezakirin. Êriş bi zanebûn li ser nasnameya kurdbûnê pêk hatLê em ê li hemberî vê yekê têkoşîna xwe bidomînin."   Hêzên çekdarî ên Tirk (TSK) di şeva 28'ê Kanûna 2011'an de saet di navbera 21:39-22:24 de êriş birin ser kolberên li ser sînor bûn. 38 gundî û 50 hêştir hedef hatin girtin û di encamê de 19 jê zarok 34 kesî jiyana xwe ji dest dan. Heta niha jî her çiqasî bi dehan serlêdan pêk hatibin jî encamek neketiye destê malbatan. Her ku diçe gef û zextên li ser wan jî zêdetir dibe. Piştî komkujiyê komeleya "Ji Bo Roboskî Edalet, Ji Bo Rûyê Cîhanê Aştî" (Roboskî-DER) hate vekirin. Di sala 2017'an de jî ev komele bi hikmê KHK'ê hate girtin. Li gel girtina serokê komeleyê Velî Encu li ser gelek malbatên Roboskiyê jî doz hate vekirin. Rêvebera Roboskî-DER'ê ya ku bi KHK'ê hat girtin, Xezal Encu diyar kir ku ew ji bo her kesî edaletê dixwazin. Her wiha jinên ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ferîde Ender û Ferîde Yaman bi ajansa me re axivîn û diyar kirin ku êriş bi zanebûn li ser nasnameya kurdbûnê pêk hat û encamnegirtina wê dozê jî bi heman armancê ye.   'Li Roboskiyê ne tenê zarok, mirovahî hat qetilkirin' Rêvebira HDP'ê Ferîde Ender jî di dema komkujiyê de di nava xebatan de bû û di merasîmê de amade bû. Ferîde wiha qala wan rojan kir: "Dema em qala wan rojan dikin jî em zehmetiyê dikşînin. Mixabin weke xeberek reş belav bû. Di televîzyonên alîgir de xeber nehat parvekirin. Em bûn şahid ku cenzeyên zarokên me hatin ber destên me. Li dijî alîgirên ku bûyer nixumandin hemû Gelê Kurd bû yek dil û hatin Roboskiyê. Ew girseya ava bûye li dijî wehşetê yekbûna kurdan nîşan da. Li wir ne tenê zarok, mirovahî hate qetilkirin. Em wê demê bi lezgînî hatin nexweşxaneyê. Li wir rewşa dayikan me gelek êşand. Mixabin nexweşxane tije bû. Ev êş çiqas dem biçe jî ji dilê me dernakeve."   'Edaletê cihê xwe nedît'   Ferîde diyar kir ku ev 11 sal in ew edaletê dixwazin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "11 sal bi ser bûyerê re diçe. Mixabin hîna bersûcên ku diyar in, di fermiyetê de nehatin eşkerekirin û ceza ji bo wan nehat dayin. Edaletê cihê xwe nedît. Piştî ewqas serlêdanan jî lêpirsînek sererast pêk nehat. Birîna Roboskî birînek kûr e û nayê girtin. Em edaletê dixwazin û em ê ji bo vê xwesteka xwe jî timî li berxwe bidin. Heta ev daxwaza me pêk neyê jî ew ê ev birîn neyê girtin. Zarokên me ji neçarî bazirganî dikirin. Dewletê bi helwesta xwe xwest vê êrişê rewa nîşan bide. Lê rastiya heyî ji vê yekê dûr e. Ev nîşaneya dijminatiya wan e. Banga me ew e ku herkes çawa ku heta niha xwedî li şehîdên Roboskî derketin ji îro şûnde jî divê xwedî lê derbikevin. Di salvegera wê de pêwîst e em tev bi hev re bin."   'Bersûc diyar in û nayên cezakirin' Rêvebira HDP'ê Ferîde Yaman jî salvegera 11'emîn bi bîr anî û got: "Em her sal bi girseyî wan bi bîr tînin. Armanca me ne ew e ku em tenê xemên xwe nû bikin. Em li vir êrişên bi dijminahî hatine kirin bi bîr tînin û berteka xwe jî nîşan didin. Em hêza ji wir digirin re berxwedana xwe ya li dijî binpêkirinên mirovan didin berdewamkirin. Qetilkarên vê komkujiyê di cihên herî baş de tên parastin û tên xelatkirin. Sîstem di nav de, em hemû jî bersûcên vê komkujiyê baş dizanin. Ruxmê vê nehatin cezakirin û li dijî wê nêzîkatî hate pêşkêşkirin. Di heman demê de ji bo cezakirina van kujeran jî em ê carek din kom bibin."   'Hebûna me ya li ser vê axê wan aciz dike'   Ferîde diyar kir ku ev nîşaneyên dijminahiya dewletê ne û got: "Hebûna me ya li ser vê axê wan aciz dike. Ji ber vê yekê, ev komkujî pêk hat. Ew van komkujiyan jî weke paqijiyekê dibînin. Ev kesan bê çek bûn, zarokên ku ji xwe re dixebitîn bûn. Hemû jî ji bo debara malê bikin diçûn û dihatin. Gelek zarok ji bo pereyê ji bo dibistana xwe pêwîst derbixin diçûn û dihatin. Divê îro em hemû jî li şerefa xwe û xîreta xwe xwedî derbikevin."   '11 sal in êşa me heman e' Rêvebera Rêvebera Roboskî-DER'ê ya ku bi KHK'ê hat girtin, Xezal Encu, diya xwendekarê dibistana amedehiyê Cemal Encu ye. Cema di 17 saliya xwe de di Komkujiya Roboskiyê de hat qetilkirin. Xezal diyar kir ku 11 sal in êşa wan heman e û got: "Kurê min dibistan dixwend. Me ji bo kolbertiyê bike ew nedişand ser sînor. Lê belê rewşa me ya aboriyê ne baş bû. Loma em mecbûr man. Çûyîna wî ji ber çavên min naçe. Dinya sar bû. Ma me ji ku dizanî ev yek wê biqewime. Hemû zarok û ciwan bûn. Dengê balefiran di serî de hat û xeber dan me. Em ber bi sînor ve çûn. Me xwest xwe bigihînin wan ku pirsgirêkek hebe jî em ji pirsgirêkê re bibin asteng. Lê ew hatibûn bombebarankirin û parçeyên bedena wan jî nehatin dîtin. Me li wir 34 can dan û hemû jî parçe parçe bûn. Ev 11 sal derbas dibin û 11 sal in êşa me heman e."   'Em ji bo her kesî edaletê dixwazin'   Xezal di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser dozên hatine destpêkirin û got: "Ev şîna me berdewam e û em di lêgerîna edaletê de ne. Me ji edaletê pê ve tiştek nexwestiye. Ji ber vê yekê em jî hatin darizandin. Qetilkaran daxwazên me darizandin. Bi salan e em serî li cihên pêwist didin. Yên bi wijdan bin pêwîst e pê re eleqeder bibin û dengê xwe derxin. Lê li dijî vê yekê cîhan ker û lal e. Ev bêdengî ji bo çiye? Hîna komkujî pêk tên, ger wê rojê ew binpêkirinên mafên mirovan bê ceza nemaba îro jî wê wiha nebûya. Em ji bo hemû kesî daxwaza edaletê dikin. Em ji bo hemû Kurdan û ji bo Tirkan jî vê daxwazê dikin. Wê pêwîstiya wan jî pê çêbibe."   'Ew dijminahiyê dikin'   Xezal bal kişand ser komeleya vekirine û wiha pê de çû: "Me komeleya Roboskî-Der vekir û di bin banê wê de me xebat dan meşandin. Çawa ku doz li ser me dan vekirin, çawa ku ji nerazîbûnên me re jî hincet dîtin û êriş kirin ji girtina komeleyê re jî her wiha hincet dîtin. Çawa ku zarokên me qetil kirin, êrişî komeleyê jî kirin û dest danîn ser wêneyên bi destên zarokan hatibûn xêzkirin jî. Bi hikmê KHK'ê girtin. Zarokê tîyê min Velî Encu girtin û hîna jî di girtîgehê de ye. Înfaza wî hatiye şewitandin, ruxmê cezayê wî xilas bûye jî nayê berdan. Ev nêzîkatiya wan bi eşkere dijminahiya wan û êrişa wan a plankirî nîşan dide."   'Xwedî li malbatên Roboskî derkevin'   Xezal bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Deriyê komeleya me girtin. Lê ew ê nikarin deriyên me bigirin. Nikarin me di malên me de asê bihêlin. Em ê li pey doza xwe bin. Çi dibe bila bibe em ê berxwedana xwe bidin berdewamkirin. Derî werin girtin em ê rêyên din bibînin. Bi girtina komeleyê re ew ê nikaribin ser bûyeran bigirin. Bi girtin û çavtirsandinê re jî ew ê nikaribin, têkoşîna me têk bibin. Daxwaza me diyar e. Ev 11 sal in em heman tiştî diqêrin. Lewra 100 salê din jî biçe heta em encamê digire em ê biqêrin. Nikarin me bêdeng bikin."