Jiyan Hisên: Sala 2022'yan bû sala xwerêxistinkirinê 2022-12-26 09:02:28     Medya Uren   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Kordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên di derbarê xebatên Meclîsa Jinan a di salekê de nirxandin kir. Jiyan Hisên diyar kir ku ew ruxmê êrişên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê di nava salekê de rêxistina heyî berfireh kirine û ji bo sala 2023'yan bikin sala serkeftinê hewldanên mezin kirine. Jiyanê got jinan bi hewldananên xwe re eşkere kirine ku sedsala 21'emîn sedsala jinê ye.   Rojavayê Kurdistanê ku 12 sal in bi pêşengiya jinê şoreşek nimûne dide birêvebirin şoreşa xwe bi rêxistinê zindî dihêle. Ruxmê êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê jin bê navber di warê pêşxistina sîstema Xweseriya Demokratîk de di nava hewldanan de ne. Endama Kordînasyona Meclîsa Jinan a Rojava Jiyan Hisên di derbarê xebatên Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nirxandin kir.    'Di salekê de êrişên li dijî destkeftiyên jinê zêde bûn'   Endama Kordînasyona Meclîsa Jinan a Rojava Jiyan Hisên da zanîn êrişên li dijî destkeftiyên jinê zêde bûne û wiha got: Tê zanî şoreşa Rojava ji sala 2012'an ve 10 sal li pey xwe hişt. Yên di vê şoreşê de pêşengî kiriye mohra xwe lê da bê guman jin bûn. Di nav cîhanê de jî weke şoreşa jinê deng veda. Di vê şoreşê de berdêlên giran hatin dayîn û me pêvajoyek gelek zehmet derbas kir. Bi taybetî jî ji roja şoreşê dest pê kiriye ve çeteyên DAÎŞ'ê li gel Tirkiyeyê gelek zext li ser me didin meşandin. Wekî din jî dewletên ketine axa Rojava naxwazin ev aloziyên heyî biqedin. Ji ber wê jî her tim bêdeng in. Rê li ber komkujî, qirkirin û hovîtiyan vedikin. Bi taybetî hişmendiya ji jinê ditirse bi taybet êrişî jinê dike. Li hemberî van polîtîkayên dijminatiyê jinên Rojava her tim di nava nûbûn û pêşketinê de bûn. Wê çawa ev destkeftî were parastin, wê çawa kar û xebat werin pêşxistin hewldanên girîng hene. Li hemberî êrişan hêz û torek jinan a xweparastinê heye. Di sala dawî de jî weke sîlsîleya van êrişan jin hatin hedefgirtin. Sê jinên siyasetmedar Jiyan, Barîn û Roj ên nûnertiya YPJ'ê dikirin hedef hatin girtin. Dema me komxebata xwe ya salvegera şoreşa jinê pêk dianî hersê jin ji aliyê balafirên bê mirov ên dewleta tirk ve hatin şehîtxistin. Seroka Desteya Jinê ya herêma Cizîrê Zeynep Saroxan jî bi heman rengî di sala 2022'yan de hate şehîtxistin. Endama Hêza Parastina Civakê ya Jinê jî bi heman rengî îsal hate qetilirin. Diya Hogir jî bi heman rengî bi belafirê hate qetilkirin."   'Şoreşa jinê birêxistinkirinê zindî hat girtin!   Jiyan bal kişand ser girîngiya xwerêxistinkirinê û wiha pê de çû:" Herçiqasî êrişan berdewam dikirin jî xebatên jinan ên li herêmê bê navber berdewam kirin. Em her tim di nava xwerêxistinkirin, perwerde û tevgeran de bûn. Her tim bi xwepêşxitinê re şoreşa jinê zindî hate girtin. Me kar û xebatên xwe di nava êrişan de jî neda sekinandin. Weke me di serî de jî anî ziman hevalên me yên beşdarî xebatan bûn piştî xebatê hatin şehîtxistin, li hemberî vê me bi motîvasyonek bilindtir xebata xwe da meşandin. Bi taybetî jî li dijî hişmendiya dagirker a li ser jinên kurd êrişê dike me sîstema xwe ya demokratîk a hevserokatiyê pêş xist. Ger ku em li sîstema hatiye rûniştandin temaşe bikin em ê bibînin ka çiqasî jiyanek hevpar û demokratîk heye. Ev nîşaneya berxwedana li hemberî êrîşan de. Di warê dîplomasî, siyasî, aborî, civakî, rêxistinî û her wekî din de ev sîstem pêş ketiye. Jin di hemû qadan de bûn xwedî rol û mîsyon. Di vê pêvajoya rûniştandina sîstemê de cardin barê jinê giran bû lê belê encam li holê ye. Jin ji bo vê şoreşa demokratîk a ku berdewam dike re hertim bû pêşeng. Jinên Suryan, Ermen, Çerkez û wekî din jî tevlî vê pêkhateyê dibin.”   'Di roja jinan de mêr ji bo piştgiriyê li qadan bûn'   Jiyan bal kişand ser piştgiriya mêran a ji bo jinan û wiha lê zêde kir:" Jin hertim di nava guherîn û veguherînê de ye. Me kiribû armanc ku di sala 2022'yan de em di warê hişmendiyê de veguherînan pêk bînin. Ev hişmendî ne li ser jinê tenê hatiye ferzkirin li ser civakê gişî hatiye ferzkirin û bi taybetî jî li ser mêr. Ji bo em sîstemek nû ava bikin pêwîstî bi guherîna wan heye. Me weke pêkhateyên jinan ên li Rojavayê Kurdistanê gelek bernameyên weke atolye, perwerde ji bo hevalên mêr jî pêk anî. Ji bo şkandina hişmendiya bi hezaran salane di serê wan de hatiye çandin gavên girîng hatin avêtin û pêşketinek mezin jî hate bidestxistin. Bi avakirina malbatek demokratîk re armanca me avakirina civaka demokratîk bû. Ji ber wê jî me ji malbatan, mêran û jinan dest pê kir. Di dawiya salê de, di 25'ê Mijdarê de me berhemên van dîtin. Di kolanan de ne tenê jin, mêr jî hebûn. Mêr di Roja Têkoşîna li hemberî Tundiya li ser Jinê de bi alên jinan daketin qadan. Wan jî diyar kirin ku pêwîst e mêr xwe veguherîne. Şêweyên perwerdeyên me girtî û vekirî hene ku ji bo hemû jin bikaribin perwerde bibin em derfetan diafirînin. Di heman demê de ji bo debarê bi taybet perwerdeyên pîşeyî jî ji bo jinan hatin dayîn. Her saziyek li gorî van beşan bi awayekî bernamekirî xebat dan meşandin. Ango di her kêliyê de berxweda jinan berdewam dikir."   'Ji bo azadiya rêbertî çalekî bê navber berdewam in'   Jiyan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: "Îsal 23 sal in rêberê me di nava çar dîwaran de hat tecrîdkirin û zêdeyî 7 salan e jî ev tecrîd gihiştiye asta herî mezin. Ji wê pêvajoyê ve xwedîderketinek jinên Rojava a li rêbertiya xwe çêbû. Di geşedanên girîng de jî hertim jin li qadan bûn û ji bo berteka xwe nîşan bidin serkêşî kirin. Tê zanîn îsal wekî ku qet xeber jê nehat girtin CPT'yê bi daxuyaniyekê diyar kir ku wî hevdîtin erê nekiriye û hevdîtin pêk nehatiye. Li hemberî vê jî me helwesta xwe bi seknek xurt nîşan da. Bi taybetî jî ji vê daxuyaniyê şûnve her roj li hemberî vê çalakiyên me berdewam in. Ji ber em baş dizanin hemû asta em gihêştinê bi saya fikir, felsefe û ramanên rêbertiyê ye. Dîlgirtina wî, êrişek li hemberî me hemûyan e. Pêwîst e jin ji bo azadiya rêbertî jî di rêza herî pêş de serkêşiyê bikin."   'Peymana civakî ya Rêveberiya Xweser hate nûkirin'   Jiyan da zanîn yek ji geşdanên girîng jî herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê û komên girêdayî wê de ne û wiha got:"Bi taybetî li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê yên di bin dagirkeriyê de ne binpêkirinên mafan ên jinan tên xuyakirin. Tenê di nava salekê de gelek jin hatin qetilkirin, revandin û mîna vê gelek bûyer qewimîn. Me xwest em têkildarî rewşa jinê li herêmên dagirkirî konferansê amade bikin. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelek jinên hiqûqnas ên ji welatên derve jî beşdarî konferansa me bû. Ev konferans di warê ragihandina tundiyên dagirkeran ên li ser herêmê û bi taybetî li ser jinê tê kirin de nîqaşên girîng hatin parvekirin û bi serkeftî derbas bû. Îsal di heman demê de me hevpeymana civakî ya xwe nû kir. Ji ber gelek guhertinên çêbûne komîteya hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser hate avakirin. Komîteyek berfireh a ji 150 kesan pêk tê ku ji wan 75 mêr û 75 jin in pêk hat. Ji bo amadekariya hevpeymanê jî 15 jin û 15 mêr 30 heval hatin hilbijartin. Ev komîteya biçûk reşnivîsek ji bo hevpeymana civakî amade kir. Ev peyman jî li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate xwendin. Ji ber ev rêveberî rêveberiya gelê me bi xwendinê re nêrînên gel girt. Ev prensîbên peymanê yên hatin erêkirin ji bo gel hemû bi rêya konferansan bi jin û mêran re jî hatin parvekirin. Dema mijar dibe jin em hemû civakê muxatap digirin. Ji ber ku zagona me zagona malbatê ye."   'Ji bo cihgirtina di Meclîsa Sûriyeyê de gav hatin avêtin'   Jiyan da zanîn ku ew jî li çareseriya giştî digerin û got:"Komîteya me ya destûrî heye. Em rewşa Sûriyeyê dibînin dibînin, hîna çareserî jê re nehatiye dîtin. Rast e komîteyek heye timî ji bo destûra Sûriyeyê nîqaş dike lê belê em weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê xwe tê de nagirin. Em timî radigihînin ku em jî tê de cihê xwe bigirin ji ber em jî li çareseriya Sûriyeyê ya giştî digerin. Ev komîteya me ya destûrî jî reşnivîsek amade kiribû ka wê rola me di çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê de çibe û pêşkêş kiribû. Bi taybetî rola jin û rola Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê tê de çibe hate eşkerekirin."   'Li cîhanê ji bo pirsgirêkên jinan xebat hatin kirin'   Jiyan bal kişand ser xebatên jinan ên li cîhanê û wiha pê de çû:"Me weke meclîs yek li ser Rojhilata Navîn û Başûrê Efrîkayê bi giştî 2 însiyatîf amade kirin. Em ji bo pirsgirêkên jinan li her deverê hewl didin cihê xwe bigirin û bibin riya çareseriyê. Li kîjan welatî be ferq nake em dixwazin bi vî rengî xeleka têkoşîna jinê berfireh bikin. Bi taybetî jî ji ber ku şoreşa jinên Rojava bandorê li hemû Rojhilata Navîn kiriye me dixwest em bêhtir di nava têkiliyê de bin. Ji ber vê sedemê jî rêveberiya me ya jinê di van herdu însiyatifan de jî cihê xwe girt. Ya yekemîn însiyatîfa têkoşîna li hemberî dagirkerî û qirkirina li ser jinan, ya din jî Tehamıs Nedaye. Tê zanîn di meha Îlonê de di qada navneteweyî de konferansek mezin a jinan li Tonusê hatibû lidarxistin. Me weke jinên Rojava jî cihê xwe di kongreyê de girt û di wê kongreyê de jî bi taybetî bal kişand ser van pirsgirêkên jin dijîn. Ango gelek pêkhateyên li wir jî dixwestin werin rêxistinbûyîna jinê ya li Rojava bibînin."   ‘Êrişên dawî êrişên qirkirinê bûn lê bi ser neketin’   Jiyan dazanîn ku êrişên dawî êrişên qirkirinê bûn lê bi ser neketin û wiha lê zêde kir:"Piştî wê jî gelek şande dihatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bi wan re jî me bi xebatên xwe re pirsgirêk û êrişên li ser herêmê parve kirin. Gelek saziyên Ewropayê weke nûnerê Firansayê, nûnerên Emerîkayê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê xwe digire hevdîtin pêk hatin. Bi taybetî rewşa aborî, qutkirina ava Elok a li ser Hesekê û weke vê gelek pirsgirêk hatin nîqaşkirin. Di heman demê de jî ambargoyek li ser herêmê tê meşandin. Erişên herî dawî li ser herêmê pêk hatin êrişên gelek dijwar bûn. Lê negihiştin encamê jî bê guman. Jinên li vir xwe bi rêxistin kirin û li hemberî êrişan amede û xwedî helwest bûn. Bi taybetî êriş li ser cihên ragihandin, telefon, ceyran û cihên aboriyê yên weke zeviyên genim hatin kirin. Ev êriş tên çi wateyê diyar in. Naxwazin me bihêlin. Lewra li hemberî êrişan em di nava xweparastinê de ne û me tucarî êriş nebiriye ser axa tu kesî. Em timî jî dibêjin em ji bo aştiyê amade ne."   'Divê di 2023’yan de em hevgirtina xwe ya jinê xurtir bikin'   Jiyan bi lêv kir ku divê hevgirtina jinê xurtir bibe û wiha bi dawî kir:"Em baş dizanin ger ku heya niha çareserî ji pirsgirêkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re nehatibe dîtin wê rewşa me hîna girantir bibe. Em niha dibînin dema çeteyên tirk êrişî herêmên me kir, çeteyên DAÎŞ'ê yên niha di girtîgehan de ne ketin nava hewldanan. Bi taybetî jî li qempa Holê ya ku bi hezaran kesên DAÎŞ’î tê de ne êriş pêk hat. Xwestin rê ji çeteyan re vekin ku ew birevin û ji bo dîsa êrişî herêmê bikin. Her wiha şaneyên wan ên razane hîna di herêmê de hene. Lê li dijî vana tiştê ji me tê xwestin em xwe li gorî vî şerî amade bikin. Divê em hemû şiyar bin. Ger ku em dibêjin sedsala 21’emîn sedsala jinê ye divê em li gorî wê rêxistina jinê berfirehtir bikin û li hemberî êrişan bibin pêşengê serkêşiyê. Divê em bi hêzek mezin bikevin sala 2023’yan. Ango divê em kêmasiyên xwe yên di sala 2022’yan de derbas bikin. Em di aliyê serkeftinê de jî bi hêvî ne."