Saliha Aydenîz: Îktidar bi komkujiyan emrê xwe dirêj dike 2022-12-25 15:48:35   ÊLİH – Hevseroka DBP’ê ya Giştî Saliha Aydenîz, di mitînga Êlihê de anî ziman ku ev îktîdar sînor nas nake û bi her awayî êrîşê gelê Kurd dike û got: “Îktidar bi girtin, binçavkirin û komkujiyan emrê xwe dirêj dike.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Parka 8’ê Adarê ya Êlihê mitînga ku bi dirûşma “Ji şer û xizaniyê re na” li dar xist, bi hemû coşa xwe didome. Piştî ku Koma Rîtmên Azad stranên xwe gotin, axaftin dest pê kirin.  Di mitîngê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî.   Saliha, di destpêkê de gelê Êlihê slav kir û anî ziman ku roj derbas nabin ku zext û zordariyên li ser gelê Kurd tunebin û neyên qetilkirin, neyên binçavkirin. Saliha, got gelê Kurd li dijî van hemûyan li berxwe dide û demokrasiyê ava dikin û wiha domand: “Ev îktîdar ji bo hebûna xwe li dijî gelê Kurd ve xwe avakiriye. Bi dijminatiya li dijî gelê Kurd ve xwe li ser piyan dixwaze bigire. Lê belê ji ber têkoşîna mafdar a Kurdan ew paşve diçe. Wan winda kiriye. Ji ber vê yekê êrîş dikin, binçav dikin, berê xwe didin şer. Lê belê gelê Kurd li dijî van hemûyan li berxwe dide. Ev îktîdar û dewleta ku sed sal in li her derê dijminatiya gelê Kurd dikin û vê ji xwe re wek kar dibîne. Lê ew jî dizanin ku dê gelê me hertim li berxwe bide û dê tu carî li dijî van êrîşan serî netewînin. Lewra jî bi van êrîşan xwe li ser piyan digire. Lê belê em berxwedana xwe ya mafdar ji têkoşîna gelê xwe digirin. Ew li her derê li dijî gelê kurd êrîş dikin û gelê Kurd ji komkujiyan derbas dikin. Lê belê em peyama xwe ya rêxistinkirinê û yekbûyînê didin û em ê bidin. Em îro li Êlihê didin. Dê têkçûyîna wan ji ber rêxistinbûya gelê Kurd be. Dê çûyîna wan ji ber têkoşîna jinên Kurd be.”   Komkujiyên li dijî Kurdan   Saliha, bi lêv kir ku dijminekî ku li dijî gelê Kurd sînor nas nake ve rû bi rû ne û bal kişand ser Komkûjiyên Parîsê. Saliha, wiha axivî: “Di sala 2013’an de li Parîsê Sakîne Cansiz ku çawa hatin qetilkirin, di sala 23’ê Kanûnê de jî 3 rêhevalên me ji aliyê heman pergalê ve hatin qetilkirin. Em vê komkûjiyê şermezar dikin.” Axaftina Saliha bi dirûşmên “Şehîd Namirin” ve hat birîn. Saliha, bang li hikûmeta Parîsê kir ku ser komkujiya sala 2013’an girtiye û pêşiya vê komkujiyê vekiriye û wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê kesên ku ji vê komkûjiyê re bûn sedem derbixin holê. Ger ku dernexin holê wê demê destên wan jî di vê komkûjiyê de heye. Lewra jî bila demildest kesên bûn sedemê vê komkûjiyê derbixin holê. Destên ku Komkujiya Roboskî kirin, destên ku di sala 2013’an de Sakîne Cansiz qetil kir û komkujiya ku 23’ê Kanûnê de bû heman destan û pergalê kir. Lê belê em ê li dijî wan kesan têkoşîna xwe her daîm li her qadê bilind bikin. Em ê li dijî vê komkûjiyê serî netewînin. Ev îktîdar difikire ku bi komkûjiyan xwe li ser piyan bigire.”   ‘DBP hêza xwe ya rewa ji gelê xwe digire’   Saliha, destnîşan kir ku îktîdar wekî hemû hilbijartinan vê hilbijartinê jî wê bi şer derbas bike û wiha got: “Vê pêvajoyê bi komkûjî, girtin û binçavkirinan dixwaze bibe. Hevserokê me yê Giştî Keskîn Bayindir û li 8 bajarên din hevserokên me hatin binçavkirin. Lê hevalên me di bin çavan de bi serdana serkeftinê bersivek dan. Ev zext dê nikaribin me ji rêxistinbûyîna me gav paşve bide avêtin. Ew ê nikaribin  ji rêxistinbûyîna me re bibin asteng. DBP hêza xwe ya rewa ji gelê xwe digire. Em ê bi vê hêzê berxwedana xwe bidomînin. Hevalên me di bin çava  de ne û li berxwe didin. Em ê jî li her derê li berxwe bidin. Siyasetmedaran di girtîgehan de dîl digirin û difikirin ku ji xwe re cih vekirine. Dixwazin siyasetmedara dîl bigirin û vê pêvajoyê wisa bibin. Lê belê em sond dixwin ku em ê bi fikrê DBP û HDP’ê li her derê li berxwe didin. Em girtiyên di girtîgehan de slav dikin. Girtîgeh îro vegûherîne cihên tundî û îşkenceyê. Bi destên darazê û hiqûqê hemû qad veguherandina qada girtîgehê. Ji ber vê yekê hevalên me ligel nava çar dîwaran de ne jî li berxwe didin.”   ‘Ji şer tu encamê nagire’   Saliha, bal kişand ser şerê Başûr û Rojava ku tê meşandin û wiha behs kir: “Li Başûr hêza wî têr nake berê xwe dide çekên kîmyewî. Li Başûr tiştek bi dest nexist û vê carê jî berê xwe dide Rojava û êrîşê vir dike. Li vir jî bi ser nakeve û berê xwe dide siyasetmedarên Bakur û vê jî bi gotina 'beka' dike. Lê em dizanin ku ev beka bekaya îktîdara wan e. Ev beka ne ya gelên Tirkiye û demokrasiyê ye. Em vê gelek baş dizanin ku ev polîtîkayên şer ku tên meşandin sedema qeyranê ye. Îro hemû welatê xwe li ser şerê butçeyê û dijminatiya qirkirina li ser kurdan ava dikin. Em ê jî li dijî vê yekê ji bo demokrasiyek bi nirx her derê bikin qêrîn.”   Saliha, di dawiyê de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tecrît li Îmraliyê li ser birêz Abdullah Ocalan hat destpêkirin. Lê îro hemû Tirkiye di bin tecrîdê de ye. Ev tecrît li hemû cîhan belav bûye. Ev tecrît ger ku berdewam bike dê ev şer jî bidome. Ger ku ev tecrîd bidome dê pêşiya demokrasiyê bigirin. Ji ber ku birêz Ocalan pêşengê demokrasî û azadiyê ye. Em ê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin. Em bang li CPT'yê dikin ku ger bêalî ye bila li pêşiya vê tundiyê bisekine û vê vebêje. Ji ber hevdîtin nayên kirin fikarên me zêde dibin. Nêzîkatiya li dijî demokrasî û azadiyê ye. Ji ber vê yekê heta birêz Ocalan azad nebe tu kes azad nebe. Ji bo birêz Ocalan azad be em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Piştî axaftina Saliha dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bilind bû.   Piştre Hevserokê HDP’ê yê Giştî Mîthat Sîncar axivî.   ‘Meşa me astengiyan nas nake’   Hevserokê HPD’ê yê Giştî Mîthat Sancar jî got: “Kesên ku dixwazin HDP’ê bi dozên kûmpasê, xelas bikin, em îro bersiva herî mezin li vir dide wan. Ev qêrîn digihîje hemû cihî. Ev coş, kelecanî û bawerî hêza me ya herî mezin e. Em bi were li ser piyan e û em her roj mezintir dibin. HDP gel e û wa ye li vir e. Beriya du rojan Hevserokê me yê giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û rêvebirên DBP’ê hatin biçavkirin û hîn di bin çavan de ne. Xwestin serê hevalê me Keskîn bitewînin. Lê wî bi nîşaneya serketinê bersiv da û serî netewand. Xwestin serê hevala me Semra Guzel jî bitewînin, lê bi ser neketin û wekîltiya wê xistin. Gelê me têkoşîna xwe mezin dike û bersivek xurt dide wan. Ev meşa me astengiyan nas nake.”   ‘Komkujiya Parîsê bila bê ronîkirin’   Mîthat, bal kişand ser komkujiya ku di 23’yê Kanûnê de li Parîsê pêk hat û 3 welatiyên hatin qetilkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Beriya du roj pêşî ji ber encama dijminatiyê 3 welatiyên me hatin qetilkirin. Em sersaxiyê ji hemû hezkiriyên wan re dixwazin. Em bang li hikumeta Fransayê dikin ku li holê tiştên nakok hene. Ji ber vê yekê em dixwazin rêvebiriya Fransayê bi dildarî vê komkûjiyê zelal bike. Hêzên ku li pişt vê komkujiyê ne bila bên ronîkirin. Bila bên ronîkirin ku careke din ev hovîtî neyê jiyîn. Em ê bibin şopdarê vê. Em ê her tim daxwaza xwe ya kîjan hêz li pişt vê komkujiyê ye dubare bikin.”   Herî dawî hunermend Kadîr Çat derket ser dikê û stranên xwe got. Piştî stranan girse bi berzkirina dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Serok Apo” dengê xwe bilind kir.    Li Êlihê piştî meşê ciwan meş li dar xist     Piştî mitîngê ciwan ber bi avahiya HDP’ê ya Êlihê ve meşiyan.   Di dema meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin û wêneyên 3 welatiyên li Parîsê hatin qetilkirin rakirin ve meşiyan. Ciwan astengiya polîsan nas nekirin û ber bi avahiyê ve meşiyan.