Bertekên li hemberî operesyonan: DBP wê êrişên qirkirina siyasî vala derxe 2022-12-25 09:08:57     Medya Uren   AMED - Jinên siyasetmedar ên DBP û HDP’yî li hemberî êrişên qirkirina siyasî yên hemwext bi ser avahiyên DBP’ê yên gelek bajaran pêk hatine bertek nîşan dan û gotin: “Ev parçeyek ji stratejiya îqtidarê ya hilbijartinê ye. Îqtidar dixwaze bi van rêbazan xwe li ser lingan bigire lê belê li hemberî wê têkoşînek tucar serî netewandiye, heye. Wê îro jî ev êriş bi ser nekevin û em ê êrişan vala derbixin.”   Li gorî lêpirsînek ku ji navenda serdozgeriya Amedê hatiye destpêkirin polîsan bi ser gelek avahiyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û avahiyên endamên rêxistina DBP’ê de girtin. Li gel hevserokê giştî Keskîn Bayindir hejmarek zêde hevserokên DBP’ê hatin binçavkirin. Di lêgerîna ku bi saetan li navenda DBP’ê ya Amedê berdewam kiriye de 15 rûpel girtek hate amadekirin û bi hejmareke zêde amûr hatin desteserkirin.   Jinên siyasetmedar, Endama Desteya Rêveberiya MYK'ê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ozlem Gunduz, Endama Desteya Rêveberiya Meclîsa MYK'ê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gulşen Sîncar û hevseroka HDP’ê ya giştî ya Amedê Gulîstan Atasoy bi ajansa me re bertekên xwe parve kirin.   ’15 rûpel girtek hate amadekirin’   Ozlem Gunduz  wiha dest bi axaftinê kir: “Me cardin bi operesyonek siyasî re dest bi rojê kir. Ev bûyer ji bo me ne tiştekî nû ye. Bi taybetî di çend salên dawî de îqtidara AKP- MHP’ê li hemberî kurdan û li hemberî siyaseta Kurd êrişeke sîstematîk dide meşandin. Em bi rojane dibînîn li hemberî hemû çalakî û daxuyaniyên em li dar dixin de weke ku herin şer bi girseyî polîs bajêr dorpêç dikin. Weke vê jî ev operasyonên qirkirina siyasî demek dirêj in berdewam dikin û em jê şaşmayî jî neman. Îro jî di serî de avahiya giştî ya DBP’ê û li gelek bajarên din jî hemwext operesyonek dan destpêkirin. Dema ev serdegirtin pêk hatin jî bi tu awayî agahî ji rêxistina DBP’ê û hevserokên wê nehat dayîn. Bi saetan lêgerîna di hundirê avahiyê de berdewam kir û bi sedan polîsan derdora avahiyê girtin. Di encamê de jî dest danîn ser pirtûk, kovar, hardîskên kompîteran, kompîtur û gelek tiştên din. 15 rûpel girtek hate nivîsin. Ev jî tiştên hatine desteserkirin eşkere dike. Hevserokê giştî Keskîn Bayindir di nav de gelek rêhevalên me hatin girtin.”   ‘Em paşde gavê navêjin’   Ozlem da zanîn ew ê paşde gavê neavêjin û wiha berdewam kir: “Îqtidara heyî kî ji bo vî welatî bibe hêvî, ber bi hilbijartinan ve kî ji bo wê weke gef xuya bike bi êrişan, zextan, girtinan û bi vekirna dozan re hewl didin ku ji holê rakin. Dixwazin van hilbijartinan bi tena serê xwe bidin meşandin. Ji bo vê yekê rewa nîşan bide jî faşîzma xwe zêdetir dike. Ev hemû êrişên wan jî tirsa wan a li hemberî hêza me nîşan dide. Wê bi van operesyonan jî nikaribin serî bi me bidin tewandin. Em vê eşkere dibêjin û pêwîst e were dîtin. Îqtidar bi gotin û pratîka xwe re jî stratejiya xwe ya van hilbijartinan nîşan da. Em ê jî bi rêxistinkirina hêza xwe, bi rêxisitnkirina têkoşîna xwe re faşîzmê û êrişên wan vala derbixin. Em ê êrişên wan ên niha jî bi rêxistinbûyînek bi hêz re vala derbixin. Armanca me jî ev e. Em partiyek rewa ne û siyasetek demokratîk  didin meşandin. Em ê bi tu awayî jî paşde gavê neavêjin. Ev êriş bi serê xwe jî sedemek a mezinkirina têkoşînê ye. Em bi êrişan serî natewînin em têkoşîna xwe mezintir dikin. Em bang li hemû gel jî dikin ku xwedî li partiyê derbikeve. Bila were zanîn ku yên li vir operesyon dane destpêkirin, yên ku şimaq li Ferhat Encu xistine, yên ku jinan qetil dikin û yên ku wan diparêzin  heman hişmendî ye. Yên ku ceza li Ekrem Îmamoglu birîne jî heman hişmendî ye. Bila gel li hemberî vê hişmendiyê têkoşînê dikin.”   ‘Em ê êrişan vala derxin’   Gulşen Sincar wiha bertekên xwe nîşan da: “Li Tirkiyeyê piştî 7’ê Hezîrana 2015’an şûnde em dibînin ku heman atmosfer berdewam e û her ku diçe êrişên xwe zêdetir dikin. Di vê pêvajoyê de bêje her roj li dijî beşên muxalif operasyonên qirkirinên siyasî didin meşandin. Ev weke doza Kumpasê ya Kobanê, doza li ser HDP’ê hatiye destpêkirin heya qayûmên avêtine ser şaredariyê re wekhev didomin. Heya niha em dikarin bibêjin 16 hezar binçavkirin û girtin çêbûn. Dema satarta hilbijartinan hate dayîn me bi xwe jî pêşbîniya van êrişan kir. Wê li hemberî hemû dînamîkên muxalif ên bikaribin li berameberî wan rabin operesyonan bidin destpêkirin. Bi taybetî jî di demên dawî de asta tundiyê zêde bû. Dîmenên li Stenbolê hevserokê HDP’ê Ferhat Encu tûndî lê hate kirin jî yek ji van e ku bêtehemuliya wan dide nîşadan.  Armanc diyar e ku dixwaze hemû beşa muxalif a li hemberî wê dibe gef ji holê rake. Ji serê sibehê ve operesyon hatin destpêkirin û divê em eşkere bînin ziman ku wê ev êriş nikaribin serî bi me bidin tewandin. Heya niha jî me piştgiriyek xurt jî ji gel girt. Em ê bi wê hêz û rêxistinbûyînê re van êrişane jî vala derbixin.”   ‘Ber bi hilbijartinê ve em li benda êrişên wan ên bêtehemuliyê bûn’   Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulîstan Atasoy jî bi van gotinan bertekên xwe yên li hemberî operesyonan eşkere kir: “Ber bi hilbijartinê ve em fêrî van êrişan bûne. Herkes jî baş dizane çawa ku em ketin erîfeya hilbijartinê wê êrişên bi ser siyaseta Kurd û beşa muxalif  jî zêde bibin. Ji ber ku AKP e jî baş dizane yên li hemberî wan bisekinin û ji siyaseta wan şer re bibe asteng wê siyaseta demokratîk ya kurdan be. Bi van êrişan re jî hewl dide ku jimara dengên xwe di hilbijartinan de zêde bike. Ev hemû jî polîtîkayên şovê yên erîfeya hilbijartinê ne. Ev operesyon, biserdegirtina avahiyên me, binçavkirin û zextên heyî hemû jî parçeyek ji rêbazên wan e. Lewra îqtidara hewl dide bi van yekan re bi hêz bibe wê li dijî wê bi bin bikeve û lawaztir bibe. Îro careke din jî em vê yekê dibînin. Em ê ruxmê hemû êrişan bi înad xwedî li siyaseta demokratîk, xwedî li aştî û wekheviya gelan derbikevin. Em bi gavên bi hêz jî ber bi armanca xwe ve diçin. Bila şika kesî ji vê tune be. Çawa ku duh nikaribûn serî bi parlementer Semra Guzel bidin tewandin, wê nikaribin îro serî li hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir jî bidin danîn. Çawa ew xwedî li vîna xwe derketin me di dîmenan de dît. Ev ji bo me hemûyan jî derbasdar e. Dibe ku operesonên mezintir jî pêk werin. Lê belê helwesta me ya li hemberî wan eşkere ye. Em ê dev ji siyaseta xwe ya demokratîk bernedin.”