'Em ê xwedî li DBP'ê derkevin' 2022-12-24 09:08:31   Rojda Aydin   MÊRDÎN - Jinên Mêrdînê, bertek nîşanê operasyonên ku li dijî DBP’ê pêk hatî dan û gotin: "Kurd dê xwedî li partiya xwe derkevin. Bi van êrişan dixwazin qada siyasetê vala bikin. Ev operasyon li dijî hiqûqê û edaletê ye.”   Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê serdozgerîya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin de li gelek bajaran bi ser navendên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de hatin girtin û hevserokên wan jî hatin binçavkirin. Li gelek qadan li dijî van operasyonan bertek her ku diçe mezin dibe. Jinên Mêrdînê jî bertek nîşanê operasyonan dan û gotin ew ê li hember van êrişan bêdeng nebînin.   ‘Bi van êrişan dixwazin qada siyasetê vala bikin’   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Bozan, anî ziman ku ev êriş li dijî demokrasî, azadî û siyaseta Gelê Kurd e û wiha got: “Ev operasyon li dijî azadîxwaza ye. Ev demeke dirêje bi her awayî li ser siyaseta kurd û kesên ku azadî û demokrasiyê dixwazin êrişek bêsînor tê meşandin. Bi qetilkirin, kuştin, girtin û binçavkirinan êriş dikin. Duh bi ser gelek bajaran li ser avahiyên DBP’ê de hatin girtin, hevserokên me hatin binçavkirin. Ev van êriş û operasyonan şermezar dikin. Bi van operasyonan nêzîkatiya li dijî Gelê Kurd û siyaseta kurd dide nîşandan. Em bi îktîdarekî yek mêrî re bi salan in rû bi rû mane. Roja ku hatiye ser îktîdarê bi êrişên cûr bi cûr êriş dike. Îktîdarekî wisa ye ku xeynî fikr, bawerî û bîrdoziya xwe pêve tu kesî qebûl nake. Kesên ku li dijî wan biaxivin, bifikirin û hemberê wan rabin bi her awayî êrişê wan dikin. Li pêşiya me pêvajoya hilbijatinê heye. Bi van operasyonan dixwazin qada siyasetê vala bikin. Dixwazin li gorî xwe hilbijartinekî bikin.”   ‘Em ê xwedî li partiya xwe derkevin’   Ayşe, destnîşan kir ku DBP partiyeke azadîxwaz, demokrat e û dixwaze siyaseteke hevpar ava bike û wiha domand: "DBP dixwaze temsiliyet û baweriya hemû gelan hebe. DBP dixwaze civekek zana û bi perwerde ava bike. Lê kesên ku li dijî vê fikrê ne bi her awayî êrişê DBP’ê dike. Li dijî van êrişan divê gelê me xwe bi rêxistin bike û xwediyê saziyên xwe derbikevin. Gelê me bila xwedî li partiya xwe derbikeve. Bi her awayî li her qadê, li her kolanan û her derê bikin cihê siyasetê, berxwedanê. Em ê xwedî li partiya xwe û baweriya xwe derkevin.”     ‘Ev bêhiqûqî û bêedaletiye’   Rêvebera DBP’ê ya Mêrdînê Adule Aksu jî operasyonên li dijî partiyê pêk hatî şermezar kir û êrişên ku hatin kirin wek “bêhiqûqî û bêedaletiyê” pênase kir. Adule, wiha domand: “Em her roj çavên xwe bi binçavkirin, girtin û êrişan vedikin. Em jî partiyek siyasî ne û wekî hemû partiyên din em jî li her derê siyaseta xwe dikin. Em tiştekî îlegal nakin. Ji ber vê yekê em tu carî van êrişan qebûl nakin. Çima êrişê partiyên dinê jî nakin. Partiya me partiyek demokratîk e û em dixwazin demokrasiyê li hemû qadan ava bikin. Ji ber vê yekê jî li dijî êrişan me tu carî gav paşve neavêt û em ê ji vê şûnde jî nevêjin. Bila hemû gelê me xwediyê partiya xwe derbkevin. Em ê hertim li her qadê xebatên xwe bidomînin. Ev bi salan in êrîş li dijî me dikin. Lê me tu carî dev ji xebatên xwe berneda. Lewra jî bila îro hemû gelê Kurd bê xwediyê partiya xwe derbikeve.”   ‘Li dijî van operasyonan em bêdeng namînin'   Endama Meclîsa Şaredariya Artûklûyê ya HDP’ê Medîne Aksoy jî da zanîn ku îktîdar li dijî partiyên mûhalîf êrişên ku daye destpêkirin roj bi roj zêde dike û wiha bi lêv kir: “Lewra jî em van êrişan tu carî qebûl nakin. Mafê hemû partiyane ku di qadan de xebatên rêxistibûyînê bike. Lewra jî DBP jî mafê wê ye ku kar û xebatên xwe bimeşîne. Ev operasyon li dijî xebatên partiyê hatine kirin. Bi van êrişan dixwazin pêşiya van xebatan bigirin. Niha kar û xebatên DBP’ê yên xwe rêxistin bike dimeşe. Di her qadê de kar û xebatên xwe bi awayek aktîf bimeşîne. Bi girtin û binçavkirinan dixwazin pêşiya vê yekê bigirin. Lê li dijî van operasyonan em tu carî bêdeng nabînin. Em ê li her qadê çalakiyên xwe bidomînin. Bi van êrişan dixwazin pêşiya siyaseta demokratîk bigirin. Her wiha mîna di meha çileyê de doza girtina HDP’ê heye û îro jî ev êriş. Her wiha zanin pêşiya me hilbijartin heye. Ji bo ku pêşiya partiyên me bigirin van operasyonan dimeşînin. DBP dixwaze di nava civakê de demokrasiyê ava bike. Divê gelê me jî dakeve qadan û van êrişan operasyonan şermezar dike. Divê bi partiya xwe re di nava piştgiriyê de bin.”