Êrîşên li ser DBP'ê li Amedê hatin şermezarkirin 2022-12-23 15:55:54     AMED - Êrîşên li ser avahiyên DBP'ê li Amedê bi daxuyaniyekê hatin şermezarkirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz nerazîbûn nîşanî binçavkirinan da û diyar kir ku dê ev êriş negihîjin armanca xwe û çûyîna îktidara AKP-MHP’ê leztir bûye.    Piştî lêgerîna li Buroya Şêwrê ya Navenda Giştî ya DBP’ê bi dawî bû li ber avahiyê daxuyanî hat dayîn. Aktîvîstên Tevgara Jinen Azad (TJA), Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PIA) Mehmet Kamaç, Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyûrek, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay û Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên HDP’ê Pero Dundar, Feleknas Uca, Remziye Tosun, Îmam Taşçier, Dersim Dag, parêzerên Baroya Amedê û gelek kes beşdarî daxuyaniyêbûn.    Hevserok Salîha Aydenîz di daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku ev zext û binçavkirin encama polîtîkayên îktidarê yên dijminatiya kurdan e û wiha got: “Wek ku tê zanîn îktidar û dewleta xwe sed sal in li dijî kurdan dijminatiyê dikin. Dewlet naxwaze gelê kurd siyaseta demokratîk bikin. Çawa ku heta îro ev polîtîkaya dewletê bi ser neketiye, dê ji îro şûn ve jî bi ser nekeve. Helbet wê ev êriş û operasyon negihîjin armanca xwe. Dixwazim viya pir eşkere bêjim, dibe ku îro birêz Keskîn Bayindir hatibe binçavkirin, lê em dizanin ku bi hezaran Keskîn Bayindir hene. Bi milyonan kurd hene û wê xwedî li partiya xwe derkevin. Em ji HEP’ê heta îro hatine. Îktidar dixwaze bi operasyon, şer û tecrîdê pêvajoya hilbijartinê bi rê ve bibe. Îktidar jî dizane ku êdî bi ser nakeve. Têkoşîna gelê kurd wê bike ku îktidar têk here. Yên ku bi ser bikevin gelê kurd e. Ji niha ve ev operasyon pûç derketiye. Îktidara AKP-MHP’ê bi van operasyonan têkçûyîna xwe bileztir kiriye.”    ‘Dê kurd bi ser kevin’    Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç jî axivîn û operasyona şermezar kirin û destnîşan kirin ku wê îktidara AKP-MHP’ê negîjin armanca xwe û dê têk biçin.    Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.