'Bila girtiyên nexweş bên berdan' 2022-12-23 09:03:17     COLEMÊRG - Malbata, Tahîr Gurdal ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku nexweşiya wî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatiye veşartin û gotin: "Yekena daxwaza me pêkanîna edaletê ye û em dixwazin girtiyên nexweş serbest bên berdan."    Tahliyeyên girtiyên nexweş bi hincetên cuda tên astengkirin û girtiyên nexweş bi polîtîkayên taybet terkî mirinê tên kirin. Girtiyê nexweşê pençeşêrê Tahîr Gurdal (53) ku bi salan tahliyeya wî hat astengkirin piştî cezayê wî hat taloqkirin 13 roj şûnde jiyana xwe ji dest da. Tahîr di 2014’an de li Gever a Colemêrgê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat binçavkirin. Tahîr yê li emniyetê îşkenceyên giran lê hat kirin, dadgehê biryara girtina wî da û şandin girtîgeha Tîpa F ya Wanê. Tahîr ku nêzî 4 meh berê teşîsa pençeşêra pişikê lê hat danîn, ji bo dermankirinê sewqî girtîgeha Ewlehiya bilind a Hejmar Yek a Amedê û ev demek bû bi kelepçeyê li Nexweşxana Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl dihat dermankirin. Piştî cezayê Tahîr hat taloqkirin 13 roj şûnde jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Tahîr Gurdal di 10’ê mijdarê de li Gevera Colemêrgê hat definkirin.   Malbata wî ji ajansa me re behsa rewşa wî kirin û banga serbestberdana girtiyên nexweş kirin.    'Rêveberiya girtîgehê dereng agahî dan'   Hevjîna wî, Keyfî Gurdal da zanîn ku Tahîr jiyana wî bi têkoşînê derbas bû heta roja jiyana xwe ji dest da. Keyfî di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rewşa Tahîr: "Beriya bê girtin rewşa wî baş bû û piştî hatiye girtin nexweş ketiye. Rêveberiya girtîgehê nexweşî dereng ji me re got.  9 sal bû girtî bû. Zêde nedibirin nexweşxaneyê jî. Me nizanibû nexweşî ewqas girane. Me zanîbûna ewqas girane çi ji destê me bihata me yê bikira. Çawa me nexweşiya wî zanî me xwest em bînin malê. Sê mehan jî ligel me bima wê zarokên min bavê xwe bidîtana. Lê me yekî jî ew nedît.”   ‘Bila girtiyên nexweş bên berdan’   Keyfî destnîşan kir nexweşiya hevjînê wê li girtîgehê rû daye û tevî vê dereng hatiye dermankirin û ev tişt bi lêv kir: “Ger zû agahî bidana me qe nebû me zû dest bi dermankirinê dikir. Yakane daxwaza min pêkhatina edeletê ye. Bila deriyên girtîgehan vebin. Ev êşek giran e. Me jiya bila kes nejîn. Hevjînê min baskên me şikand. Divê girtiyên nexweş bên berdan, dermankirina wan bê kirin. Em naxwazin kes di girtîgehan de bimre.”   ‘Ez ji têkoşîna kurê xwe serbilindim’   Dayika Tahîr  Gurdal, Fehîme Gurdal jî daxuyakirin ku kurê wê seranserê jiyana xwe de têkoşiyaye û wek malbat bi têkoşîna wî serbilindin û wiha axaftina xwe domand: “Ez bi kurê xwe serbilindim. Piştî kurê min hat girtin nexweş ket. Tevî nexweşiya wî pir giran bû ji me re dereng gotin. Ger zû bigotana me yê ji bo dermankirinê hewl bida. Bila xwedê mafê kurê min ji wan re nehêle. Kurê min di wê rewşa giran de kelepçe dikirin. Bi nivînê ve girê didan. Bila Xweda vê zilmê qebûl neke. Bila girtiyên nexweş berdin. Bila kesên din vê zilmê nejîn.”