'Çareserî ancax bi diyalogê pêkan e' 2022-12-21 09:05:48   STENBOL - Hevberdevka DÎB’ê Ayşegul Devecîoglu da zanîn ku ‘Konferansa jiyanê ya li dijî şer’ bi armanca teşhîrkirina siyaseta şer pêk anîne û got divê desthilatdarî dest ji razemeniya şer berde û pirsgirêka kurd çareser bike.   Êrişên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriye, Başûrê Kurdistanê û siyaseta kurd aloziya li Rojhilata Navîn û cîhanê girantir dike. Di 18’ê kanûnê de Yekitiya Ji bo Demokrasiyê (DÎB) li Stenbolê konferansa ‘Li dijî Şer Jiyan’ pêk anîn. DÎB’ê di deklerasyona aşkera kir de da zanîn ku divê Tirkiye ji siyaseta şer dûrkeve û pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk çareser bike.   Armanca konferansê   Hevberdevka DÎB’ê û nivîskar Ayşegul Devecîoglu der barê armanca konferansê de wiha got: “Konferans bi armanca teşhîrkirina polîtîka û stratejiya şer a deshtilatdariyê hat kirin. Ev demek dirêje li hember Herêm Federal a Kurdistan û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş pêk tên. Bi armanca em helwesta xwe ya li dijî şer bînin ziman û piştevaniya bi gelê wir re bîni ziman me ev konferans pêk anî.”   ‘Mijara esas pirsgirêka kurd e’   Ayşegulê di berdewamiyê de daxuyakirin ku 75 saziyê îmze avêtiye deklerasyonê û wiha dirêjî dayê: “Dijberbûna şer mijarek berfirehe. Me wek mudaxaleya siyasî ev konferans plan kir. Derbarê ku em riyeke çawa bişopînin de em ê plansaziyekê bikin. Pirsgirêka kurd pirsgirêka esas a Tirikyeyê ye. Heta ev çareser nebe em nikarin behsa demokrasiyê bikin.”   Li ser çareseriya demokratîk hat sekinandin   Ayşegulê destnîşan kir ku bi salane tecrîdek giran li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalane û ev rewş ji demokrasiyê dure û wiha daxuyand: “Ger gelek bê qetiklirin û bi bacên me axa gelên din bê bombebarankirin, em nikarin behsa demokrasiyê bikin. Divê her kes vê bibîne û bizane. Yên vê nebînin tenê xwe dixapînin. Em hemû dizanin ku wisa wê demokrasî pêk neyê. Divê em pere ji şer re, ji bombe û SÎHA’yan re xerc nekin.”   ‘Butçe ji şer tê veqetandin’   Endama Lijneya Koordînasyona DÎB’ê Nesteren Davutoglu jî jî diyar kir ku beriya hilbijartinê pêkhatina konferansek wisa girînge û wiha bi lêv kir: “Şerê tê meşandin bi armanca ku hêzê bigirin destê xwe pêk tê. Pereyê ji şer re tê xerckirin ji Tirkiyeyê re pêwiste. Bi pereyê bombe û gule tên girtin, beşek mezin a butçeya me diçe şer. Dilê me ne rehete. Em li dijî vê ne. Em ê têbikoşin. Her fikra li dijî desthilatdariyê tê cezakirin. Seroka Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ji ber der barê bikaranîna çekên kîmyewî de daxuyanî da hedef hat girtin û hat girtin. Lê em dibêjin ku madem evqas guman hene bila her tiştî aşkera bikin. Çareserî ancax bi diyalogê pêkane.”   ‘Şerê desthilatdariyê’   Endama Meclîsa Partiya HDP’ê Aylîn Hacaloglu jî nêrînên xwe anî ziman ev şer ji bo desthilatdarî zêdetir bê xurtkirin tê kirin û wiha dawî lê anî: “Desthilatdarî bi mîlîtarîzmê re şer veguhertiye konsultasyonê. Şer hilweşîne. Jin û zarok herî zêde mexdûr dibin. Divê her kes ji şer re bêjin na. Divê em vê zêdetir bînin ziman. Pisgirêka kurd pirsgirêka herî mezin e. Lê heta diyalog çênebe ne pêkane çareser bibe. Divê pirsgirêka kurd bidin ber xwe. Heta negirin wê ev pêvajo didome.”