Remziye Kurt: Em li dijî îşkenceya psîkolojîk serî natewînin 2022-12-13 09:01:45   ENQERE - Remziye Kurt ji bo keça xwe ya ku înfaza wê hatiye şewitandin û girtiyên nexweş edalet xwest, da zanîn ku pêkanînên li girtîgehan li tu devera cîhanê tune ne û armanca wan ev e ku serî bidin tewandin lê wê bi tu awayî serî netewînin.   Li girtîgehan girtiyên ku cezayên wan temam bûne, înfazên wan tên şewitandin. Di demên dawî de gelek girtî bi hincetên ‘cezayên dîsîplînê hene’ înfaza wan tê şewitandin. Yek ji van girtiyan jî Rozerîn Kurt e.   Rozerîn Kurt li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê dimîne û divê di 28’ê Mijdarê de bihata tahliyekirin. Lê înfaza wê bi hinceta ‘cezayê dîsîplînê’ hat şewitandin. Rozerîn di 2016’an de hat girtin û 8 sal û 9 meh ceza lê hat birîn. Di 1’ê Mijarê de hevdîtina bi malbatê re hat qedexekirin, di 1’ê Mijdarê de jî hat gotin ku cezayekî dîsîplînê yê nû hatiye dayîn. Cezayê dîsîplînê wê di 1’ê Adara 2023’yan de bi dawî be. Remziye Kurt ku hevjînê wê li girtîgeha Amedê girtiye û nexweş e, keça wê Rozerîn jî li girtîgeha Sîncanê girtiye. Remziyeyê der barê rewşa girtîgehan û şewitandina înfazan de nirxandin kir.   'Li welat hiqûq tune ye'   Remziyeyê diyar kir ku cezayê keça wê di 28’ê Mijdarê de qediyaye lê nehatiye berdan, tevî daxwaznameyan neanîne Amedê jî û wiha bertek nîşan da: "Keça min di 2015’an de li Bedlîsê zanîngeh dixwend. Xeyalên wê hebû. Di sala 3’yemîn de hat girtin û 8 sal ceza danê. Surgunê Enqereyê kirin. Me bi dehan carî daxwazname nivîsî, me got em li Amedê ne bila bînin Amedê. Rewşa me ya aborî ne baş e. Lê bersiv nedan daxwaznameyên me. Keça min 7 sal in li Enqereyê girtiye. Bi hincetan keça min bernedan. Hincet cezayên dîsîplînê ne. Wek wê bi dehan girtiyên din hene. Tevî ceza qediyane nayên berdan. Ev çi dijhiqûqî ye gelo? Li welatê em dijî hiqûq û maf tune ye. Gelo em ê heta kengî li dijî van dijhiqûqiyan serî bitewînin. Bêguman em ê serî netewînin."   ‘Naxwazin em zarokên xwe bibînin’   Remziyeyê balkişand ser şertên girtîgeha jinan a Sîncanê û di vê mijarê de jî wiha anî ziman: “Em dema diçin di lêgerînan de gelek zehmetiyan dikşînin. Di çûyîn û hatinê de em zehmetiyan dikşînin. Bi taybet di lêgerînên telefonê de. Li qawişan kabîn çêkirine. Di kabînan de deng nayê me. Ez qet fêm nakim. Ew li wî alî dibêje ‘dayê dayê’ ez li aliyê din dibêjim ‘Rozerîn Rozerîn’ em tu tiştekî ji hev fêm nakin. Ev îşkenceyek mezin e. Em 10 deqeyan diaxivin lê 9 deqeyên me bi ‘dayê dayê’ derbas dibe. Ev binpêkirina maf e. Em vê qebûl nakin. Ev zilm wê heta ku derê bidome? Zarokên me dişînin cihên dûr ji bo ku em wan nebînin. Ev tundiya psîkolojîk e. Min piştî salekê keça xwe dît. Dibêjin tundî tune, lê ev tundiya herî mezin e.” 'ATK raporê nade girtiyên nexweş'   Remziyeyê destnîşan kir ku 4 sal in hevjînê wê jî li girtîgehê nexweş e û rewşa wî qet ne baş e û wiha pê de çû: “Hevjînê min sê caran anjiyo bûye. Nexweşê dil e. Pîl di dilê wî de ye. Tevî israra Saziya Tipa Edlî (ATK) raporê nade. Rewşa wî gelek xerab e. Nikare bîhna xwe bigire. ATK got dikare hewcedariyên xwe bîne cih. Me bi israr ji girtîgehê re ragihand. Emeliyat kirin û pîl kirin dilê wî. Em çû nexweşxaneyê hevjînê min nîşanî me nedan. Şevekê li nexweşxaneyê hiştin û piştre birin girtîgehê. Şertên girtîgehê gelek zor û zehmet in. Girtîgeh cemidî ye û hewayê nagire. Bijîşk dibêje divê teqez girtî nemîne. Lê di raporê de ev rewş tê redkirin. Bi hezaran girtiyên nexweş hene. Yên destê wan tune ne yên lingê wan tune ne hene. Bila êdî vê dijhiqûqiyê bidin sekinadin. Tecawizkar, kujerên jinan berdidin. Lê yên me ji ber azadiya fikr û ramanê girtî ne. Cezayên wan diqedin jî bernadin.”   ‘Şert û merc gelek xerab in’   Remziyeyê wiha dawî lê anî: “Xwegîhandina dermanan pir zehmet bûye. Derman dereng diçin. Xwarin nayên xwarin. Bi dorê derman tên girtîgehan. Dor kengî bê wê demê dermanan didin. Dermanan dereng didin hevjînê min. Bi kêfî didin. Her hefte hevjînê min dibêjin wê bibin bijîşk lê em hefteya din diçin dibêjin nebiriye. Ji bo bibin nexweşxaneyê em hewl didin. Bila êdî dawî li vê zilmê bînin. Bi hezaran kes di vê rewşê de ne.”