Ligel êrişan li Wanê tecrîd hat protestokirin 2022-12-12 12:29:24   WAN - Li Wanê bi dirûşma "Bijî berxwedana li Îmraliyê" û "Bijî berxwedana zindanan" astengiya polîsan a li hemberî meşa ku li dijî tecrîdê bihata lidarxistin, hat protestokirin. 40 kes hatin binçavkirin.   Bi tevlibûna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Meclîsa Dayikên Aştiyê, li Wanê li dijî tecrîda li Îmraliyê meşek girseyî bihata lidarxistin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindir, parlamenterên HDP'ê Sezaî Temellî, Mûrat Sarisaç, Muazzez Orhan, Huseyîn Kaçmaz, Hasan Ozguneş, rêveberên HDP, BDP'ê yên navçe û bajaran li Wanê kom bûn. Beşek ji girseyê li pêşiya. AVM, her du beşên din li her du aliyên Xaçerêya Ezbercilerê hatin cem hev.    Girseya ku li ber  AVM'ê sekinî, ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Hemû kolanên li dora AVM'ê hatin hatin dorpêçkirin û piştre polîsan êriş bir ser girseyê û gelek kes hatin binçavkirin.    Girseya ku li Xaçerêya Ezberçilerê gihaştin hev ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin û nehiştin meş pêk bê. Girseya ku bi israr dixwest bimeşe hatin astengkirin û piştre hatin binçavkirin. Parlamenterên HDP'ê li dijî astengiyê derketin. Gelek kes bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" belavî kolanan bûn. Polîs bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êriş bir ser girseyê.    Bajar di bin dorpêçê de ye   Li bajêr qadên ku wê danê sibehê meş pêk were, kolanên Cûmhûriyet, Mereş û Kişlayê û hemû rêyên ku diçin van kuçeyan hatin girtin. Polîsê ku hemû kuçe girtine, nasnameyên her kesî GBT'ê re derbas dike. Dema ku kolanên bajêr di bin dorpêçê de ne. Herwiha polîs li ber deriyên avahiyên HDP, DBP'ê yên qeymeqamtiyê û hemû saziyên din jî rawestiyan.   'Bijî berxwedana Îmraliyê'    Koma ku li Kolana Cumhuriyetê kom bûn ber bi avahiya HDP'ê ya bajêr ve meşiyan. Welatiyên li derdorê jî bi çepik û dirûşmên “Bijî berxwedana Îmralî”, “Bijî berxwedana zindanan” piştgirî da meşê. Polîsan bombeyên gazê êriş bir ser welatiyên ku piştgirî dan meşê.    Her wiha herî zêde 40 kes hatin binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Wanê. Parlamenterên HDP'ê piştî demekî derbasî avahiya HDP'ê bûn.