Li Rojava zarokên wan jiyana xwe ji dest dan: Yekane rê berxwedan e 2022-12-12 09:03:48   STENBOL - Jinên li Rojava di şerê li dijî DAIŞ’ê zarokên wan jiyana xwe ji dest dan, bertek nîşanê êrîşa ku hikûmeta Tirk daye destpêkirin, dan û gotin: “Divê em xwedî li destkeftiyên ku bi bedelên mezin hatine bidestxistin, derkevin.”   Hikûmeta Tirk, teqîna di 13’ê Mijdarê de li Kolana Îstîklalê pêk hat kir hincet û di şeva 19’ê Mijdara ku bi 20’ê mijdarê ve girê dida, li hember bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hinek herêmên başûrê Kurdistanê bi balafirên şer bi awayekî hevdem êrîş dan destpêkirin. Heta niha gelek cihwar, nexwşexane, kewarên genim, nanpêj di encama bombebaranê de hatin hilweşandin û gelek kesî jiyana xwe ji dest dan.  Girê Miştenûr bi taybet ji aliyê balafirên şer ve hedef tê girtin.   Kobanê ji bo mirovahiyê bû hêvî   Di 2014’an de piştî gotinên serokomar Tayyîp Erdogan yên wekê ‘Kobanê li ber ketinê ye’ şûnde, bi hezaran kes ji bo kantona Kobanê çûn Pirsûsa Rihayê û çalakiya nobetê li sînor pêk anîn. Ji bajarên Tirkiye û Kurdistanê gel daketin kolanan û bûn dengê Kobanê, bûn hevkarê berxwedanê. Bi hezaran kesî têlên sînor derbas kirin, derbasî Kobanê bûn û li dijî DAIŞ’ê têkoşîn meşandin. Têkoşîna wan rojan hat dayîn, sînor bezandin û aliyekî enternasyonel derket holê.  Ji gelek deverên cîhanê şervan hatin, piştgirî dan parastina cewherî ya gelê Kurd bi hev re DAIŞ têk birin û ev ji bo mirovahiyê bû hêvî.   Malbatên ku wê pêvajoyê zarokên wan ji bajarên Tirkiyeyê tevli berxwedana Rojava bûn û di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan, der barê êrîşên dewleta Tirk de ji ajansa me re axivîn.    ‘Li dijî zilmê serhildan’ Şahoz Suruç (Şehmus Budak) di 2014’an de li Kobanê jiyana xwe ji dest da. Dayika wî Kevser Budak da zanîn ku kurê wê temenê biçûk de girêdayê tevgera azadiya Kurd bûye û got kurê wê li dijî zilma li hember gelê Kurd di 2011’an de ji navçeya Serêkaniyê ya Rihayê tevli YPG’ê bûye, li Serêkaniyê li dijî DAIŞ’ê têkoşîn daye. Kevserê balkişand ser gotinên Tayyîp Erdogan yên ‘Kobanê li ber ketinê ye’ û got piştî van gotinan kurê wê Şahoz  gotiye ‘em jî diçin Kobanê’ û bi hevalên xwe re berê xwe dane Kobanê.   Berî ku bihêje Kobanê jiyana xwe ji dest da   Kevserê destnîşan kir ku hîna kurê wê negihiştibû Kobanê di riya Kobanê de di pevçûnek giran de jiyana xwe ji dest daye û got: “Bajarê ku kurê min ji bo wê canê xwe feda kir niha ji aliyê hikûmeta Tirk ve tê bombebarankirin. Divê êrîş demildest bên rawestandin. Bi sedan kes li wir şehîd ketin. Jiyanek xweş li wir hat avakirin. Berxwedan, wê dîsa li ber xwe bidin. Ji dibistanan bigirin di gelek mijarî de pergala xwe ava kirin. Niha dîsa êrîş dikin. Êdî bes e ji vê zilmê re.”   ‘Ji bo azadkirinê çû’   Dayika, Fermandarê Hêzên Azadiya Yekbûyî (BOG) û endamê Patiya Komunar a Şoreşger (DKP) Ulaş Bayraktaroglu (Mehmet Kurnaz), Melîke Bayraktaroglu bi lêv kir ku kurê wê di 19’ê Mijdara 2014’an de tevli YPG’ê bûye û wiha nirxandina xwe kir: “Ew der di bin dagirkirina DAIŞ’ê de bû. Ji bo azadkirina wir çû. Tevli tugaya enternasyonal bû.  Di şerê navxweyî yê Ispanyayê de dema faşîst û şoreşgeran şer dikir ji hemû cîhanê bi taybet ji Ewropa çepgir çûn Ispanyayê û li wir tugaya enternasyonal ava kirin û bi şoreşgerên Ispanyol re mil bi mil têkoşîn dan. Niha bi heman piştevaniya enternasyonal diçin Rojava.”   ‘Tişta bê kirin berxwedane’   Mehmet ku kurê wê di pêngava azadkirina Minbicê de cih digirt û ji azadkirina 26 gundî re pêşengî dikir, di 9’ê Gulana 2017’an de li Reqayê di teqîna bombeyê de jiyana xwe ji dest da. Melîkeyê diyar kir ku dewleta Tirk destur nedane cenazeyê kurê xwe bigire û li ser vê li Dêrika Rojava hatiye definkirin û got: “ Niha sînyalên şerê nû tê dayîn û ev lîstika cîhanê ye. Li Rojava, li Ukraynayê û herêmên din yên şer lîstikên qirêj tên lîstin.  Ji ber vê yekê tişta tê kirin berxwedan e.Divê xwedî li Şoreşa Rojava ya bi bedelên mezin hatine bidestxistin bê derketin.”