Barbara Spînellî: CPT daneyên bidestxistine divê parve bike 2022-12-12 09:02:10   ENQERE - Hevseroka Yekitiya Hiqûqnasên Ewropa Barbara Spînellî da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan binpêkirina mafan a herî mezin ya sedsala dawî ye û got wê dîrok vê binivîse. Barbarayê daxuyand ku  CTP derbarê serdana xwe de daxuyanî nedaye, divê ev biguhere û daneyên bidestxistine parve bike.   Ji ber tecrîda giran ya li Îmraliyê û her wiha cezayên dîsîplînê ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din agahî neyê girtin, parêzer û malbat nikarin hevdîtinê bikin. Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewreopa (CPT) piştî serdana Îmraliyê diyar kir ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye an na.  Li ser vê gelê Kurd û parêzvanên mafên mirovan, gelek aliyan bertek nîşan da.   Negot me hevdîtin kiriye an na   CPT tevî pirsa ‘we hevdîtin kir an na’ bersiveke ne zelal ya wekê ‘Piştî serdana mijara gotinê ye wek li ser malepera web a CPT hatiye gotin, em dikarin bêjin ku şert û mercên çar girtiyên Îmraliyê hatiye lêkolînkirin. Bi vê armancê endamên heyetê her tim bi taybet bi girtiyan re hevdîtinê dikin.’ da.  Bi vî awayî balkişandiye ser rêgezên xwe yên giştî û negot ya me hevdîtin kiriye ya nekiriye.   Hevseroka  European Association of Lawyers for Democracy  (Yekitiya Hîqûqnasên Ewropa) û aktîvîsta World Human Rights (ELDH) Barbara Spînellî tecrîda li ser Abdullah Ocalan, helwesta CPT û wek parêzer hewldanên xwe nirxandin.   ‘Nameyên me CPT bir Îmraliyê’   Barbarayê da zanîn ku wek parêzer name şandin wezareta dadê ya Tirkiyeyê û got her çiqas bersivê negirin jî van nameyan CPT biriye Îmraliyê û got: “Em bawerin ku ev name wê fêdeya wan hebin.Piştî van nameyan CPT çû Îmraliyê.  Lê heyeta CPT  beyî destura Tirkiyeyê encam parve nekirin. Ji bo daneyan parve bikin, raporê biweşînin divê bi Tirkiyeyê re lihev bikin. Em ji ber vê polîtîkayê bi rastî xemgînin. Divê CPT tiştên heyî demildest parve bikira. Em ji hikûmeta Tirk nêzîkatiyek zelal dipên.”   ‘Wê dîrok van binpêkirinên mafan binivîse’   Barbarayê destnîşan kir ku ev binpêkirina mafan ya li hember Abdullah Ocalan û girtiyên din binpêkirina herî mezin a sedsala dawî ye û wiha bi lêv kir: “Ez dikarim vê bêjim, birêz Ocalan û girtiyên din bi salane bi awayekî dijhiqûqî tên tecrîdkirin. Ev tecrîd tê wateya mahkumkirina jiyana wî. Ev tecrîd li dijî hemû peymanên mafê mirovan yên ku Tirkiyeyê îmze kiriye. Tenê sedemek vê heye ew jî siyasiye.  Hikûmeta Tirk berpirsyariyên mafê mirovan li ber çavan nagire. Wê pirtûkên dîrokê vê tecrîdê binivîse.”   ‘Divê CPT niha biaxive’   Barbarayê axaftina xwe wiha domand: “Serdan li ser rewşa lezgîn hatiye kirin. Ez polîtîka CPT rexne dikim. CPT tenê li gorî rêbazên komîteyê tevdigere. Di vir de du pirsgirêk hene. Ya ewil hikûmeta Tirk. Hikûmeta Tirk destur bide CPT dikare berfirehî agahiyan bide. Ji bo CPT daneyan parve bike û şert û mercên Ocalan parve bike divê em zextê bikin. Ne du sal şûnde divê  CPT niha biaxive. Daxwaza me eve ku  daneyên Îmraliyê demildest bên parvekirin.”   ‘Tecrîda giran ji ber bêdengiya Ewropa ye’   Barbarayê destnîşan kir ku parêzer di mijara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bi israrin û wiha dirêjî dayê: “Astengkirina hevdîtina parêzeran a bi girtiyan re tu hiqûqê de nayê qebûlkirin. Ev rewşek lezgîne. Li her derê cîhanê mirov dixwazin rewşa Ocalan fêr bibin û dixwazin bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike. Seranserê jiyanê nikare li Îmraliyê dîl bê girtin. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa dibêje ku divê Ocalan ji derveyê Îmraliyê ronahiyê bibîne. Ji ber vê em vê rewşê êdî bi tu awayî qebûl nakin. Girabûna tecrîdê ji ber bêdengiya Ewropa pêk tê. Rola CPT girînge. CPT bi dehan carî ji bo şertên Îmrali bên başkirin pêşniyar û hişyarî kir. Pirsgirêk eve ku Tirkiye ne guh dide hişyarî û pêşniyarên CPT û ne jî mekanîzmayên navneteweyî.”   ‘Li Tirkiyeyê pergala mafên mirovan têk çûye’   Barbarayê got: “Pergala mafê imrovan di mijara rawestandina netew dewletan de qels dimîne û wiha dawî lê anî: “Li Tirkiyeyê pergala mafên mirovan pir têkçûye. Ev binpêkirin ne tenê li hember Ocalanl hember gelê Kurd jî pêk tên.  Me ev li Cizîrê dît. Me di qedexeyên derketina derve de tiştê di bodruman de hatin kirin dîtin. Bi hezara sivîl hatin înfazkirin. Ji ber vê pergala mafên mirovan a Tiriyeyê têk çûye. Ji ber vê zilma li dijî birêz ocalan jî parçeyek polîtîka qirkirina li hember Kurdan e. Divê em cuda negirin dest. Div êem li dijî vî stratejiya sûc rawestin.  Tiştên bikeve ser milê me em ê bikin. Divê em li dijî van binpêkirin û dijhiqûqiyan çavên xwe negirin.”