Eren Keskin: Mirov bi qetilkirinê ji girtîgehê tên tehliyekirin! 2022-12-11 16:29:41     WAN - Di Panela mafên mirovan a li Wanê hat lidarxistin, bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Eren Keskîn di panelê de der barê rewşa girtiyan de axivî û got, " Girtî bi qetilkirinê tên tahliyekirin."   Li Wanê ji bo Hefteya Mafên Mirovan panela "Mirov û mafên wan" hat lidarxistin. Panela ku li Salona Konferansê ya Baroya Wanê Tahîr Elçî hat lidarxistin, bi moderatoriya endamê İHD VQA Hamdî Bayhan, Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, Lêkolîner-Nivîskar Prof. Dr. Fatma Gok û Parêzer Ümit Dede beşdar bûn.   'Di bingeha pirsgirêkan de qirkirin heye'   Di destpêkê de Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn axivî û diyar kir ku ew li erdnîgariyeke qirkirin lê tê kirin dijîn û got, “Di bingeha hemû pirsgirêkên ku hatine jiyîn de qirkirin heye. Li vir komkujî kirin û îdeolojiya fermî ava kirin. Her çiqas li vê erdnîgariyê ev qas nasname hebin jî em behsa komara tirk-sunnî dikin. Bi saya tevgera Kurd a ku li çar parçeyên Kurdistanê têdikoşe, îro têkoşîneke cuda derketiye holê. Em li erdnîgariyekê dijîn ku hikûmet û muxalefet li ser heman tiştî diaxivin û li ser laîktiya dij-demokratîk û gelek mijarên din li hev dikin. “Em ji sedî 15 di navbera kemalîst û îslamîstan de girtî ne."   Rewşa girtîgehan   Eren, anî ziman ku li girtîgehan tecrîdeke giran heye û got, “Ji ber ku Garîbe Gezer li hemberî vê yekê îtîraz kir, ew xistin odeyeke bi sunger û xwestin bikujin. Nêzîkî 1900 girtiyên nexweş hene û ev kes di girtîgehê de rastî her cure binpêkirina mafan tên. Ji ber vê yekê ev kes bi kuştinê têne derxistin. Tiba Edlî saziyeke dewletê ya tam e û raporên ku xizmeta îradeya siyasî dikin dide. Êdî mirov dimirin û ji girtîgehê tên derxistin. Girtiyekî nexweş duh jiyana xwe ji dest da."    Girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê   Piştî Eren, Akademîsyen Prof. Dr. Fatma Gök behsa mafê perwerdeyê û xweseriya akademîk kir û got, “Mafê perwerdehiyê mafekî bingehîn e û çavkaniya xwe ji mirovbûnê digire. Her  kes xwedî mafê perwerdehiyê ye. Divê dewlet ji bo her kesîbê cudakarî û bêpere mafê perwerdê bide. Divê naveroka perwerdeyê azadîxwaz be. Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo vê erdnîgariyê gelekî girîng e. Divê ev cudakarî ji holê bên rakirin. Divê zimanê serdest ji holê bê rakirin û her kes bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibe."   Tecrîda Îmraliyê   Piştre jî parêzer Ûmît Dede bi sernavê “Girtîgehên Tirkiyeyê û tecrîd” axivî. Ûmît, diyar kir ku dema behsa tecrîdê tê kirin ewil şert û mercên tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tên bîra wî û wiha got: “Tecrîda ku li ser Birêz Ocalan tê meşandin xwedî aliyên îdeolojîk, hiqûqî û derûnî ye. Îmraliyê girtîgeheke nîvvekirî bû, lê piştre hate guherandin girtîgeheke tîpa F. Yekemîn Girtîgeha Tîpa F a Tirkiyeyê ji bo Birêz Ocalan hat çêkirin. Niha jî girtîgehên tîpa S tên çêkirin û şert û mercên hemû girtiyan nêzî yê birêz Ocalan dibe. Hemû mafên Birêz Ocalan hatin astengkirin, parêzer û hevdîtina malbatê hatin qedexekirin. Ev hemû bi qaçaxî hatin kirin. Mixabin ji ber ku li hemberî vê yekê dijberiyeke xurt nîne, şert û merc xerabtir dibin. Ne qanûn, ne hiqûq hene. Bi qasî ku li Îmraliyê bêhiqûqî hatiye kirin, ev bêhiqûqî li hemû girtîgehan hatiye sepandin.”   Panel piştî axaftinan bi pirs û bersivan bi dawî bû.