‘Divê têkoşîna yekbûyî bê meşandin’ 2022-12-11 09:02:38     Melîke Aydin    ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku êrîşa li dijî TJA’yê tirsa dewletê ya li hember jinên Kurd nîşan dide û divê jin têkoşîna yekbûyî bimeşînin.   Li hember aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya lêpirsîna ku navenda wê Enqere bû, li Amed, Stenbol, Îzmîr, Muş, Agirî, Dîlok û Sêrtê di 29’ê Mijdarê de serdegirtina malan pêk hat û 21 bi îşkenceyê hatin binçavkirin û birin emniyeta Enqereyê. Ji bo 13 jinî hepsa malê hat dayîn û 8 kes jî hatin girtin. Jinan diyar kirin ku tevgera azadiya jinên Kurd di tevgera jinan de cihekî girîng digire û her wiha da zanîn ku li aliyekî ku li Îran û Rojhilat çalakî didomin, ev êrîşên li hember TJA’yê tirsa dewletê ya li hember tevgera azadiya jinên Kurd nîşan dide. Jinan daxuyandin ku li Tirkiyeyê mixabin, zarokek 6 salî jî dikare bê zewicandin û divê jin têkoşîna yekbûyî bimeşînin.   ‘Gelo tevgerê femînîst baş dengê xwe derxistin?’   Ji Komeleya Piştevaniya Jinan a Muglayê Gulsum Nazlioglu destnîşan kir ku cihê tevgera azadiya jinên Kurd li cîhanê û Rojhilata Navîn gelek girîng e, di serhildanên li Îranê de para têkoşîna azadiya jinên Kurd gelek girîng e. Gulsumê wiha dirêjî dayê: “Fêdeyên tevgerên femînîst çiqas ji tevgera jinên Kurd re heye? Ji bo jinên TJA’yê ceza hat birîn. Li kesekê ji ber hesabê wê yê  bankayê tune ceza hat birîn. Gelo deng derket? Wek hemû cîhanê li Tirkiyeyê jî piştgiriya jinên Kurd ji bo têkoşîna azadiya jinan pir zêde ye. Her  jinek Roja Têkoşîna li dijî Tundiyê dizane. Li hember 50 jinî êrîş pêk tê û dibêjin qey wê bigihêjin hedefê, wê jinan bitirsînin. Lê jixwe her kes dizane 50 jinî tu sûc nekiriye.”   ‘Divê yek saniyekê mirov li malê rûnenin’   Gulsumê di berdewamiyê de wiha bi lêv kir: “Li Rojhilat û Îranê jin bi can û dil têdikoşin. Vê jî li Tirkiyeyê tirs afirandiye. Aliyê herî dînamîk ên kolanên Tirkiyeyê jin in. Piştî 25’ê Mijdarê operasyon li dijî aktîvîstên jin pêk hat. Ev bi armanca çavtirsandinê hat kirin. Em çalakiyên karkeran nehesibînin ên li kolanan dîsa jin in. Zarokek 6 salî tê zewicandin. Jin ji televîzyonê fêm dike ku destdirêjî ye. Em li Îranê vê dibînin û divê em fêm bikin ku divê em çi bikin. Divê em saniyekê li malê rûnenin.”   ‘Dewlet bandora TJA’yê dibîne’   Gulsumê anî ziman ku êrîş li hember jinên ciwan û siyasetmedar pêk tê û wiha dirêjî dayê: “Dewlet dibêje hûn siyasetê bikin ev wê bê serê we. Ev êrîş li hember TJA û jinên Kurd e. Divê têkoşîna yekbûyî bê meşandin. Êrîş ne tenê li hember jinên Kurd li hember tevgera femînîst e. Ji ber vê divê jin bibin yek, bi hev re tev bigerin. Divê jin xwe ji kolanan nedin alî. Bandora TJA’yê ya li kolanê dewlet jî dibîne. Ji ber TJA têkoşîna yekbûyî dimeşîne. Ji ber vê dewlet ditirse û êrîş dike.”   ‘Tevgera jinên Kurd hêzê dide jinan’   Ji Koma Jinan a Emek ve Gul (Ked û Gul) a Aydinê Gursel Şenşafak jî diyar kir ku li welat krîzeke siyasî, aborî û civakî ya giran tê jiyîn û rejîma yek mêrî zextên li ser civakê jî zêde kirine û ev nirxandin kir: “Li dijî van zextan bertekên civakê çêdibin. Li Îranê berxwedana jinan didome. Yek ji dînamîka herî girîng a aktivîstên jin têkoşîna jinên Kurd e. Li Amedê jinên tundî lê tên kirin, di alî aborî de mexdûr in, li herêmê tundiyek taybet li ser wan heye. Li van herêman bi xurtbûna tevgera jinan jin xurt dibin.”   Gurselê bal kişand ser êrîşên desthilatdariyê û wiha dawî lê anî: “Desthiltdarî dizane cihê jinên Kurd di têkoşînê de cuda ye. Ji ber vê dixwaze pêşî li vê hêzê bigire. Bi zextan dixwazin encamê bigirin. Lê ew zor û zehmetiyan derxin jî wê têkoşîn bi yên nû bidome. Em tundiya dewletê şermezar bikin.”     ‘Zext nikarin me têk bibin’   Ji rêveberiya Komeleya Piştevaniya Jinan a Îzmîrê Muzeyyen Alpşen jî nêrînên xwe anîn ziman û da zanîn li Tirkiyeyê êrîşek li hember jinan heye bi taybet li hember jinên Kurd nêzikatiyên tund tê nîşandan û wiha anî ziman: “Ev girtin tirs û fikara dewletê nîşan dide. Li Îranê jin dibêjin ‘jin jiyan azadî’ û li kolanan e. Jin tevî qetilkirinan li berxwe didin. Bandora wê li vir jî dibe. Tirsa dewletê wisa li ser jinan tê xuyakirin. Em bi jinên TJA’yê re li qadan ligel hev in lê polîtîkaya newekheviyê jî heye. Em têkoşîna xwe didomînin.”