‘Ne bêalîbûn ne jî rêzdariya CPT maye’ 2022-12-10 09:07:11   Marta Somek   STENBGOL - Endama OHD’ê Parêzer Necla Mizgîn Argiş da zanîn ku CPT der barê ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye an na de tu agahiyek şênber parve nekiriye û ji ber vê bêalîbûn û rêzdariya xwe winda kiriye û got: “Em dixwazin CPT mîsyona xwe bîne cih. Daxwaza me ji komeleyên hiqûq û gelê me ev  e, her tim bi israr daxwaza xwe bînin ziman.”   Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Ev 20 mehe agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên gel wî nayên girtin. Malbat û parêzer serî li Dadgeriya Înfaza Bursayê didin lê bi hincetên ‘qedexeya hevdîtina parêzeran’ û ‘cezayên dîsîplînê’ serlêdan tên redkirin.    Komîteya Pêşîgirtina Îşkencê ya Konseya Ewropa (CPT) di 20-29’ê îlonê de hat serdana Tirkiyeyê û der barê serdanê de di 3'yê cotmehê de daxuyaniyek da û got di nav saziyên çûne serdana wan de Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê jî hebûye. Buroya Hiqûqa Asrin ku mudafîtiya Abdullah Ocalan dimeşîne, di 29’ê mijdarê de daxuyaniyek da û got "CPT meha îlonê de çûye Îmraliyê lê birêz Ocalan derneketiye hevdîtinê".   Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Necla Mizgîn Argiş der barê bêdengî û nezelaliya piştî serdana CPT ya li Îmraliyê pêk aniye de axivî.   ‘Serlêdan wê bi israr bidomin’   Mizgînê da zanîn ku wek OHD’a Stenbolê 21’ê mijdarê de ji bo hevdîtina Îmraliyê serî li Baroya Stenbolê dane û got: “Beriya wê jî 775 parêzerî bi armanca hevdîtina bi Birêz Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê re serlêdan kiribûn. Lê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê bi tu awayî li me venegriyan. Lê em bi israr dibêjin ku bi awayekî qanûnî divê hevdîtinên me pêk bên. Serlêdanên me didomin. Em hewl didin ku mekanîzmayên hiqûqî pêk bînin. Em der barê vê de bi israr serlêdanên xwe didomînin.”   ‘CPT demek dirêje ji bêalîbûnê derketiye’   Mizgînê der barê serdana CPT ku tu agahî nedaye de jî wiha anî ziman: “Serdaneke di meha îlonê de hatiye kirin mijara gotinêye. Di ser de du meh derbas bûye. Lê CPT’ê bi awayekî zelal  negot ‘Belê me hevdîtin bi sazî, Birêz Ocalan û girtiyên din re kir’. An jî negotin ‘me hevdîtinek wisa nekiriye, nûçeyên şaş hatine weşandin.’ Bi tu awayî tiştek negotin. Tenê em li ser tiştên hatine bihistin rojevê diafirînin. Bêguman ev helwesta CPT bi tu awayî ji aliyê me ve nayê qebûlkirin. CPT demek dirêje ji bêalîbûnê dûr ketiye.”   ‘Divê mîsyona xwe bîne cih’   Mizgînê destnîşan kir ku ji 25’ê adara 2021’ê heta niha ji muvekîlên xwe agahiyê nagirin û di vê mijarê de jî ev tişt daxuyand: “Hemû serlêdanên me bêyî hincet, bi sedemên ku tu aliyê wê yê hiqûqî tune tên redkirin. Ev du sale hevîtin nayên kirin û tu agahî nayên girtin. CPT vê wek rewşa awarte nanirxîne. An jî nayê bi lez û bez raporekê amade nake û hevdîtinê nake. Tu tiştekî şênber ku CPT tê Îmraliyê û hevdîtinê dike tune. CPT di vir de bêalîbûna xwe rêzdariya xwe winda kiriye. Em dixwazin CPT tenê mîsyona xwe bîne cih.”   Nehiştin bê cenaza bavê xwe   Mizgînê di berdewamiyê de diyar kir ku bavê girtiyê bi navê Veysî Aktaş di 30’ê mijdarê de li Amedê jiyana xwe ji dest daye, parêzeran serlêdan kiriye ku bê cenaza bavê xwe lê tu bersiv ji bo serlêdanê nehatiye dayîn. Mizgînê wiha dirêjî dayê: “Ji bo mekanîzmayên hiqûqî pêk bên parêzer pir hewl didin. Didin zorê. Ji ber hemû serlêdan bê encam dimînin. Tecrîda li Îmraliyê bandor li ser hemû girtîgehên din jî kirine. Dijhiqûqî li hemû girtîgehan belav bûye.”   ‘Divê daxwaz bi israr bidomin’   Mizgînê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji her çar alî cîhanê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk tên. Hevpîşeyên me yên li Ewropa dijîn gelek caran serlêdan kirin. Çawa bersiva me nayê dayîn ya wan jî nehat dayîn. Divê em daxwaza xwe bi israr bidomînin. Em piştevaniyê ji hevpîşeyên xwe dipên.”