Banga tevlîbûna meşa Wan û Amedê: Dem dema tevgerê ye 2022-12-10 09:05:09   WAN - Ji bo meşa li dijî tecrîdê ya wê li Wanê pêk bê bangên jinan didomin. Jinan diyar kirin ku ji bo tecrîd û şer bidawî be yekane çareserî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Perîhan Ozlu da zanîn ku wê nikaribin dengê girtiyan bibirin û divê kurd demildest bikevin tevgerê.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji sala 1999’an heta niha li girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê di bin şertên giran de tê girtin. Abdullah Ocalan 20 mehe tu agahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê li du bajarên Kurdistanê wê meşek pêk bê. Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtiyan a Med (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Meclîsa Dayikên Aştiyê wê di 11’ê kanûnê de li Amedê di 12’yê kanûnê de jî li Wanê meşek pêk bê.   Jinên Wanê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û tecrîda li ser hemû girtiyan banga tevlibûna meşê kirin. Her wiha jinan êrişên Tirkiyeyê yên di 19’ê mijdarê de li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kobanê jî şermezar kirin û li dijî êrişan banga têkoşînê kirin.   ‘Divê kurd bikevin tevgerê’   Perîhan Ozlu da zanîn ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe û divê tu kes li dijî tecrîda giran bêdeng nemîne. Perîhan wiha dirêjî dayê: “Divê tu kes li dijî êrişên Tirkiyeyê bêdeng nemîne. Divê kurd demildest bikevin tevgerê.”   ‘Nikarin dengê girtiyan bibirin’   Perîhanê der barê ku agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin de jî nêrînên xwe anî ziman: “Yekane tişta dixwazin bikin ev e, dixwazin birêz Abdullah Ocalan bêdeng bikin. Gelê Kurd dixwaze ji rêberê xwe agahiyê bigirin. Ew jî bila baş bizanin ku tu car wê girtî bêdeng nemînin. Wê nikaribin dengê girtiyan bibirin.”   ‘Hevdîtin pêk bên wê şer raweste’   Saadest Oklu jî balkişand ser tecrîdê û daxuyand ku ji ber kurd in tecrîd li wan tê kirin û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber em kurdin zilmê li me dikin. Ger AKP-MHP pêşî li hevdîtinên bi Birêz Ocalan re negire wê kêm be jî şer raweste. Dem dema yekitiyê ye. Dema yekitî hebe wê şer jî raweste. Divê her kes di têkoşînê de bibin ye. Divê dest bidin hev û vî şerî rawestînin.”   ‘Tecrîd koletiye’   Nazli Acar ya tevli nobetên edeletê dibe, der barê mijarê de axivî û wiha anî ziman: “Li dijî şer dem dema yekitiyê ye. Divê hemû dayik bibin dengê me. Polîtîkayên tecrîdê yên li girtîgehan li derve li ser me jî tên meşandin. Tecrîd koletiye, wekê din tiştek din nîne.”   Nazliyê balkişand ser meşa ku wê  di 11-12’yê kanûnê de li Amed û Wanê pêk bê û wiha banga tevlibûnê kir: “Divê hemû gel tevli meşê bibin. Bila bi vê meşê re aştî pêk bê. Bila bibe meşeke mizginiyê.  Ez hemû welatiyan vexwendiyê qadan dikim.”