Jinên siyasetmedar: Bi konseptek taybet êrîş dikin 2022-12-10 09:01:53   Medya Uren-Sema Çaglak    ŞIRNEX - Jinên sîyasetmedar destnîşan kirin ku divê Gelê Kurd xwedî li deskeftiyên xwe derbikeve û wiha gotin: “Gelê Kurd xwedî bi îrade û xwediyê hişmendiya doz û nasnameya xwe ye. Lewra ji serkeftina kurdan ditirsin.”   Hevsengiyên Rojhîlata Navîn bi şerên derveyî sînor ve diguherin. Êrîşên li dijî deskeftiyên Kurdîstanê her diçe xwe bi awayekî tund nîşan dide. Hem êrîşên li dijî Başûrê Kurdîstanê, êrîşên li dijî deskeftiyên Rojavayê û êrîşên li dijî siyaseta kurdî dibe sedema kûrbûna alozî û qeyranên li ser tevahî Rojhîlata Navîn. Jinên siyasetmedar têkîldarî mijarê axivîn û rewşa heyî nirxandin.    ‘Divê bikaranîna çekên kimyewî were lêkolînkirin’   Hevşaredara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlîhê Songul Korkmaz, diyar kir ku bêdengmayîna hêzên navneteweyî êrîşên Tirkiyeyê erê dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke hêzên navneteweyî bêdeng nemana dê dewleta rirk jî ewqas bi êrîşên hovane bi ser Gelê Kurd de nehata û şerên xwe yên qirêj nedimeşandin. Hemû cîhan dizane ku çekên kimyewî li gorî hiqûqa şer sûc e. Pêwîst e ku hêzên navneteweyî bi awayekî rêkûpêk derheqê mijarê de lêkolînên xwe bike û encamên wê jî bi civakê re parve bike. Lewra lazim e ku divê sekna xwe diyar bikin. Di çarçoveya vî şerî de nexweşxane tên bomberankirin an jî sîvîl tên qetilkirin. Divê li dijî van êrîşan helwestên bi tund û şênber were nîşandan. Desthilatdariya AKP, MHP’ê li ser konsepta şer polîtîkayên xwe dimeşîne. Bi vê yekê jî hemû rê û rêbazên li dij hiqûqî û yê qirêj li ser gel dimeşîne. Bêdengiya li dijî vî şerê qirêj nayê qebûlkirin û ev êrîşên hovane li dijî deskeftiyên Gelê Kurd e.  Divê Gelê Kurd xwedî li deskeftiyên xwe derbikeve.”   ‘Sedema zêdebûna êrîşan bêtehamûliya vîna jinê ye’   Songul, bal kişand ser êrîşên li dijî Rojavayê û destnîşan kir ku destheftiyên şoreşa Rojavayê tê hedefgirtin. Songul, got: “Şoreşa li Rojavayê di heman demê de şoreşa jinê ye. Ev êriş nehezimkirina şoreşa jinê ye. Em dibînin ku ji hêz û têkoşîna jinê ditirsin. Lewra di her cihê ku jin xwe bi rêxistin dikin û xwe pêş dixînin de êrîşekê didin destpêkirin. Niha jî li Rojavayê ev êrîş tên kirin. Şoreşa Rojavayê ku bi pêşengtiya jinê tê kirin, îro ji hemû cîhanê re bûye rol û model. Lê dewlet ji wê serkeftin û deskeftiyê tehamûl nake. Sedema zêdebûna van êrîşan bêtehamûliya vîna jinê ye, nehezimkirina nasnameya jinê ye. Her wiha fikir û ramanên jinê, felsefeya jiyanê ya ku jin pêş dixîne tê xwestin werin tunekirin. Lê belê çi dibe bila bibe ew felsefeya jiyana azad a ku bi pêşengtiya jinê hatiye pêşxistin li her derê rih dîtiye û her diçe şîn dibe.”   ‘Tê xwestin DAÎŞ’ê li Rojavayê zindî bikin’   Songul, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku dewleta tirk carek din dixwaze çeteyên DAÎŞ’ê li Rojavayê zindî bike û got: “Tê zanîn ku hemû hêzên DAÎŞ’ê li qampa Holê ne. Wextê ku êrîş hate destpêkirin ewilî li qampa Holê jî êrîş hate kirin. Me dizanibû ku careke din dixwestin ew pergala qirêj a ku bi çeteyên DAÎŞ’ê li Rojavayê didan meşandin dîsa derxînin holê. Li wir tê xwestin careke din li dijî deskeftiyên gele Kurd şerekî derbixînin. Li hember çeteyên DAÎŞ’ê ku tu hêz nedikaribû serî lê rake bi pêşengtiya jinên kurd şoreşek hat avakirin. Lê belê dê Gelê Kurd ji deskeftiyên xwe tavîzê nede û têkoşîna xwe xurtir bike.”   ‘Bi konseptek taybet êrîş dikin’   Hevşaredara HDP’ê ya Misirca Sêrtê Esmer Baran jî bi lêv kir ku di êrîşên salên 90’î de negihiştin armanca xwe lê niha dixwazin bi êrîşên taybet ve nirxên Gelê Kurd tune bike û got: “Em vî şerî naxwazin û zilmek mezin e. Îro li ser Gelê Kurd bi hemû cureyên xwe êrîşê dikin û çekên kimyewî bi kar tînin. Ji bo ku şer çêbibe hemû cureyan diceribînin. Teqîna Stenbolê jî yek ji wan listîkan bû ku li dijî kurdan şerekî dest pê bike. Li aliyê Botanê şerekî mezin dimeşînin. Hem li dijî xwezayê qirkirinekê dimeşînin hem jî ji aliyê civakê ve jî polîtîkayên şerên taybet dimeşînin. Ango ne tenê li aliyê Başûr û Rojavayê li Bakû jî polîtîkayek kûr li dijî nirx û deskeftiyên gel tê kirin. Di salê 90’î de gund vala dikirin û dişewitandin. Bi hezaran gund wêran kirin. Niha jî heman êrîşên xwe bi konseptek taybet pêk tînin.”   ‘Divê bikaranîna çekên kimyewî were ronîkirin’   Herî dawî jî Endama HDP’ê ya Meclîsa Şaredariya Mîdyatê Halîse Cebe axivî û destnîşan kir ku Gelê Kurd xwedî dîrokek kevnar û xwedî mîrateyek têkoşer e û wiha axivî: “Lewra ji her aliyî ve li ser Gelê Kurd ve tên. Gelê Kurd tenê li pey doza maf û nasnameya xwe ne. Gava mijar dibe maf û êrîşên li dijî Kurdan hemû cîhan bêdeng dibe. Gelek sazî û rêxistinên navneteweyî heya niha ji bo Gelê Kurd tu gavek neavêtiye. Ne CPT ne jî OPCW'ê şerên li dijî kurdan nexistiye rojevê. Berovajî vê lêkolînên ji bo bikaranîna çekên kimyewî tê astengkirin. Em dixwazin bikaranîna çekên kimyewî were ronîkirin û were lêkolînkirin.”   ‘Ji serketina kurdan ditirsin’   Halîse di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê Gelê Kurd xwedî li deskeftiyên xwe derbikevin û got: “ Li ser kurdan şerekî gelek dijwar dimeşînin. Ji ber ji serketina kurdan ditirsin. Armanca wan berdewamkirina bindestiya kurdan e. Naxwazin ku Kurd bibin xwedî statû, çand û nasname. Lê ew çi bikin jî bi ser nakevin. Kurd xwedî bi îrade ne, li ber xwe didin û hebûn û nasnameya xwe dizanin. Ev ji 40 salî zêdetir in kurd di nav têkoşînek mezin de ne û di van salan de gelek deskeftî bi dest xistine. Niha jî ev hemû deskeftî di bin xetereyê de ne. Hemû cîhan û hêz li hember vê bêdeng in. Tu bendewariyek me ji vê dewletê nîne. Tenê kurd dikarin hevdu biparêzin û xwedî li deskeftiyên xwe derbikevin.”